Heyetek ji aktîvîstên mafên mirovan ên li Ewropayê 22’ê Sibatê çû Rojava. Koma ku bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çû herêmê li ser binpêkirinên li Sûriyeyê hevdîtin bi saziyên hiqûq û mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl û malbatên ji cih û warê xwe bûne re kir. Ji heyeta navnçeteweyî ya çû Rojava endama MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Ergul çavdêriyên xwe bi ANF’ê re parve kir.
Rengîn Ergul anî ziman ku weke MAF-DAD salên dûr û dirêj e bi Rêveberiya Xweser a Rojava û hiqûqnasên li Rojava re, bi taybetî jî li ser sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer û sûcên din ên li Rojava dixebitin û got, “Bi hiqûqnasên li Rojava re têkiliyeke me ya nêz heye. Ev kar bi taybetî li ser sûc û êrişên bi dagirkirina Efrînê ya sala 2018’an dihate meşandin. Weke ku bê bîra we di Sibata 2025’an de li Brukselê me Dadgeha Gel a Rojava ava kir Li wê derê li Dadgeha Gel a Daîmî ya Rojava sûcên dewleta Tirk ên li Rojava bi taybetî jî piştî dagirkirina Efrînê destpê kir hate nirxandin û piştre jî biryara mehkûmkirina Tirkiyeyê hate dayin.
Weke dewama vî karî me plan dikir ku serdaneke nû li Rojava bikin, têkiliyên xwe xurt bikin, bi taybetî jî bûyerên piştî desthilatdariya demkî ya Sûriyeyê ji cih bişopînin. Lê belê gava ku me ev plan kir, êrişan destpê kir. Me bi hev re êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dîtin. Dîmenên di çapemeniyê de hatin weşandin nîşan didan ku sûcên bi heman rengî dewam dikin, bi taybetî li herêmên ku Kurd lê ne ev êriş dewam dikin. Lewma me dema serdana xwe da pêş.
Gava ku me plana serdanê kir, armanca me ev bû: Rêxistinên civakî yên sivîl û çapemeniya li Rojava bûyer ji xwe kêlî bi kêlî bi belge dikirin û diweşandin. Lê belê weke çavekî ji derve me xwest tevlî bibin. Yanî me xwest mijar tenê bi şahidiya xwecihî nemîne, bi beşdariya aktorên Ewropî û navneteweyî raporek bê amadekirin. Ji ber vê jî bi pêşengiya MAF-DAD’ê me şandeyek ji kes û saziyên cuda yên Ewropayê ava kir.
Di nava şandeyê de hiqûqnas, pisporên tipa edlî û wezîrekî berê hebûn. Ev cihêrengî ji bo wê yekê bû ku hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî û tipa edlî ve nirxandineke berfireh bê kirin. Bi taybetî ji bo belbekirina kuştinên bê daraz û îdîayên êşkenceyê tevlîbûna pisporên tipa edlî girîng bû.
Bi vî rengî di 22’ê Sibatê de me serdanan Rojava kir. Bi saya têkiliyên xwe yên berê li gel mercên şer jî me bi nûnerên li Rojava re civîn bi lez organîze kir. Dema ku em gihîştin wê derê bi taybetî li Qamişlo, Amûdê û Hesekê me dît ku şer rawestiya ye.”
Rengîn Ergul destnîşan kir ku di hevdîtinên xwe de wan hem dokumantasyona xwe temam kirin, hem jî pêvajoya raporkirinê dan destpêkirin û anî ziman ku wê rapora xwe di demeke nêz de bi raya giştî re parve bikin.
Têkildarî çavdêriyên xwe yên li ser pergala edaletê ya li Rojava Rengîn Ergul got, “Ji aliyê sîstema edaletê ve dema mirov lê binere, sîstema li Rojava û sîstema heyî ya Sûriyeyê ji hev gelekî cuda ne. Hîn nediyar e ku ev herdu sîstem wê bi çi rengî entegreyî hev bêne kirin. Li gel vê yekê jî li qadê hemû sazî karên xwe dewam dikin. Mercên şer û rewşa nediyar pêvajoyê sist bikin jî sîstema dadgeriyê û avaniyên sivîl karê xwe dewam dikin. Bi taybetî mekanîzmayên edaleta xwecihî yên li Rojava; mînak komîteyên sûlhê û avaniyên li dora jinê, weke hêmanên girîng ên sîstema heyî derdikevin pêş.
Divê bi taybetî bê destnîşankirin ku sîstema edaletê ya li Rojava hate avakirin sîstemeke welê ye ku di nava mercên şoreşê de bi îradeya gel, bi muzakereya bi gel re hatiye avakirin. Her wiha beriya şoreşê jî dikare bê gotin ku li Rojava komîteyên sûlhê hebûn.
Her wiha avaniyên weke ‘Mala Jinê’ bi taybetî di sûcên têkildarî nava malbatê û li hemberî jinê de mekanîzmayeke ku çareseriyê hildiberîne. Her wiha saziyeke ku raporên wê ji bo dadgehan diyarker e.
Niha ev avanî wê bi sîstemeke edaletê ya Sûriyeyê re ku xwe ji şerîatê xwedî dike, çawa entegre bibe? Bêguman ev rewş nakokiyeke cidî ye.”
Li ser parastina destketiyên li Rojava Rengîn Ergul got, “Weke ku di pêvajoya şer de hate dîtin, parastina destketiyên li Rojava bi têkoşîn û piştgiriya Kurdên li Bakur, Başûr û Rojhilat dibe. Berxwedêriya Kurdên li Rojava ya li ser maseya muzakereyê têrker nîne; ji bo parastina van destketiyan divê ji derve ve piştgiriyeke xurt bê dayin.
Ev piştgirî jî li şûna çalakiyên li qadan divê li parlamenta Ewropayê bi rêya dîplomasiyê yan jî têkoşîna hiqûqî be. Mînak, pêşkêşkirina raporên ku rewatiya hikumeta demkî dike mijara nîqaşê ji bo dadgehan, parçeyek ji vê têkoşînê ye.”
Rengîn Ergul destnîşan kir ku ev têkoşîn divê tenê li ser milê mirovên li Rojava neyê hiştin, bi hev re bê meşandin.

