Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi beşdariya Veysî Aktaş wê li Berlînê civîna pêvajoyê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Divê qanûn bi cih bê anîn, pêşî li Rêber Apo bê vekirin, çareseriya demokratîk bê pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA’yê banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dogan Erbaş: Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe
Rojane

Dogan Erbaş: Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe

Dogan Erbaş got, "Di mijara pêvajoya derbasbûnê ya qanûnî de ku em weke qanûna çarçoveyê pênase dikin, divê tekez bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevberdevkê Dibistana DEM Partiyê Dogan Erbaş lêgerînên çareseriya pirsgirêka Kurd ên sal û nîvek e li Tirkiyeyê dewam dikin û gavên qanûnî yên divê di asta heyî de bêne avêtin nirxand.

Dogan Erbaş bal kişand ser nîqaşên têkildarî rêveçûna heyî ya pêvajoyê û anî ziman ku rewşa heyî lawaz jî be divê weke xitimînekê neyê şîrovekirin. Dogan Erbaş got, “Nîqaşên cuda têne kirin li ser dewamiya pêvajoyê. Dema ku ji aliyekî ve lê bê temaşekirin weke ku pêvajo bi pêş ve diçe tê dîtin, lê belê şîroveyên li ser xitimîna pêvajoyê jî têne kirin. Rast e, pêvajo niha di asta rawestînê de sist bûye; lê belê hîn zû ye ku bê gotin ku xitimî ye. Di pêvajoyên bi vî rengî de karakterê lezbûn, sistbûnê heye. Li ser xeteke yekser nameşin. Di hemû mînakên cîhanê de bi vî rengî ye. Car carna dibe ku rageşî, rawestîn, xitimîn rû bidin. Ya ku em niha tecrûbe dikin jî ev rewş e.

Li holê pirsgirêkek heye û em vê yekê jinedîtî ve neyên; lê belê şîroveyên ku dibêjin pêvajoya xitimî ye û ji niha û upê ve wê gav neyê avêtin gelekî reşbîn e. Pêwîstî pê heye ku nirxandinên bi berpirsyarane, objektîf û rasteqîn bêne kirin.”

Erbaş işaret bi avaniya xweser a lêgerîna çareseriyê kir û got, “Divê were dîtin ku Birêz Ocalan pêvajo heta roja îro bi giranî bi rengekî yekalî meşand û em çiqasî li ser vê rewşê bisekinin kêm e. Ew li vê derê dîrokeke nû divinîsîne. Desthilatdarî û şîrovekarên cuda gotina ‘Modela Tirkiyeyê’ bi kar tînin; ev yek bi rastî jî pênaseyeke mafdar e. Dema ku mirov li pratîkên çareseriya şer a li cîhanê dinihêrin, naşibe ti ji wan, xwedî gelek aliyên xweser e. Ez ji vê re dibêjim ‘Modela Ocalan’. Dibe ku paşerojê weke ‘Modela Ocalan û Tirkiyeyê’ bê binavkirin. Em ê bi hev re bibînin bê dîrok vê yekê çawa binivîsîne.”

Dogan Erbaş sal û nîveke pêvajoyê nirxand û anî ziman ku deriyên çareseriya aştiyane heta dawiyê hatine vekirin, êdî mecbûrî ye ku derbasî qonaxeke nû bibin.

‘DI ÇARÇOVEYA NÊRÎNÊN BIRÊZ OCALAN DE DIVÊ ÇARÇOVEYEK BÊ DIYARKIRIN’

Erbaş bandora konjonktura siyasî ya li Rojhilata Navîn a li ser pêvajoyê nirxand û got, “Em nîqaşên li medyayê ji nêz ve dişopînin. Şîroveyên welê têne kirin ku tê gotin; bûyerên li Rojhilata Navîn û konjonktura siyasî bandorê li pêvajoyê dikin û hikumet jî ji ber vê yekê polîtîkaya ‘bisekine-bibîne’ dimeşîne. Me rewşa sistbûn û rawestiyayî ya li Sûriye û Rojava meha Çileyê bi şênberî dîtibû. Cihê nîqaşê ye ku bûyerên li Îranê di heman astê de bandorê li pêvajoyê dike yan na. Her qonaxa pêvajoyê krîtîk bû; lê belê me derbasî nava dema herî krîtîk bûne ku wê bê dîtin bê çawa dewam bike. Lewma di meha Gulanê de dibe ku di vê çarçoveyê de bûyer û hevdîtinên girîng rû bidin.”

Erbaş qala amadekariyên sererastkirinên qanûnî jî kir û destnîşan kir ku di mijara qanûna çarçoveyê de gelekî girîng e ku bi Rêber Apo re diyalog bê danîn. Dogan Erbaş got, “Di mijara pêvajoya derbasbûnê ya qanûnî de ku em weke qanûna çarçoveyê pênase dikin, divê tekez bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Guhertineke qanûnî ya bêyî fikrê wê, wê derbasdar nebe; divê ev yek bi şênberî bê gotin. Li gorî agahiyên li nava raya giştî belav bûne, xuya ye amadekariyeke qanûnî heye. Lê belê ji bo ev metn çêker be divê bi lez tevbigerin û di çarçoveya nêrînên Birêz Ocalan de çarçoveyek bê diyarkirin.

Yên ku biryarê didin divê vê yekê baş bibînin: Eger bi Birêz Ocalan re lihevkirineke maqûl neyê kirin, ti îradeyeke siyasî nikare xwe bigihîne çareseriyê.”

Erbaş ev bang li aliyên pêvajoyê kir: “Birêz Ocalan ji berê ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî sekneke welê ye ku ya maqûl, mafdar û rasteqîn pêşniyar dike. Vê sekna xwe îro jî dewam dike. Gelekî şaş e ku ev nêzîkatî weke lawaziyekê yan jî tawîzekê bê dîtin Ji bo çareseriya pirsgirêkê li ya maqûl digere, lê difikire û formule dike. Lewma yên ku qanûnê amade dikin, hikumet û mekanîzmayên li nava dewletê yên ku vê pêvajoyê nîqaş dikin, şert e ku bi Birêz Ocalan re li ser mijarê hevdîtinê bikin û vê yekê bikin rojeva xwe ya sereke.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo parastina destketiyên li Rojava pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye’
Nûçeya Pişt re Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk êriş bir ser Şengalê

Dewleta Tirk a dagirker li gundekî Şengalê bombe li wesayitekê barand.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojava xebatên çand û hûnerê îsal jî zêde bûn

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sûmeye Mihemed diyar kir ku sala 2023'an ji bo xebatên çand û hunerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’emîn de ye: Şert e ku tecrîd bê rakirin

Greva birçîbûnê ya li Rêxistina Enqereyê ya DEM Partiyê di roja 4'emîn de ye ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed: Têkildarî bûyerên li Kobanê komîsyona lêpirsînê hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?