Şemî, 3 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Derya Okatan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    46 welat ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ji bo çareseriya mayinde pêwîstî bi gavên şênber ên cihê baweriyê heye’
Rojane

‘Ji bo çareseriya mayinde pêwîstî bi gavên şênber ên cihê baweriyê heye’

Nûrsel Aydogan bi bîr xist ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxa duyemîn bûye û diyar kir ku AKP di mijara çareseriyê de bi kontrol tevdigere. Nûrsel Aydogan got, "Ji bo çareseriya mayinde, gavên şênber ên cihê baweriyê şert e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrsel Aydogan li ser rojevê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku li nava civakê atmosfereke aştiyê bi temamî nehatibe afirandin jî nermbûnek heye. Nûrsel Aydogan diyar kir ku li gel vê yekê jî ji aliyê dmeokratîkbûnê ve desthilatdariyê gaveke şênber neavêtiye.

Ji bo pêvajo veguhere çareseriyeke rasteqîn Nûrsel Aydogan işaret bi vê yekê kir: “Daxwaza gelê Kurd û aştîxwazan ew e ku bi aştiyeke bi rûmet û mayinde çareserî pêk were. Ji bo vê jî yekemîn tişta divê bê kirin guhertina ziman e. Ji ber ku her tişt destpêkê bi ziman destpê dike Li aliyê desthilatdariyê di vê mijarê de pêşketinek hebe jî têrker nîne.

Li hemberî desthilatdariyê, bi taybetî li hemberî AKP bêbawerî dewam dike ku aliyekî pêvajoyê ye. Eger desthilatdarî dixwaze bibe cihê baweriyê -ku divê bixwaze- wê demê divê gavên cihê baweriyê biavêje. Ev jî bi yekbûna gotin û pratîkê dibe. Gotinên bedew û erênî bêguman girîng e, lê belê pêkanîna wan gotinan hîn girîng e.

Ji ber vê yekê jî di çarçoveya ‘Koordînatoriya Pêvajoya Siyasîbûnê û Aştiyê’ ya ku Bahçelî ji bo statuya Birêz Ocalan pêşniyar kir, divê statuya ‘Koordînatoriya Siyasîbûn û Aştiyê’ ya Birêz Ocalan qanûnî bibe. Weke ku ji tecrûbeyên cîhanê tê fêhmkirin, piştî ku ev pêk hat wê pêvajo hîn bi lez bi pêş ve biçe.”

Nûrsel Aydogan ragihand ku piştî statu hate dayin wê Birêz Ocalan karibe li Îmraliyê bi rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar, civaka sivîl, nûnerên rêxistinên civaka demokratîk û beşên cuda yên civakî re hevdîtinan bike. Ev yek jî ji bo civakîbûna pêvajoyê û şikandinan pêşhukman gelekî girîng e.

Ji bo tevlîbûna gerîla ya li nava jiyana siyasî û civakî, berdana girtiyên siyasî, vegera siyasetmedarên li sirgûnê, gelê Kurd ê li Mexmûrê û bêguman azadiya Birêz Ocalan divê qanûneke yekpare bê derxistin. Yanî ji bo ev pêvajo bi ser bikeve pêwîstî bi nexeşrêyekê heye.”

Nûrsel Aydogan destnîşan kir ku gelê Kurd her tim amade ye ku li komara demokratîk bi hev re bi rengekî azad û wekhev bijî û got, “Gerîla jî gelek caran eşkere kir ku dema qanûn hate derxistin ew amade ye li welêt vegere û tevlî siyaseta demokratîk bibe. Niha dor hatiye desthilatdariyê ku ji bo aştî û çareseriyê gavê biavêje.

15 mehên ku derbas bûn nîşanî gelan û desthilatdariyê da ku aştî çiqasî hêja ye. Ji ber vê jî dem hatiye ku desthilatdarî bêyî fikar û gumanan ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 20’Ê GULANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Hêlîn Umît: Pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Saritaş: Birêz Ocalan êdî muxatabek siyasî yê fermî ye

Akademîsyen M. Zahîr Saritaş, behsa girîngiya hevdîtina komîsyona Meclîsê ya bi Rêber Apo re kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê bi 3.9 pileyî erd hejiya

Li navçeya navçeya Tûşba ya Wanê bi 3.9 pileyî erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe: Berxwedan jiyan e

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di mîtînga Stenbolê de axivî û got, "Rizgarî bi tenê nabe,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?