Zanîst hişyar dikin ku guherîna avhewayê li çemên cîhanê dibe sedema windabûneke cidî ya oksîjenê.
Lêkolîna ku ji hêla lêkolînerên Chinese Academy of Sciences ve hatiye kirin, nîşan dide ku çemên tropîkal bi taybetî di bin xetereya krîtîk de ne. Lêkolîn di kovara Science Advancesê de hat weşandin.
Lêkolînê di navbera salên 1985 û 2023’yan de li aer daneyên zêdetirî 21 hezar çemên li herêmên cuda yên cîhanê lêkolîn kir. Li gorî encaman, di çemên ku lêkolîn li ser hatine kirin asta oksîjenê daketiye asta nêzîkî ji sedî 79’an.
Zanîst destnîşan dikin ku mîqdara oksîjena di çeman de her deh salan biqasî 0.045 mg/L kêm bûye.
Nivîskarê sereke yê lêkolînê Dr. Qi Guan û tîma wî diyar dikin ku kêmbûna oksîjenê ji bo masî û giyanên avî xetereyek cidî çêdike û gefê li dewlemendiya biyolojîk dixwe.
ÇEMÊN TROPÎKAL BÊTIR DI XETEREYÊ DE NE
Kêmbûna oksîjenê ya herî mezin bi taybetî li Hindistanê û li çemên herêmên tropîkal tê dîtin.
Lêkolîneran anîn ziman ku ji xwe asta oksîjenê ya çemên tropîkal kêm e, ji ber vê yekê kêmbûnên piçûk jî rê li ber kêmasiyek krîtîk a oksîjenê ya ku wekî “hîpoksî” tê pênasekirin vedike.
PÊLÊN GERMAYÊ BANDORÊ DIKIN
Li gorî lêkolînê, sedema herî mezin a kêmbûna oksîjenê ya çeman, girêdayî germbûna gerdûnî kapasîteya oksîjena avê ye. Ev bandor ji sedî 63, windabûna tevahî pêk tîne.
Hat tespîtkirin ku pêlên germayê bandorê ji sedî 23 kêmbûna oksîjenê ya li çaraliyê cîhanê dikin.
Zanîst her wiha destnîşan kirin ku bendav û rêjeyên herikîna çeman jî bandorê li asta oksîjenê dikin. Hate gotin ku bendavên xwedî rezervuarên kêm in dibin sedema bilez a windabûna oksîjenê, lê ev bandor di rezervuarên kûr de sînordartir e.
Lêkolîneran hişyar kirin ku bi taybetî ji bo ekosîstemên ava şirîn a tropîkal parastina lezgîn û polîtîkayên avhewayê pêwîst e.

