Revîn Şêxmûs Çibîr dibêje; “Dema ku ez belgeya şehadetê ya her şehîdekî dixwînim, birayê min tê bîra min. Ez ji xwe re dibêjim, ‘Ev şehîd birayê min e.’ Lê herî zêde ez ji merasîma ku ji bo şehîdên Tişrînê hat lidarxistin bi bandor bûm. Bavê Teyar, Bavê Botan, Bavê Hogir, Menîce, Yusif, Ekrem…”
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs Çibîr a ku bi salan e li Qamişloyêji bo şehîdan merasîmên heybet li dar dixe, bi gotina: “Ev merasîm ne pîrozbahî ne jî şahî ne. Gelek caran ez bi dayik, bav, xwişk, bira û zarokên şehîdan re hêstir dirijînim” keda şehîdan a di Şoreşa Rojava de bi bîr tîne.
Meha Gulanê ji bo Tevgera Azadiya Kurd “Meha Şehîdan” e. Di vê mehê de ji Hakî Karer heta Mehmet Karasungur, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Necmî Oner, Hozan Mizgîn, Azad Sîser û Qasim Engîn û gelek gerîlayên PKK’ê di vê mehê de şehîd bûn. PKK’ê di Kongreya Yekem a sala 1981’an de ev meh wek “Meha Şehîdan” îlan kir. Meha Gulanê ji bo Kurdan ne tenê rûpeleke salnameyê ye, veguherî meha şehîdbûna herî dijwar, watedar û sembolîk.
Şervanên azadiyê ku şopa wan li her çiya, gelî, çem û dareke Kurdistanê tê dîtin, di têkoşîna 50 salî de gelek gerîlayên hêja veşartin û bedelên giran da. Îro, bi saya van qşehîdan têkoşîn mezin bûye û Kurd bûne hêzek ku rê nîşanî Rojhilata Navîn dide.
NASNAMEYA KU DIHAT ÎNKARKIRIN BI DEST XISTIN
Rêber Apo carekê di nirxandinekê de got, “Me welatparêziya welatekî ku kes navê wî nedikarî bibêje kir. Me rastiya gelekî ku kes nedixwest behsa navê wî derxist holê.” Li Rojava Kurdên ku bi salan di bin zilm û zordariya rejîma Baasê de têkoşiyan, tam jî mîna ku Rêber Apo got, ji bo şoreşê welatparêzî kir û nasnameya ku bi salan hatibû înkarkirin bi dest xistin. Kurdên ku 14 salan li gund, bajar û kolanên Rojava li ber xwe dan, ji bo gelên cîhanê bûn hêvî. Bê guman yên ku hêvî dan gel û ew hêvî mezin kirin, şehîdên şoreşê ne.
ZÊDETIRÎ 10 HEZAR ŞEHÎD
Li Sûriyeyê bi destpêkirina şerê navxweyî re, Kurdan bi avakirina meclis û komunan dest bi rêxistinbûnê kirin û “Riya Sêyemîn” parastin. Ev rê ne dîktatorî bû û ne jî barbariya cîhadîst bû. Ew jiyanek wekhevî û azadiyê bû ku tê de gel xwe birêve dibin. Îro bi hezaran şervan ji bo ev şoreşa ku wekî “Şoreşa Rojava” tê zanîn û ji bo gelên cîhanê bûye modelek canê xwe feda kirin. Ji sala 2012’an a ku bingeha şoreşê hatin danîn û heta niha zêdetirî 10 hezar şervan şehîd bûne; ji Kobanê heta Efrînê, ji Reqayê heta Minbicê, ji Çiyayê Kurmênc heta Çiyayê Kizwan, her kolan kirin enî, her mal kirin çeper û li ber xwe dan. Ciwanên ji Bakurê Kurdistanê bi avjenî û sînorên bi têlan derbas kirin, gerîlayan li çiyayên Kurdistanê korîdor vekirin û şoreşgerên enternasyonalîst ji welatên cûda yên cîhanê destê xwe dirêjî Kurdan kirin, di Şoreşa Rojava de nemir bûn.
JI XEBATAN HETA AGIRÎ ZAGROSAN
Gelên Ereb, Suryan û Ermen jî li kêleka Kurdan şer kirin. Êdî ev şoreş ne tenê şoreşa Kurdan bû, ya hemû bindestan, hemû kesên ku li azadiyê digerin bû. Niha, hemû destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin, ji Rêveberiya Xweser bigire heta perwerdehiya Kurdî, artêşa jinan û avaniya îdarî û siyasî bi saya şehîdê yekem Xebat Dêrik ku yek ji şehîdên pêşîn ên şoreşê, heta Agirî Zagros ku di 19’ê Gulanê de hate veşartin, hatine bidestxistin. Bi hezaran şervanên jin û mêr di êrîşên qirkirinê yên Cebhet El-Nusra, DAÎŞ, SMO, dewleta Tirk û HTŞ’ê de şehîd bûn. Piştre bi dehan ciwanan çek hildan û navê şehîdan li zarokên nû hatin dinyayê kirin.
25 SALAN KED DA
Di salên ku bingehên Şoreşa Rojava dihatin danîn de yek kesayetên ku di rêxistin, perwerde û karûbarên leşkerî de kedeke mezin da û bû sembol Xebat Dêrik e û ew bû yek ji şehîdên destpêkê. Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Xebat Dêrik (Mahmut Muhammed) di sala 2012’an de dema ku xebatên rêxistinî û amadekariya ragihandina şoreşê dihatin kirin de şehîd bû. Şehîd Xebat di sala 1987’an de tevlî xebatan bû û di nav de endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê, Konseya Fermandariya Leşkerî û fermandariya eyaletê jî hebûn di gelek peywirên girîng de cih girt. Ji ber ku ew fermandarek ku wê pêşengiya şoreşa Rojava bikira û tevkariya wê bikira li Qamişloyê hedef hat girtin. Şehîd Xebat dema ku ji bo vegerandina milkê desteserkirî yê Kurdan çû mala kesê bi navê Abdullah Bedro di 7’ê Çile de li Qamîşloyê rastî sûîqestê hat. Şehîd Xebat bi birîndarî rakirin nexweşxaneyek li Helebê û piştî 8 rojan şehîd bû.
Karwanê cenazeyê şehîd Xebat ku ji Helebê derket rê, di hemû bajarên Rojava yên tê de berbas bûn ji aliyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Hemû dikandaran kepenkên xwe girtin û dirûşmeya “Şehîd namirin” li her derê deng veda. Ji ber qerebalixiyê karwan piştî saetan gihîşt Qamişloyê û bi merasîmeke bi heybet li Dêrika Hemko hat veşartin.
RÊVEÇÛNA ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê GUHERAND
Şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan bi çalakiya fedaî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ku di sala 2014’an de êrîşî Kobanê kir, rêveçûna şer guherand. Di Cotmeha 2014’an de li 50 noqteyên cuda yên başûr û rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan şerê sîng bi sîng hat meşandin. Şehîd Arîn di 5’ê Cotmehê de bedena xwe li ser Girê Miştenûr ki çeper, pêşengiya şervanên ku li Kobanê tenê taxek di destê wan de ma bû kir û bû mîmara rêya serketinê.
Arîn (Dîlara Kinc) di sala 1992’yan de li navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayik bû. Ew di malbateke ku bi giranî bi nirxên Kurdewarî ve girêdayî bû de mezin bû. Ji sala 2007’an û pê ve kesayetiya wê ya şoreşger derket pêş û ew yek ji wan kesan bû ku ji rojên destpêkê ve bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bû. Ew bi 3 birayên xwe re tevlî hêzên xweparastinê bû. Arîn coşa beşdarbûna şoreşê jiya û her tim vê yekê bi kesên li dora xwe re da hîskirin. Di Nîsana 2013’an de bi damezrandina YPJ’ê re wê jî cihê xwe di artêşa jinan de girt. Arîn berî çalakiya xwe gotibû, “Jinên Kurd hîn di berxwedana Kobanê de gotina dawî negotine. Em ji çeteyan natirsin. Em ê heta dawiyê şer bikin, em li şûna bikevin destê çeteyan, em ê bedena xwe feda bikin.”
SOSINA EFRÎNÊ
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat 25 salan ji bo azadiyê têkoşiya. Dewleta Tirk a ku di tevahiya şoreşê de êrîşên dagirkeriyê pêk anî û bi balafirên bêmirov fermandarên pêşeng hedef girt, di 19’ê Tebaxa 2021’an de li Til Temirê endama Konseya Leşkerî ya YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed) şehîd kir. Sosin ligel fermandar Rênas Roj û sê hevalên xwe di êrîşa balafirên bêmirov de şehîd bû.
Sosin li herêma Çiyayê Kurmênc a Efrînê ji dayik bû. Di sala 1992’an de, ew beşdarî xebatên çandî û hunerî bû û di nava komeke govendê ya gel de cih girt. Di 9 saliya xwe de xwest tevlî têkoşîna azadiya Kurd bibe, lê ji ber temenê wê yê biçûk ev daxwaza wê nehat qebûlkirin. Di sala 1996’an de ew xeyala xwe pêk anî. Ji salên pêşîn ên şoreşê ve ji Heleb û Şehbayê heta Til Temirê li qada şer fermandariya yekîneyên parastinê kir. Di hemû pêngavên azadiyê de ruhê berxwedaniya jinên Kurd hebû. Her kêliya xwe di nava têkoşînê de derbas kir. Cenazeyê şehîd Sosin li Şehbayê bi def, zirne û hineyê hat veşartin. QSD’ê sonda tolhildana şehîd Sosin da û salek şûnde di Tîrmeha 2022’yan de şaneyek ji du jin û zilamekî pêk dihat û sîxuriya MÎT’ê dikirin hat hilweşandin.
FERMANDARÊ FEDAÎ YÊ HELEBÊ
Hêzên herêmî û navneteweyî yên ku hewl didan destkeftiyên gelê Kurd ku bihost bihost li Rojava afirandiye ji holê rakin, di Çileya 2026’an de vê carê bi destê HTŞ’ê êrîş dan destpêkirin. Bi erêkirina hêzên navneteweyî, dewleta Tirk û rejîma HTŞ’ê ya li Şamê di 6’ê Çileyê de bi şandina 45 hezar çeteyan, 110 tank, 4 balafirên bêmirov ên Bayraktar, 76 balafirên bêmirov ên kamîkaze, 94 yekîneyên topên mezîl dirêj, zêdetirî 400 wesayîtên zirxî, 78 pergalên roketavêjê û 550 çekên giran ên DShK li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrîşeke qirkirinê hat destêkirin. Bi çeteyên Emşat, Hemzat, Sultan Murat, Nûreddîn Zengî, SMO û Ehrar El Şerqiye re çeteyên DAÎŞ’ê jî rasterast i nava êrîşan de cih girt. Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) a Helebê Ziyad Heleb bi gotina, “Me ji gelê xwe û tevahiya cîhanê re got ku şervanên Rêber Apo li vir in. Divê her kes rastiya li vir bi zelalî bibîne û bê ruhê serkeftina me çawa bizanibe” peyama heta dawiyê wê li ber xwe bidin da. Meclisên Gel ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxwazên teslîmbûnê red kirin, biryara berxwedanê dan û seferberî îlan kirin. Taxên Kurdan ên ku bi mehan di bin dorpêçê de bûn, şeş rojan bênavber hatin bombebarankirin. Fermandar Ziyad Heleb bi endamên Asayîşê Hawar, Dilbirîn, Feraşîn, Denîz û Rojbîn re çalakiy fedaî kir û gihîşt şehadetê.
Fermandar Ziyad (Ziyad Qedûr) di sala 1988’an de li Efrînê ji dayik bû. Di sala 2011’an de li Helebê tevlî nav refên YPG’ê bû. Rojên ku Şoreşa Rojava destpê kiribûn bû. Xeyala wî parastina ax û gelê xwe û xizmetkirina şoreşê bû. Hem rejîma Baasê û hem jî çeteyên cûrbecûr di navbera salên 2011 û 2015’an de êrîşî Helebê kirin. Li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hat destpêkirin. Fermandar Ziyad di berxwedana gel de çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di warê leşkerî de ezmûnek mezin bi dest xist. Bi çalakiyên xwe yên leşkerî, hemû êrîş vala derxist û ji bo gelê xwe bi fedakarî şer kir. Ziyad Heleb ji berxwedana ku li Helebê dest pê kir heta şehadeta xwe, berî ku çalakiya xwe pêk bîne ev tişt got: “Em zarokên vê axê ne; em li vir ji dayik bûn, em li vir mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji kesî re pirsgirêk dernexist. Bi salan e, em bi gelên vê herêmê re li van taxan di nava aştiyê de dijîn. Ger hêz li dijî me şer îlan bikin, ger provokasyon û êrîşên leşkerî berdewam bikin destên me ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em ê gelê xwe biparêzin û em ê nehêlin kes zilm li wan bike. Em ê heta nefesa xwe ya dawî şer bikin. Me biryara mirinê da. Ji bilî mirinê pêvtir ti vebijarkek din tuneye. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin. Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedana me were dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Ruhê me fedakariya gel e. Em li vir rûmet û hebûna gelê Kurd diparêzin.”
BERHEMA KEDA WAN
Şehîdên ku ji bo parastin û mezinkirina şoreşê gavek jî paşve neavêtin, li hemû bajar û gundên Rojava bi merasîmên ku bi hezaran kes beşdar bûn hatin veşartin. Her merasîm bi baldarî tê organîzekirin. Şehîd bi konvoyan di kolanan re tînin goristanan, rêz tê girtin, axaftin tên kirin, belgeyên şehadeta wan têne xwendin û bi tilîliyan têne veşartin. Ev rîtuela ku bi salan e tê lidarxistin, nîşaneya herî şênber a berdewamkirina mîrata şehîdan e. Yek ji kesên ku van merasîman organîze dike Revîn Şêxmûs Çibîr e. Ew di merasîma birayê xwe yê gerîlayê HPG’ê ku di sala 2018’an de şehîd bû de amade bû. Revîn Şêxmûs Çibîr hestên xwe ji ANF’ê re wiha vegot: “Ez bi taybetî di merasîmên ji bo şehîdên ku zarok û hevjînên wan hene û yên ji beşên din ên Kurdistanê ku malbatên wan nikarin li vir bin, bi bandor dibim. Dema ku min belgeyên şehîdên Tişrînê xwendin, min nikarîbû hêsirên xwe veşêrim. Ez nêzîkî wan bûm, em her roj bi hev re bûn. Jiyana azad berhema berdêla ku wan daye ye. Divê em xwedî li keda wan derkevin, tiştên ji me dixwazin bi cih bînin û soza xwe pêk bînin.”
Gotina Çibîr; “şehîdên ku malbatên wan ne li vir in” yek ji pênaseyên herî zelal ên bi wate, girîng û nirxa Şoreşa Rojava ye. Em bi saya kesên ku ji bo şoreşê ji çar aliyên Kurdistanê hatine û berê xwe dane Rojava dikarin bi dengekî bilind biaxivin…

