Şemî, 23 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Di gavên herî bingehîn de jî pêvajo giran dimeşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê wê roja Yekşemê bi Rêber Apo re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran li dijî biryara bêhukmiya teqez protesto

    Ji aliyê Stêrk TV

    YSK’ê îtîraza CHP’ê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Elewiyan: Mesele ne tenê CHP ye, siyaseta demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komîn vegera li cewhera xwe ye, em ê komînên xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dîroka jinên Kurd de mînakên xweparastinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber pirtûka Rêber Apo salek ceza li girtiyekê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinê: Bi Abdullah Ocalan re muzakereya wekhev, bila TMK bê rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê dayikekê xwe li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an avêt xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di Meha Şehîdan de Rojava
Rojava

Di Meha Şehîdan de Rojava

Her şehadetek mîrateyek e, her merasîmek sozek e… Ji Xebat Dêrik bigire heta Ziyad Heleb di 14 salan de bi hezaran şervanan ji bo Şoreşa Rojava bedelên giran dan û şoreşê wekî mîratekê ji me re hiştin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2026 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Revîn Şêxmûs Çibîr dibêje; “Dema ku ez belgeya şehadetê ya her şehîdekî dixwînim, birayê min tê bîra min. Ez ji xwe re dibêjim, ‘Ev şehîd birayê min e.’ Lê herî zêde ez ji merasîma ku ji bo şehîdên Tişrînê hat lidarxistin bi bandor bûm. Bavê Teyar, Bavê Botan, Bavê Hogir, Menîce, Yusif, Ekrem…”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs Çibîr a ku bi salan e li Qamişloyêji bo şehîdan merasîmên heybet li dar dixe, bi gotina: “Ev merasîm ne pîrozbahî ne jî şahî ne. Gelek caran ez bi dayik, bav, xwişk, bira û zarokên şehîdan re hêstir dirijînim” keda şehîdan a di Şoreşa Rojava de bi bîr tîne.

Meha Gulanê ji bo Tevgera Azadiya Kurd “Meha Şehîdan” e. Di vê mehê de ji Hakî Karer heta Mehmet Karasungur, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Necmî Oner, Hozan Mizgîn, Azad Sîser û Qasim Engîn û gelek gerîlayên PKK’ê di vê mehê de şehîd bûn. PKK’ê di Kongreya Yekem a sala 1981’an de ev meh wek “Meha Şehîdan” îlan kir. Meha Gulanê ji bo Kurdan ne tenê rûpeleke salnameyê ye, veguherî meha şehîdbûna herî dijwar, watedar û sembolîk.

Şervanên azadiyê ku şopa wan li her çiya, gelî, çem û dareke Kurdistanê tê dîtin, di têkoşîna 50 salî de gelek gerîlayên hêja veşartin û bedelên giran da. Îro, bi saya van qşehîdan têkoşîn mezin bûye û Kurd bûne hêzek ku rê nîşanî Rojhilata Navîn dide.

NASNAMEYA KU DIHAT ÎNKARKIRIN BI DEST XISTIN

Rêber Apo carekê di nirxandinekê de got, “Me welatparêziya welatekî ku kes navê wî nedikarî bibêje kir. Me rastiya gelekî ku kes nedixwest behsa navê wî derxist holê.” Li Rojava Kurdên ku bi salan di bin zilm û zordariya rejîma Baasê de têkoşiyan, tam jî mîna ku Rêber Apo got, ji bo şoreşê welatparêzî kir û nasnameya  ku bi salan hatibû înkarkirin bi dest xistin. Kurdên ku 14 salan li gund, bajar û kolanên Rojava li ber xwe dan, ji bo gelên cîhanê bûn hêvî. Bê guman yên ku hêvî dan gel û ew hêvî mezin kirin, şehîdên şoreşê ne.

ZÊDETIRÎ 10 HEZAR ŞEHÎD

Li Sûriyeyê bi destpêkirina şerê navxweyî re, Kurdan bi avakirina meclis û komunan dest bi rêxistinbûnê kirin û “Riya Sêyemîn” parastin. Ev rê ne dîktatorî bû û ne jî barbariya cîhadîst bû. Ew jiyanek wekhevî û azadiyê bû ku tê de gel xwe birêve dibin. Îro bi hezaran şervan ji bo ev şoreşa ku wekî “Şoreşa Rojava” tê zanîn û ji bo gelên cîhanê bûye modelek canê xwe feda kirin. Ji sala 2012’an a ku bingeha şoreşê hatin danîn û heta niha zêdetirî 10 hezar şervan şehîd bûne; ji Kobanê heta Efrînê, ji Reqayê heta Minbicê, ji Çiyayê Kurmênc heta Çiyayê Kizwan, her kolan kirin enî, her mal kirin çeper û li ber xwe dan. Ciwanên ji Bakurê Kurdistanê bi avjenî û sînorên bi têlan derbas kirin, gerîlayan li çiyayên Kurdistanê korîdor vekirin û şoreşgerên enternasyonalîst ji welatên cûda yên cîhanê destê xwe dirêjî Kurdan kirin, di Şoreşa Rojava de nemir bûn.

JI XEBATAN HETA AGIRÎ ZAGROSAN

Gelên Ereb, Suryan û Ermen jî li kêleka Kurdan şer kirin. Êdî ev şoreş ne ​​tenê şoreşa Kurdan bû, ya hemû bindestan, hemû kesên ku li azadiyê digerin bû. Niha, hemû destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin, ji Rêveberiya Xweser bigire heta perwerdehiya Kurdî, artêşa jinan û avaniya îdarî û siyasî bi saya şehîdê yekem Xebat Dêrik ku yek ji şehîdên pêşîn ên şoreşê, heta Agirî Zagros ku di 19’ê Gulanê de hate veşartin, hatine bidestxistin. Bi hezaran şervanên jin û mêr di êrîşên qirkirinê yên Cebhet El-Nusra, DAÎŞ, SMO, dewleta Tirk û HTŞ’ê de şehîd bûn. Piştre bi dehan ciwanan çek hildan û navê şehîdan li zarokên nû hatin dinyayê kirin.

25 SALAN KED DA

Di salên ku bingehên Şoreşa Rojava dihatin danîn de yek kesayetên ku di rêxistin, perwerde û karûbarên leşkerî de  kedeke mezin da û bû sembol Xebat Dêrik e û ew bû yek ji şehîdên destpêkê. Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Xebat Dêrik (Mahmut Muhammed) di sala 2012’an de dema ku xebatên rêxistinî û amadekariya ragihandina şoreşê dihatin kirin de şehîd bû. Şehîd Xebat di sala 1987’an de tevlî xebatan bû û di nav de endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê, Konseya Fermandariya Leşkerî û fermandariya eyaletê jî hebûn di gelek peywirên girîng de cih girt. Ji ber ku ew fermandarek ku wê pêşengiya şoreşa Rojava bikira û tevkariya wê bikira li Qamişloyê hedef hat girtin. Şehîd Xebat dema ku ji bo vegerandina milkê desteserkirî yê Kurdan çû mala kesê bi navê Abdullah Bedro di 7’ê Çile de li Qamîşloyê rastî sûîqestê hat. Şehîd Xebat bi birîndarî rakirin nexweşxaneyek li Helebê û piştî 8 rojan şehîd bû.

Karwanê cenazeyê şehîd Xebat ku ji Helebê derket rê, di hemû bajarên Rojava yên tê de berbas bûn ji aliyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Hemû dikandaran kepenkên xwe girtin û dirûşmeya “Şehîd namirin” li her derê deng veda. Ji ber qerebalixiyê karwan piştî saetan gihîşt Qamişloyê û bi merasîmeke bi heybet li Dêrika Hemko hat veşartin.

RÊVEÇÛNA ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê GUHERAND

Şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan bi çalakiya fedaî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ku di sala 2014’an de êrîşî Kobanê kir, rêveçûna şer guherand. Di Cotmeha 2014’an de li 50 noqteyên cuda yên başûr û rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan şerê sîng bi sîng hat meşandin. Şehîd Arîn di 5’ê Cotmehê de bedena xwe li ser Girê Miştenûr ki çeper, pêşengiya şervanên ku li Kobanê tenê taxek di destê wan de ma bû kir û bû mîmara rêya serketinê.

Arîn (Dîlara Kinc) di sala 1992’yan de li navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayik bû. Ew di malbateke ku bi giranî bi nirxên Kurdewarî ve girêdayî bû de mezin bû. Ji sala 2007’an û pê ve kesayetiya wê ya şoreşger derket pêş û ew yek ji wan kesan bû ku ji rojên destpêkê ve bi awayekî çalak beşdarî şoreşê bû. Ew bi 3 birayên xwe re tevlî hêzên xweparastinê bû. Arîn coşa beşdarbûna şoreşê jiya û her tim vê yekê bi kesên li dora xwe re da hîskirin. Di Nîsana 2013’an de bi damezrandina YPJ’ê re wê jî cihê xwe di artêşa jinan de girt. Arîn berî çalakiya xwe gotibû, “Jinên Kurd hîn di berxwedana Kobanê de gotina dawî negotine. Em ji çeteyan natirsin. Em ê heta dawiyê şer bikin, em li şûna bikevin destê çeteyan, em ê bedena xwe feda bikin.”

SOSINA EFRÎNÊ

Endama Konseya Leşkerî ya YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat 25 salan ji bo azadiyê têkoşiya. Dewleta Tirk a ku di tevahiya şoreşê de êrîşên dagirkeriyê pêk anî û bi balafirên bêmirov fermandarên pêşeng hedef girt, di 19’ê Tebaxa 2021’an de li Til Temirê endama Konseya Leşkerî ya YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed) şehîd kir. Sosin ligel fermandar Rênas Roj û sê hevalên xwe di êrîşa balafirên bêmirov de şehîd bû.

Sosin li herêma Çiyayê Kurmênc a Efrînê ji dayik bû. Di sala 1992’an de, ew beşdarî xebatên çandî û hunerî bû û di nava komeke govendê ya gel de cih girt. Di 9 saliya xwe de xwest tevlî têkoşîna azadiya Kurd bibe, lê ji ber temenê wê yê biçûk ev daxwaza wê nehat qebûlkirin. Di sala 1996’an de ew xeyala xwe pêk anî. Ji salên pêşîn ên şoreşê ve ji Heleb û Şehbayê heta Til Temirê li qada şer fermandariya yekîneyên parastinê kir. Di hemû pêngavên azadiyê de ruhê berxwedaniya jinên Kurd hebû. Her kêliya xwe di nava têkoşînê de derbas kir. Cenazeyê şehîd Sosin li Şehbayê bi def, zirne û hineyê hat veşartin. QSD’ê sonda tolhildana şehîd Sosin da û salek şûnde di Tîrmeha 2022’yan de şaneyek ji du jin û zilamekî pêk dihat û sîxuriya MÎT’ê dikirin hat hilweşandin.

FERMANDARÊ FEDAÎ YÊ HELEBÊ

Hêzên herêmî û navneteweyî yên ku hewl didan destkeftiyên gelê Kurd ku bihost bihost li Rojava afirandiye ji holê rakin, di Çileya 2026’an de vê carê bi destê HTŞ’ê êrîş dan destpêkirin. Bi erêkirina hêzên navneteweyî, dewleta Tirk û rejîma HTŞ’ê ya li Şamê di 6’ê Çileyê de bi şandina 45 hezar çeteyan, 110 tank, 4 balafirên bêmirov ên Bayraktar, 76 balafirên bêmirov ên kamîkaze, 94 yekîneyên topên mezîl dirêj, zêdetirî 400 wesayîtên zirxî, 78 pergalên roketavêjê û 550 çekên giran ên DShK li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrîşeke qirkirinê hat destêkirin. Bi çeteyên Emşat, Hemzat, Sultan Murat, Nûreddîn Zengî, SMO û Ehrar El Şerqiye re çeteyên DAÎŞ’ê jî rasterast i nava êrîşan de cih girt. Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) a Helebê Ziyad Heleb bi gotina, “Me ji gelê xwe û tevahiya cîhanê re got ku şervanên Rêber Apo li vir in. Divê her kes rastiya li vir bi zelalî bibîne û bê ruhê serkeftina me çawa bizanibe” peyama heta dawiyê wê li ber xwe bidin da. Meclisên Gel ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxwazên teslîmbûnê red kirin, biryara berxwedanê dan û seferberî îlan kirin. Taxên Kurdan ên ku bi mehan di bin dorpêçê de bûn, şeş rojan bênavber hatin bombebarankirin. Fermandar Ziyad Heleb bi endamên Asayîşê Hawar, Dilbirîn, Feraşîn, Denîz û Rojbîn re çalakiy fedaî kir û gihîşt şehadetê.

Fermandar Ziyad (Ziyad Qedûr) di sala 1988’an de li Efrînê ji dayik bû. Di sala 2011’an de li Helebê tevlî nav refên YPG’ê bû. Rojên ku Şoreşa Rojava destpê kiribûn bû. Xeyala wî parastina ax û gelê xwe û xizmetkirina şoreşê bû. Hem rejîma Baasê û hem jî çeteyên cûrbecûr di navbera salên 2011 û 2015’an de êrîşî Helebê kirin. Li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hat destpêkirin. Fermandar Ziyad di berxwedana gel de çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di warê leşkerî de ezmûnek mezin bi dest xist. Bi çalakiyên xwe yên leşkerî, hemû êrîş vala derxist û ji bo gelê xwe bi fedakarî şer kir. Ziyad Heleb ji berxwedana ku li Helebê dest pê kir heta şehadeta xwe, berî ku çalakiya xwe pêk bîne ev tişt got: “Em zarokên vê axê ne; em li vir ji dayik bûn, em li vir mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji kesî re pirsgirêk dernexist. Bi salan e, em bi gelên vê herêmê re li van taxan di nava aştiyê de dijîn. Ger hêz li dijî me şer îlan bikin, ger provokasyon û êrîşên leşkerî berdewam bikin destên me ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em ê gelê xwe biparêzin û em ê nehêlin kes zilm li wan bike. Em ê heta nefesa xwe ya dawî şer bikin. Me biryara mirinê da. Ji bilî mirinê pêvtir ti vebijarkek din tuneye. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin. Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedana me were dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Ruhê me fedakariya gel e. Em li vir  rûmet û hebûna gelê Kurd diparêzin.”

BERHEMA KEDA WAN

Şehîdên ku ji bo parastin û mezinkirina şoreşê gavek jî paşve neavêtin, li hemû bajar û gundên Rojava bi merasîmên ku bi hezaran kes beşdar bûn hatin veşartin. Her merasîm bi baldarî tê organîzekirin. Şehîd bi konvoyan di kolanan re tînin goristanan, rêz tê girtin, axaftin tên kirin, belgeyên şehadeta wan têne xwendin û bi tilîliyan têne veşartin. Ev rîtuela ku bi salan e tê lidarxistin, nîşaneya herî şênber a berdewamkirina mîrata şehîdan e. Yek ji kesên ku van merasîman organîze dike Revîn Şêxmûs Çibîr e. Ew di merasîma birayê xwe yê gerîlayê HPG’ê ku di sala 2018’an de şehîd bû de amade bû. Revîn Şêxmûs Çibîr hestên xwe ji ANF’ê re wiha vegot: “Ez bi taybetî di merasîmên ji bo şehîdên ku zarok û hevjînên wan hene û yên ji beşên din ên Kurdistanê ku malbatên wan nikarin li vir bin, bi bandor dibim. Dema ku min belgeyên şehîdên Tişrînê xwendin, min nikarîbû hêsirên xwe veşêrim. Ez nêzîkî wan bûm, em her roj bi hev re bûn. Jiyana azad berhema berdêla ku wan daye ye. Divê em xwedî li keda wan derkevin, tiştên ji me dixwazin bi cih bînin û soza xwe pêk bînin.”

Gotina Çibîr; “şehîdên ku malbatên wan ne li vir in” yek ji pênaseyên herî zelal ên bi wate, girîng û nirxa Şoreşa Rojava ye. Em bi saya kesên ku ji bo şoreşê ji çar aliyên Kurdistanê hatine û berê xwe dane Rojava dikarin bi dengekî bilind biaxivin…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Îmraliyê wê roja Yekşemê bi Rêber Apo re hevdîtin bike
Nûçeya Pişt re ROJEVA 23’Ê GULANA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikumeta veguhêz Dr. Şimês Mehfûd girt

Hikumeta veguhêz pisporê qanûnên navneteweyî Şimês Mehfûd bi sûcdariya "li dijî ewlehiya dewletê tev digire"…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (226)

Dû nûsînî kurtî  Bekir Hiseyn u Şwan Ehmed7-î Novambrî 2022Zor supas û destxoş Kake Hesenî…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Bi girseyî çûn serdana şîna şehîda Efrînê Jiyan Cûdî

Şîna şervana HRE’yê Jiyan Cûdî (Bêrîvan Demîrcî) a ku li Efrînê di çalakiya li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Çalakiyên gelê Cebel Eqîlê yên li dijî dewleta Tirk berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

El Hicrî: Biryara rêveberiya xweser jêneveger e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ermenan nerazîbûn nîşanî dûrxistina ji hilbijartinê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikûmeta demkî bi rayedarên Hesekê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?