În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE wê piştgiriya xwe ya leşkerî ya li Ewropayê kêm bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Em ji bo neteweya Kurd li Neteweyên Yekbûyî statuyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remzî Kartal: Daxwaza yekîtiyê ya gel di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Sîlîvriyê û 16 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wan re bû Yasîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Kothari: Fikrên Abdullah Ocalan û Gandhi dişibin hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye
Jin

Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

Di wêjeya Erebî de, Nejala Thamir bi romanên xwe, rojnamegerî, xebatên rewşenbîrî û rola xwe ya di têkoşîna mafên jinan de tê nasîn, ku mîrateyek e heta roja îro jî wê rola xwe didomîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di dîroka mirovahiyê de gelek pêşeng hene ku ji bo ku civaka wan aramtir bijîn bi gelek tiştan re rû bi rû dimînin, lê belê dîsa jî ji bo civaka xwe têdikoşin û bi fedakarî û wêrekiya xwe pêşengtiyê dikin. Najala Thamir a ji Tunisê yek ji wan jinan e.

Najala Thamir yek ji yekem jinên Tunisî ye ku nivîskarî û rojnamevantî kiriye. Li gorî rastiyên civaka xwe analîz kirine, nivîsandiye û yekem jin e ku di radyoyê de bername çêkiriye û dengê xwe gihandiye jinên Tunîsî.

Nejala Thamir rastiya civaka xwe ya Ereb û têkoşîna bilindkirina rewşa jinan a li cîhana Erebî bi rêya romanê vegotiye û gihandiye vê serdemê.

Nejala Thamir di pêşgotina romana xwe pêşîn a bi navê “Jin û Jiyan” de (1956) ku bi zimane Erebî hatiye nivîsandin, wiha dibejê;

“Tiştên ku ez ê di vê pirtûkê de pêşkêş bikim ji raman, nerînên li ser mijarên cuda yên weke pirsgirêkên civakî û çandî, perwerde û malbatê bêtir tiştekî din nînin. Dibe ku hin kes bifikirin ku ez weke şêwirmend û rêberekê tev digerim, lê belê di rastiyê de ez di dema nivîsandinê de bi tu awayî wisa nafikirim.

Armanca min bi tenê ew e ku ez pirsgirêkên civakî çareser bikim. Ez ew kes im ku ji van pirsgirêkan bandor bûme û dixwazim wan derbas bikim.”

DI WÊJEYA EREBÎ DE ROLA JINAN

Di wêjeya Erebî de jin di du serdemên sereke de têne lêkolînkirin, hem weke mijarekê (tema-obje) ku di berheman de tê vekolandin û hem jî weke rewşenbîreke (mijar- kirde) bihêz ku wan nivîsan hildiberîne.

Di serdemên herî kevn ên wêjeya Erebî de, jin bi gelemperî di helbestan de wekî tiştên xwestekê (xezal) yan jî kesên ku piştî şer/mirinê şîn digirin hatine nivîsandin.

Serdema Modern û Tevgera Jinan; Modernîzasyona ku ji dawiya sedsala 19’an û pê ve li cîhana Ereban pêk hat, rê li ber derketina têgeha “Femînîzma Ereb” û kokgirtina wêjeya jinan vekir.

Di wêjeya Erebî de, Nejala Thamir  bi romanên xwe, rojnamegerî, xebatên rewşenbîrî û rola xwe ya di têkoşîna mafên jinan de tê nasîn, ku mîrateyek e heta roja îro jî wê rola xwe didomîne.

Jineke wisa ye ku bi awayekî rastîn neheqiyên ku jin rû bi rû dimînin, nîşan dide û li dijî wan têdikoşe.

Nejala Thamir (Nejia Thameur / Bint al-Waha) kî ye û wê kesayeteke çawa hebû?

Nejala Thamir ku weke Bint al-Waha (Keça Waha)-Necla Wanli  jî tê nasîn, jineke pêşeng bû û di demekê ku jin hewceyî mamosteyeke jîr bûn de da ku wan ji xewa dîrokî şiyar bike û wan ji cîhanên wan ên girtî azad bike, wan bi sedemên jiyana rastîn, jiyanek tijî çalakî, baweriyê û rolên wan ên bingehîn ên di nava malbat û civakê de  girê bide, ji bo piştgirîkirin û hêzdarkirina jinan dilsoziyeke mezin nîşan da.

Ew nivîskareke jin a Tunisî ye ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, kesayetiyeke pêşeng e ku bi taybet di wêjeya jinan, rojnamegeriya jinan û civakê û weşana radyoyê de pêşengtiya wê derdikeve pêş. Ew di sala 1926’an de li bajarê Şamê yê Sûriyeyê ji dayik bûye û piştre di bîst saliya xwe de koçî Tunisê kiriye. Hemwelatiya Tunisê wergirtiye û 42 salan li gel hevserê xwe li Cezayîrê  heta wefata xwe ya di sala 1988’an de jiyaye.

Nivîskar û pêşkêşvana radyoyê ya Tunisî Nejala Thamir (Nejia Thameur / Bint al-Waha), yek ji nivîskarên jin ên pêşeng ên herî girîng a di wêjeya nûjen a Tunisê de ye ku di çîrokên xwe de bi awayekî bihêz cih daye têkoşîna ji bo mafên jinan û veguherîna civakî.  Nejala Thamir  di berhemên xwe de ew bi awayekî rasterast neheqiyên ku civak bi taybetî jî jin di nava pergala baviksalar a kevneşopî û hewldanên modernîzasyonê de asê mane, û bi wan re rû bi rû dimînin, tîne ziman. Nivîs û çalakiyên wê yên rojnamegeriyê jî bi awayekî berbiçav parêzvaniya mafên jinan nîşan didin. Ji bilî kariyera xwe ya edebî, bi salan weke hilberînera radyoyê xebitî ye.

Em dikarin çîrokên Nejala Thamir û nêzîkatiya wê ya li hemberî têkoşîna mafên jinan wiha rêz bikin:

Nejala Thamir çîrokên xwe ne tenê weke nivîsên edebî, di heman demê de weke amûreke ji bo têkoşîna civakî û bilindkirina statuya jinan a li cîhana Erebî bi kar anîne.

Dema ku ew mafên jinan diparêze wan  hêmanên derdixe pêş;

Mafê jinan ê perwerdeyê, serxwebûna aborî, xuyabûna civakî, neheqiya navmalî û hevberdan, xizanî û cudahiyên çînî dixe.

Ew dibêje ku perwerde şertê yekem e ji bo rizgariya civakî ya jinan û sekinîna li ser lingên xwe.

Ew tekez dike ku divê jin bi beşdarbûna hilberînê zincîrên serxwebûna aborî yên di destê mêrên serdest de bişkînin. Li dijî sînordarkirina jinan a hiştina li malê wê bi rêya bername û nivîsên radyoyê hewl da ku dengê jinan di qada giştî de bilind bike. Ew bi awayekî rasterast meylên mêran ên li ser pirjiniyê, neheqiyên ku jin di dema pêvajoyên hevberdanê de rû bi rû dimînin û rewşa zarokan a di van pêvajoyan de eşkere dike. Ew têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan bi tenê li gel derdorên rewşenbîran sînordar nake; her weha ew ji bo têkoşînên jiyanê yên jinên ji çînên jêrîn, jinên karker û yên ku li deverên gundan dijîn cîhek girîng vediqetîne.

Nejala Thamir di rojnamegeriya jinan de roleke pêşeng û piralî lîstiye, di gelek kar û xebatan de bi rola xwe ya pêşengtiyê û bi berpirsiyar tev geriyaye.

Nejala Thamir endama gelek saziyên civakî û çandî bû ku hin ji wan Yekîtiya Jinan, Komeleya Mafên Nivîskaran û Yekîtiya Nivîskarên Tunisê ne. Ew di radyoya neteweyî de jî çalak bû; di sala 1947’an de, wê li ser jinan bernameyek radyoyê ya bi navê  “Li Pişt Perdeyê” çêkiriye û nêzî deh salan weşana wê domandiye.

Piştre wê bernameya pêşeng ya bi navê “Para Jinan” çêkir û berpirsiyara kovara radyoyê ya bi navê “Gelî Însanan Rêberiya Min Bikin’’ bû. Wê bi Dr. Mihemed Ferîd Gazî yê sosyalîst re li ser nerînên femînîst nîqaşek çandî ya girîng kiriye.

Berhemeya wê ya edebî, rewşenbîrî û berhemdar cihêrengbûna xwe girtiye, cûrbecûr celebên edebî, nemaze çîrokên kurt, helbest, şano û dramayên radyoyê yên li Tunis, Cezayîr û Fasê hatine weşandin, di nav xwe de digirt.

Nejala Thamir  di nivîsên xwe de armanc dikir ku  jin beşdarî tevgera jinan bibin û wê pirsgirêk û mafên jinan esas digirt;

Nejala Thamir nivîsandina li ser rewşa jinan û beşdarbûna wan a ji bo tevgera jinan armanc dikir da ku wan baştir bike û pêş bixe. Bi rêya zimanê raveker û sembolîk û pir caran jî bi rêya lîstikên radyoyê yên ku wê bi xwe çavdêriya wan dikir, armanc dikir ku hişmendiya li ser pirsgirêk û mafên jinan zêde bike.

DI ÇÎROKÊN WÊ DE MIJARÊN SEREKE

Nakokiya di navbera kevneşopî û modernîteyê de, ew têkiliya biêş a di navbera qaîdeyên civakî yên hişk ên ku ji hêla nifşê kevintir ve têne ferzkirin û nifşê ciwan ê ku li modernîzasyonê digere û mafên xwe îdîa dike de vedikole.

HEMÛ PIRTÛK Û BERHEMÊN NEJALA THAMIR

Wê li ser jinan du pirtûk weşandine: Ya yekem, “Jin û Jiyan” (1956) û ya duyem jî pêşgotinek ji bo Asma bint Esad ibn al-Furat (1977) e.

Wê çar berhevokên çîrokên kurt jî weşandin: “Edaleta Bihuştê” (1956), “Me Jiyan Dixwest” (1956), “Samar û Ebar” (1972), û “Çirçik” (1978).

Wê pirtûkeke çîrokên zarokan jî ya bi navê”Çîrokên Dapîra Min” (1973) û hejmareke helbestan jî nivîsandine.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’
Nûçeya Pişt re Şaredarê Sîlîvriyê û 16 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di lêpirsîna Gulistan Dokû de geşedana nû: ‘Di dema bûyerê de di wesayîtê de bû’

Lêpirsîna têkildarî windabûna Gulistan Dokû ya ku 5’ê Çileya 2020’an li Dersimê winda bû, didome.…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (217)

Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan"…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Li Efganistanê bîlanço giran dibe: Zêdeyî 2200 mirî, nêzî 4000 birîndar

Li Efganistanê bîlançoya erdheja bi mezinahiya 6 pileyî ku şeva Yekşemê qewimî, giran dibe.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DYE wê piştgiriya xwe ya leşkerî ya li Ewropayê kêm bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nîlufer Koç: Em ji bo neteweya Kurd li Neteweyên Yekbûyî statuyê dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?