Li gor nûçeya rojnameya The New York Times, ev plan di destpêka Hezîranê de ji hevalbendên NATO’yê re hate ragihandin.
Li gor belgeyên leşkerî, hejmara balafirên şer ên F-15 û F-16 yên ku di demên krîzê de ji NATO’yê re tên dayîn, wê hejmara wê ji 150’an dakeve 100’an. Her wiha, hejmara balafirên keşfê yên deryayî jî dê kêm bibe.
Di nûçeyê de, hat gotin ku balafirên dagirtina sotemeniyê yên DYE êdî ji bo operasyonên NATO’yê li Ewropayê nayên bikar anîn. Her wiha, hat gotin ku balafirhilgirek, noqavek, hin keştiyên şer û hin balafirên bombebarankirinê dê bişînin herêmên din.
Wezareta Parastinê ya DYE (Pentagon) hejmarên heyî piştrast nekir. Lê hat gotin ku ev gav beşek ji siyaseta rêveberiya Donald Trump e ku dixwaze hebûna leşkerî ya DYE li Ewropayê kêm bike û çavkaniyan ber bi herêmên din ve veguhezîne.

