Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya li Amedê de ji Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û ji Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) 5 kes hatin binçavkirin.
Kesên li bajarên cuda hatin binçavkirin bi vî rengî ne: Fethiye Ok, Soner Çiçek, Bensu Özkan, Poyraz Aksu û Rümeysa Batıran.
ESP’ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û got, “Li dijî sosyalîstên şoreşger operasyona qirkirina siyasî dewam dike. Têkoşîna sosyalîst a şoreşger sûc nîne. Bijî têkoşîna me ya rêxistinbûyî. Ev dorpêçî wê belav bibe, azadî wê bi ser bikeve!”

