Girtiyên ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hatin berdan, ji aliyê rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Komeleya Dema Jinê ye û gelek xizmên girtiyan ve li ber girtîgehê bi tilîlî û kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirinê de ku tim û tim dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate qîrîn, Sureyya Bûlût axivî û got, “Em bi kelecan in, lê di heman demê de xemgîn in.”
Sureyya Bûlût got, “Heta ku Rêberê me û hemû hevalên me li girtîgehê bin, em hîn jî azad nînin. Piştî 32 salan em bi kelecan di nava gelê xwe de ne. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gelek berpirsyarî dikeve ser milê me û em amade ne ku çi ji destê me bê bikin.”
Dîlek Oz jî got, “2 sal in pirsa ‘Hûn poşman in’ li me dikin. Dibe ku vê yekê 2 sal ji me bir, lê belê em doh li ku bûn, îro jî li heman cihî ne.”
Dîlek Oz got, “Em bi ciwantî hatin girtin, bi ciwantî jî derdikevin” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Ji aliyê fîzîkî ve jî, ji aliyê dil û ruhî ve jî bi wî rengî ye. Ti zextê nekarî bi me. Serbilind im ku ewlada gelê Kurd im, serbilind im ku bi vê baweriyê ji vê derê derdikevim. Gelek silavên hevalên min hene. Daxwazên me daxwazên wan e. Îro ji vê derê silav ji Serok Apo re. Gelekî xweş e ku mirov hevrêyên wî bin. Ez bawer dikim ku em ê bi wî re li ser bedenên Amedê govendê bigerînin.”

