Di nameya xwe ya vekirî de, KNK’ê ji bo aştiyek adil û mayînde bi taybetî çar daxwaz ji welatên endamên NATO’yê kir.
BEHSA PÊVAJOYA DÎYALOGÊ HAT KIRIN
Nameya vekirî ya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya Lûtkeya NATO’yê ya pêşerojê ya li Enqerê dinivîsin, da ku bala we bikişînin li ser pêvajoya diyalogê ya berdewam a di navbera Abdullah Ocalan, Tevgera Kurd û dewleta Tirk de, ku armanca wê bidestxistina aştiyeke adil û mayînde ye. Wekî endamekî stratejîk ê girîng ê NATO’yê, geşedanên li Tirkiyeyê xwedî encamên ku ji sînorên wê pir wêdetir in.
Çareseriyeke demokratîk a pirsa Kurd dê aramiyê li Tirkiyeyê xurt bike û ji bo ewlehiya li seranserê herêmê bibe alîkar.
Di demekê de ku Sûriye, Iraq û Îran hemû bi nezelaliyeke kûr û pevçûnan re rû bi rû ne, pêvajoya diyalogê ya li Tirkiyeyê derfeteke kêmpeyda nîşan dide. Eger rê lê bê dayîn ku bi awayekî watedar pêş bikeve, ew dikare bibe alîkar ji bo Tirkiyeyeke aramdar û demokratîktir û alîkariyê bide kêmkirina tengezariyan li seranserê herêma berfireh, bi taybetî di derbarê Rojava li Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Iraqê de. Pirsgirêka Kurd a çaresernedikirî gelek zehmetiyên siyasî û ewlehiyê de ye ku bandorê li herêmê dikin.
ALIYÊ KURD DILSOZIYA XWE YA JI BO ÇARESERIYEKE SIYASÎ NÎŞAN DAYE
Aliyê Kurdan gelek caran pabendiya xwe ya ji bo çareseriyeke siyasî û danûstandinî nîşan daye. Bangewaziya Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku çekên xwe deynê û xwe fes bike, derfeteke dîrokî ji bo aştiyê vekir û li pey wê gavên berbiçav hatin avêtin, di nav de agirbesteke yekalî û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî. Birêz Ocalan, ku ji aliyê bi milyonan Kurd ve wek nûnerê wan ê rewa tê qebûlkirin û di danûstandinên aştiyê yên 2013-2015’an de roleke navendî lîstiye, ji bo aştiyeke bi rûmet û bi bandor wek hevpeyvînerê sereke dimîne. Lê belê, ji bo ku danûstandin bi ser bikevin, divê aliyê Kurd jî bikaribe di şertên adil de beşdar bibe. Berdewamiya astengkirina gihîştina Birêz Ocalan û domandina tecrida wî, bi pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer re lihevnehatî ye.
Aştiyeke adil û mayînde li Tirkiyeyê ne tenê dê welat ji aliyê navxweyî ve xurt bike, lê her wiha dê di berjewendiyên ewlehiyê yên berfirehtir ên welatên din ên endamên NATO’yê de jî be. Ew ê rîska pevçûna nû û koçberbûnê kêm bike, zexta tevgera penaberan ber bi Ewropayê ve kêm bike û dê alîkariyê bide ji bo rawestandina radîkralîzasyona berfirehtir a ku ji ber şer û bêîstiqrariya berdewam a li derveyî herêmê çêdibe.
ÇAR DAXWAZ
Ji ber vê yekê, em bang li welatên endamên NATO’yê dikin, dema ku ew xwe ji bo lûtkeya li Enqerê amade dikin, ku piştgiriyê bidin şertên pêwîst ji bo pêvajoyeke aştiyê ya cidî û serkeftî.
Bi taybetî, em bang li serokên welatên endamên NATO’yê dikin ku piştgiriyê bidin:
*Çavdêrîkirin û domandina pêvajoya diyalogê ya di navbera dewleta Tirkiyeyê û Tevgera Kurd de;·
* Dawîanîna îzolasyona li ser Abdullah Ocalan û danîna şertên yasayî ku rê bidin wî bi awayekî azad û bi bandor di diyaloga bi rayedarên Tirkiyeyê re beşdar bibe;
*Çarçoveyeke demokratîk û yasayî ji bo naskirina mafên bingehîn ên kolektîf ên gelê Kurd li Tirkiyeyê;
*Nêzîkatiyeke siyasî ku aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê weke tevkariyek ji bo aştî û aramiya herêmî ya berfirehtir fêm dike.
Aştiyeke adil û mayînde di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de dê Tirkiyeyê xurt bike, alozî li seranserê Rojhilata Navîn kêm bike, rîskên koçberbûn û radîkalkirinê kêm bike û dê bibe alîkar ji bo berjewendiyên ewlehiyê yên demdirêj ên Hevpeymaniyê.
Em ji bo baldarî û nirxandina we niha de spas dikin.”

