Di salên dawî de li Tirkiyeyê çetebûn û xistina ciwanan nav torên çetan her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî li navçeyên ku berê tevgerên şoreşger û welatparêz lê bihêz bûn, niha çeteyan bandora xwe zêde kirine. Li Bagcilarê ku yek ji navçeyên herî mezin ên Stenbolê ye ev pirsgirêk bi awayekî eşkere tê jiyîn.
Bagcilar ku nifûsa wê ji 700 hezar kesan derbas bûye, yek ji navçeyên herî qelebalix ên Stenbolê ye. Li vir herî bêhtir gelê Kurd dijîn. Ev navçe ku ji salên 90’î heta salên 2010’an bi çalakiyên siyasî û civakî dihat naskirin, niha bi çetebûn, narkotîk û pêkanînên neqanûnî tê rojevê. Li vê navçeyê pêkanînên şerê taybet ku ji salên 90’î ve tê meşandin, ji sala 2010’an û vir ve bi rengekî xurt berfireh bûye.
Li vê navçeya ku ciwanên wê zêde ne, pêşî siyaseta bêsiberoj hiştin û bêhêvîkirin hat meşandin. Wekî gava yekem, gelek firoşgehên vexwarinên alkolî li navçeyê hatin vekirin. Her wiha, qumarê neqanûnî û rêbazên qezenckirina pereyan ên hêsan ên li taxên din belavbûyî li Bagcilarê jî hatin pêkanîn. Her wiha ji bo ku têkiliyên di navbera ciwanên Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê de qut bikin, qad ji torên kontrayê re hatin vekirin.
LI BAGCILARÊ DÎROKA ÇETEBÛNÊ
Bagcilar li Stenbolê herêmeke ku gelê Kurd yê siyasî lê pir dijîn û tevlîbûna nava Tevgera Azadiyê lê zêde ye. Gelê Kurd yê li vir dijîn, hîn jî xwedî hişmendiya siyasî û hestên welatparêziyê ne.
Lê her wiha, Bagcilar yek ji wan herêman e ku polîtîkayên şerê taybet ên dewletê lê zêde têne sepandin. Zordarî û siyaseta tundiyê ya ku di salên 1990’an de dest pê kir, paşê veguherî polîtîkayên ku armanca wan xerakirina civakê bû. Di destpêka salên 2000’î de, yek ji van pêkanîna ew bû ku ciwanên Kurd ji partiyên siyasî û navendên çandî dûr bixin û wan ber bi çanda qehwexane û kafeyan ve bibin. Di heman demê de, li herêmên ku Kurd lê dijîn, hejmarê dikanên tekelê û cihên ku vexwarinên alkollî têne firotin jî zêde bû.
Di encama polîtîkayên sîstematîk de fikarên li ser siberojê, astên jiyanê û pirsgirêkên aborî zêde dibûn. Ev yek hişt ku ciwan bikevin nava lêgerîna alternatîfên cuda. Ji ber zext, girtin û operasyonên li dijî şoreşgeran û her wiha astengkirina xebata saziyên siyasî û civakî, gelek ciwanan nikarîn rêyek rast bibînin. Ji bo hinan, tenê rêya derketinê ew bû ku bi rêyên hêsan şert û mercên jiyana xwe baştir bikin an jî ji civakê dûr bikevin.
Di wan salan de bingehên komên çeteyan hatin avêtin. Li herêmên wek Bagcilar ku Tevgera Azadiyê û hêzên şoreşger lê xurt bûn, komên kontra rê li pêşiya çeteyan vekirin. Îro li Bagcilarê bi sedan wargehên tarîqet û malên cemaetan hene. Piraniya van saziyan bi dewletê ve girêdayî ne. Van cihan nayên kontrolkirin û lêpirsîna kesên diçin wir jî nayê kirin. Wargehên tarîqetan hîn jî bi taybetî li ser ciwanên Kurd ên ku aliyê olî yê wan xurt e xebat dikin. Armanca wan ew e ku van ciwanan ji hişmendiya siyasî dûr bixin û wan nêzîkî siyaseta dewletê bikin.
DI HEDEFA ÇETEYAN DE CIWAN HENE
Piştî 15’ê Tîrmehê, li Bagcilarê jî wek herêmên din pêkanînên şerê taybet hêsantir bû. Bi taybetî piştî berxwedanên xwerêveberiyê, gelek ciwan çûn qadên cuda û di nav taxan de valahiyek çêbû. Bi destpêkirina rewşa OHAL’ê re çeteyan li gelek taxan xwe zêdetir nîşan dan. Di destpêkê de di bûyerên biçûk de derdiketin holê, paşê jî qumarên neqanûnî û firotina madeyên narkotîk belav bûn.
Kadir ê ku wê demê jiyaye, dibêje ku cihên qumarên neqanûnî zû zêde bûn û tevî gelek gilîkirinan jî demeke dirêj nehatin girtin. Kadir her wiha got, “Ji ber bêkariyê, gelek ciwanan qumarên neqanûnî wek çavkaniyek hêsan a dahatê dîtin. Îro ev rêbaz cihê xwe daye bikaranîna hesabên bankayê (IBAN) ji aliyê çeteyan ve.
Ji bo şûştina pereyên ku ji qumarên neqanûnî û madeyên narkotîk têne standin, hesabên bankayê yên ciwanan têne bikaranîn. Ji bo vê yekê mehane di navbera 15 hezar û 25 hezar lîreyî de pere tê dayîn. Heke kesek ciwananên din jî razî bike ku hesabên xwe bidin bikaranîn, ew jî dahateke zêde werdigire. Bi vî awayî, gelek ciwan bê ku bixebitin, ji bo qezenca hêsan dikevin torên çeteyan.”
PÊŞÎ BIKARANÎNA ÎBANÊ, PIŞTRE KÛRIYETÎ Û HERÎ DAWÎ ÊRÎŞÊN ÇEKDARÎ
Ciwanê bi navê Azîz ku hê jî ÎBAN’a xwe dide bikar anîn, anî ziman ku dayîna ÎBAN’ê pir hêsane û wiha got, “Tu hesabeyek li bankê vedikî û agahiyên wê dide endamên çeteyan. Piştre jî ew çete vê hesabê bikar tînin. Heke tu bê girtin jî herî zêde çend meh di girtîgehê de dimînî û derdikevî. Di wê pêvajoyê de ew hesab tê bikar anîn. Kesê ku ÎBAN dide dikare mehane heya 30 hezar lîre bistîne. Her hesabek nû jî pereyê zêde tîne. Ji bo gelek ciwanan ku kar nabînin û bi mûçeya kêm dixebitin, ev rêyek hêsan xuya dike. Lê piştî wê, hin ciwan dikevin nava sûcên girantir ên vê torê.”
Ciwanek ji Bagcilar, dibêje ku ew bi ÎBAN’ê dest pê kir, paşê çend caran hat girtin û wiha dewam kir, “Dûv re çeteyan ji min re gotin ku ew ê ÎBAN’ê bikar neynin, lê wek kûrye bixebite. Min jî qebûl kir. Paşê malbata min pê hesiya ku bi çeteyan re dixebitim, min ji wir derxistin. A rast sûc piştî karê kûriyetiyê derdikeve holê. Piştî vê qonaxê çek didin destê ciwanan û li ser navê wan êrîşên çekdarî tên kirin.”
BELAVBÛNA NARKOTÎKÊ
Li Bagcilarê bikaranîna madeyên narkotîkê piştî salên 2015’an zêdetir bûye. Di destpêkê de ji bo esrarê teşwîq tê kirin û ji ciwanan re tê gotin ku esrar ne narkotîk e. Ciwanên ku hînê esrarê dibin piştî demekê dest bi madeyên girantir ên narkotîkê dikin. Îro xwe gihandina madeyên narkotîkê gelek hêsan bûye û ji ber vê dibe ku hûn li Bagcilarê rastî gelek kesên ku narkotîkê difiroşe werin. Xelîl ê ku 30 sal in li taxê dijî dibêje ku di dema OHAL’ê de karanîna esrar zêde bû. Çend caran me kesên ku li hewirdora me esrar vedixwarin hişyar kirin, lê digotin esrar ne narkotîke.
Îro jî madeyên sentetîk ên naroktîkê pir hêsan û erzan têne peydakirin. Ciwanên ku rojne narkotîkê dibin, paşê dibin firoşkar.

