Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de pêşniyarên ji bo avakirina jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilar Dîrîk: Em nîqaş dikin bê bi Jineolojiyê çawa dikarin jiyanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

Pirtûka nivîskar Medya Doz ya bi navê ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ derket. Nivîskar, di pirtûka xwe de balê dikşîne ser heqîqeta jiyana gerîlayên Azadiya Kurdistanê û li hember şerê taybet ên ku heqîqeta jiyana gerîla dinixumîne helwesta xwe diyar dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Pirtûka bi navê “Di dilê çiya de ronahî heye” ya nivîskar Medya Doz derket.  

Nivîskar Medya Doz, têkildarî pirtûka xwe ya bi navê “Di dilê çiya de ronahî heye” de, balê dikşîne ser heqîqeta jiyana gerîlayên azadiya Kurdistanê û di warê wicdanî û exlaqî de dengê berxwedaniya gerîlayan vedibêje. 

Têkildarî naveroka pirtûkê Nivîskar Medya Doz, ji ajansa me re axivî.  

Niviskar Medya Doz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên bê navber ên 10 salên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina xakên her sê beşên Kurdistanê bû.     

Medya Doz anî ziman ku armanca sereke ya dewleta Tirk, teslîmgirtina gerîla bû û da zanîn ku li hember berxwedana gerîla bi ser ne ketiye û di encamê de neçar ma ku serî li rêbazên sûcê şer ên bikaranîna çekên kimyewî bide û wiha got, “Wek tê zanîn deh sal beriya niha jî pêvajoyek mîna vê bi dewleta Tirk re hatibû destpêkirin. Lê li gel hemû hewldanên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê jî dewleta Tirk di sala 2015’an de pêvajo xira kir û şerek giran da dest pê kirin. Bi vî şerî re tişta ku dihat armand kirin ji nû ve dagirkirina her sê beşên Kurdistanê bû. Lê ji bo ku vêya serbixîne jî, pêwîst bû şervanên azadiyê yan teslîm bûba yan jî hatiba tune kirin. Dewleta Tirk jî xwest gerîla teslîm bigire, lê dema ku dît gerîlla li gel hemû hewldanan jî teslîm nabe, vê carê jî bi her cure çekên qedexe kirî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.   

‘JI BO MIN WATEYEK CUDA YA VÊ PIRTÛKÊ HEYE’ 

Nivîskar Medya Doz nêrînên xwe yên têkîldarî pirtûk û naveroka pirtûkê bi wan gotina ve anî ziman:  “Min hetanî niha çend pirtûkên din jî nivîsiye, lê ji bo min wateyek cuda ya vê pirtûkê heye. Min ev pirtûk di sala 2022’an de dema ku “şerê tunelan” û êrîşên li ser tunelan di serê gelê me de fikar û tirs çêdikir nivîsand. Ji ber ku ev nûçeyên têkîldarî êrîşan wiha dihatin dayîn; çekên termobarîk wiha tên bikaranîn, çekên kîmyevî welê tên bikaranîn û balafir wiha êrîş lidar dixin. Ango nûçeyên dihatin dayîn timî bi vî rengî bûn. Ha rastiya xwe tinebûn? Belê rastiya xwe hebûn, lê belê di bin erd de jiyanek ku gerîla afirandî, dîsa sosyalîteyek ku gerîla çêkirî jî hebû û haya ti kesî/ê ji vêya tinebû.     

Me hemûyan jî bi xwendina rojnîvîsk, bîranîn û romanên gerîla ve jiyana gerîla nas kiribû. Herî kêm nifşê me jî gerîla wiha nas kir. Ji ber vê jî ez ketim nava vê tirs û xofê û min got; me gerîla di pirtûkan de nas kir, lê wê ev nifş çawa nas bike? Yanê wê gerîla tenê bi çekên hov ên ku kapîtalîzmê çêkirîn ên wekî termobarîk û kîmyevî ve bên nas kirin? An jî wê bi berxwedan û jiyana xwe ve bên nas kirin? Ji ber ku rûyê gerîla pir ne dihat xuya kirin. Lewma min xwest ku ev jiyan bê zanîn.  Her çiqas ji aliyê her kesî/ê ve nedihat bihîstin jî; li wê derê tiqetîqek hebû, dîsa birîn dihatin pêçandin, jiyanek nû hebû, pêwendiyên nû dihatin çêkirin, bi hev re jiyan dikirin û bi hev re şer dikirin. Yê ku ji wan bê agahî jî diman, em bûn. Ango civak ji vêya bê agahî û ji vî şerî biyanî dima. Ji ber ku şer li dijî teknolojiya nû, bi taktîk û stratejiya nû ve xwe vekişandibû binê erd. Ango gerîla jî li gorî vê stratejiya nû bin erd dima. Lewma sedemek ku min ev pirtûk nivîsî jî ew e ku gerîlayê dibin erd dimîne, pêwîste temasî dil û zîhniyetan bike. 

‘MIN HEQÎQETA NIXÛMÎ DIMÎNE HEZIM NEDIKIR’ 

Nivîskar Medya Doz diyar kir ku ew ji bo ku bibe dengê berxwedana heyî vê pirtûkê nivîsandiye û wiha got, “ Yanê birastî jî min heqîqeta bin erd nixûmî dimîne, ya gerîlayekî hezim ne dikir. Ji ber ku eger tu bin erd bimînî, vê carê pergal mîna ku tu tinebe tevdigere û vêya bi her kesî/ê jî dide qebûl kirin. Jixwe ji ber vê termobarîk diavêje, çeka kîmyevî û atom bikartîne.  Ji ber vê êdî li derdora şikeftin ku heval bikartînin, giya jî şîn nabe.  Vaye tişta ku min hezm nedikir ev bû. Dîsa ji ber em jî bi çîrokên gerîla ve mezin bibûn. Lewma pêwîst ba çîrokên vê demê jî heban.  Vaye min ji bo vê xwest ku ev pirtûk bibe dengê vê berxwedanê.  

Medya Doz anî ziman ku oirtûk ji çar çîrokan pêktê û wiha got: “ Ev dibe ku wek roman, destan jî hatiba nivîsandin. Lê min xwest hinek dilnizm li bûyerê mêze bikim.  Lewma min xwest pirtûkek mutewazî derbikeve. Lê aliyek din jî hebû ku min ne dikarî yekoyek xwe bigihînim wan hevalan. Belkî jî cara yekem bû ku min ne dikarî biçim wan tunelan û xwe bigihînim wan hevalan. Ji ber vê jî min destpêkê xwest bi xeyalan ve;  xwe bigihînim wê derê, hest û bîranînên wan binivîsînim, kom bikim û bixînim arşîvê. Birastî jî her çiqas li wê derê nebûm jî caran hestek mîna ku ez dengê wan dibihizim, di min de peyda dibû. Ji ber vê jî ev taybetmendî pir kêrî min hat. Her wekî din hevalên ku ji wê derê dihatin jî behsa wê berxwedanê dikirin. Lewra eger ez li gorî nûçeyên li ser wê dihatin çêkirin nêzîk bibam, wê tiştek pir realîst derketiba. Ji ber ku nûçe pir cemidî bûn, pir ziwa bûn. Di nûçeyan de xeyal tinebûn; berevajî dûxanek pir tarî, pir reş hebû. Yanê li beramberî wan dîmenên rast; di mirov de fikrek wekî li wê derê tiştek bi navê jiyanê nemaye peyda dibû. Ji ber ku biawayek pir rasteqîn hovitî û bê merhametiya modernîteya kapîtalîst radixist liber çavan.  

Vaye ev hest di nivîsa vê pirtûkê de pir bûn alîkar. Jixwe ji zaroktiyê û hetanî niha di min de taybetmendiya arşîvê yanî ya kom kirinê heye. Belkî jî ev taybetmendî ji gotina “hûn Kurd tune ne” tê. Aha hewldana min jî ji bo îspat kirina vêya bû. Yanê derdek min a wiha heye. Dixwaze ev biwêneyekê be, dixwaze ev binivîsekê be, dixwaze bi fîlmekê be; ev ji bo min pir ferq nake.  Bes ez hebûnê ispat bikim. Vaye vê înadê hişt ku ez vê pirtûkê binivîsînim. 

‘DIVÊ JI BO MIROV AN JÎ GERÎLA PEYVA ‘TÎŞTEKÎ BÊ KIRIN TUNE YE’ NEBE 

Nivîskar Medya Doz wiha berdewam kir: “Di vê pirtûkê de derdek min a ku ez tenê behsa atmosfera şer bikim tineye. Derveyî vê ez di pirtûkê de behsa hinek karakteran dikim. Ji ber ku îro dixwazin li seranserî cîhanê karakterek mirov ê ku nikare li hember zehmetiyan berxwe bide biafirînin. Ji bo wê jî îro gotinek navdar ê binavê ‘tiştek ku mirov bikare bike tineye’ heye. Mesela ji bo yekî dibêjin; çûye filan derê, lê tiştek ku bê kirin tuneye. Halbukî çawa tine, tiştek ku bê kirin heye. Yanê divê ji bo mirovekî/ê, ji bo gerîlayekê/î peyva ‘tiştek bê kirin tune’, nebe. Her demê tiştek ku bê kirin heye.  Ji ber vê jî ez ti demê vê peyvê bikar naynim. Vaye karakterên di vê pirtûkê de jî yên ku layiqê tune kirinê tên dîtin jî, di bin erd de jiyanekê diafirînin. Mesela wan bi berxwedanek çawa ve hebûna xwe mayînde kirin? Aha ji bo ku ev karakter mînak bên girtin bitaybet jî min xwest ciwan vê pirtûkê bixwînin. Dîsa ji bo ku jin nebêjin “tişta mirov li hember tundiya zilam bike tineye”; min ev pirtûk nivîsand. Ango eger mirovên bi mirinê re rû bi rû bikarin eşqek wiha mezin biafirînin, ên xwediyê her derfetê jî dikarin her tişt biafirînin.  Lê eger her kes bi gotina ‘tiştek bê kirin tine’ ve tevbigere, wê demê wê jiyan bimire ku binêrin her kes pir cemidî jiyan dike; di navbera mal û cihê kar de û dîsa di navbera telefon û kesayet bixwe de jiyan berdewam dike. Heta ji ber ku her tişt li ser telefonê tê çareser kirin, lewra qada jiyanê, pêwendî pir teng bûne. Mirov êdî nikarin ji mekanên xwe dûr bikevin. Halbukî mekan, mirov, jiyan û vebijêrkên cuda jî hene. Mekanên ku moral, hêz didin mirov jî hene. Dîsa mekan û mirovên ku jiyanek cuda raber dikin jî hene. Yanê gerîla çawa dikare li hember kirêtiyan, jiyanek wiha biwate biafirîne? Çawa li beramberî ew qas şaşitiyan dikare meşek wiha rast bide rûniştandin? Yan jî çawa dikare li hember ew qas zehmetiyan jiyanek wiha bedew ava bike?  Vaye ji ber vê ez dixwazim ev pirtûk bê xwendin.  Mînak ji vê pirtûkê bên girtin. Ha ez nabêjim bila her kes bibe gerîla. Lê ez dixwazim di mirovan de fikrek bi vî rengî derbikeve holê; bêyî ku benda zirûfên jıyana rast, bedew û baş bisekinin; bikarin li pêy wan zirûfan bikevin.  

‘PARTÎ FESIX BÛYE LÊ ÇÎROK Û BÎRANÎN FESIX NEBÛNE’ 

Mînak hinek caran dibêjin ku jixwe Partiyê xwe fesih kiriye. Rast e, lê çîrok, bîranîn, tiştên ku me jiyan kirîn û berxwedanên me, neyên fesih kirin. Ango Partî tên fesih kirin, lê ev tiştên ku em behs dikin nayên fesih kirin. Berevajî em rêyên jiyanek biwate digerîn.  Lê piştî ku min pirtûka hevalên di tunelan de şer dikin û berxwe didin nivîsand şûnve, şansê dîtina wan hevalan bidestxist.  Ji ber ku êdî pêvajo destpêkiribû hem ez çûm wan qadên ku heval lê dimînin û hem jî hevalan xwe gihande min. Min di vê navberê de wek xwezayî fêm kir ku divê min ne cureyek wiha, bicureyek cuda pirtûk nivîsandiba. Ev belkî destpêkek be, belkî îro şûnve dewama wê jî bê. Lê eger ez binivîsînim jî divê hê bihêz, hê birasteqîn û bi zimanê kesên ku şer dikin ve hewl bidim binivîsînim.  

Yanê wekî ku min jor jî ani ziman piştî ku min pirtûk nivîsand şûnve ez rastî lehengên pirtûkê hatim. Min ji wan re xwend. Ango pêşiya her kesî/ê, wan ev pirtûk xwend. Min xwest ku ew destpêkê bixwînin, rexne û nêrînên xwe jî bikin.  Ji ber ku min hewlda ez jiyana wan binivîsînim.  Lewma wan jî piştî xwendinê nêrînên xwe anîn ser ziman û gotin “wekî ku tu, bi me re mabî. Te em pir baş hîs kirine.” 

Hûn dikarin bi lînka li jêr pirtûkê peyde bikin: 

Pirtukakurdi.com

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ANF

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Îradeya siyasî ya civaka Êzidî nas bike
Nûçeya Pişt re KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Esra Solîn Dal hîn jî di bin tecrîdê de tê ragirtin

Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku bi operasyona qirkirina siyasî hate dîlgirtin, bi hinceta “ewlehiyê”…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gelê Kurd êdî dixwaze gaveke…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê hişyarî da: Çeteyan 15 hezar koçber dorpêç kirin, gelek jî revandin

QSD'ê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li herêma Şehbayê 15 hezar mirov dorpêç kirine û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?