Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de pêşniyarên ji bo avakirina jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilar Dîrîk: Em nîqaş dikin bê bi Jineolojiyê çawa dikarin jiyanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Îradeya siyasî ya civaka Êzidî nas bike
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Îradeya siyasî ya civaka Êzidî nas bike

Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Gel a Şengalê têkildarî bûyerên dawî yên li herêmê, têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û rewşa dawî ya navçeyê daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî û dewleta Iraqê weşand. Meclîsê bal kişand ser xetereyên li ser civaka Êzidî û bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre. 

Daxuyanî wiha ye:

“Bûyerên li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewimin dibin sedem ku xeteriyên mezin li Iraqê rû bidin. Iraq ji gelek bawerî, ziman û gelan pêk tê. Dîrok nîşanî me dide ku eger fitne û fesadiyek ji hêzên derve tune be, gel, ziman û bawerî bi hev re, di nav aramî û aştiyê de dijîn. Lê dema guhdarîkirina hinek hêzên xêrnexwaz yên derve çêdibe, aramî û aştiya civak û dewleta Iraqê têk diçe û namîne. 

Mînaka herî berbiçav jî di sala 2014’an de bi derketina DAÎŞ’ê re wêranbûna Iraq û Rojhilata Navîn e. Wek tê zanîn, di wê demê de êş û trajediya herî mezin bi serê gelê me yê Êzidî ve hat, ku hîn jî birînên fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an derman nebûye. Hîn jî beşek mezin ji Şengalê wêran e û beşek ji civaka Êzidî di kampên penaberan de ne. Bi hezaran esîrên civakê hene ku aqûbeta wan ne diyar e, bêhejmar gorên komî li benda vekirinê ne.

Di demeke bi vî rengî taybet de, têkiliyên eşkere û veşartî yên navbera dewleta Iraqê û ya Tirkiyeyê û di encama wan de daxuyaniyên hatine dan, ji bo civaka Êzidî metirsî bi xwe re aniye. Dewleta Tirk wek dewamiya siyaseta Împaratoriya Osmanî dixwaze li Iraq û Rojhilata Navîn xwe bi bandor bike, siyaseta xwe bide meşandin û ferz bike. Di serdema Osmaniyan de bi dehan ferman li ser civaka Êzidî hatine, diyar e ku nêt û zextên dewleta Tirk jî dewamiya wê kevneşopiyê, yanî ferman, qirkirin û koçberiya li ser Êzidiyan e.

Di van rojan de ku em pêşwaziya salvegera 12’emîn a fermana herî dawî dikin, daxuyaniyên nebaş ji bo Şengalê û civaka Êzidî tên dayîn. Di daxuyaniyan de tê gotin ku wê artêşa Iraqê bikeve Şengalê, lê ji xwe artêş û hêzên ewlehiyê li ser erka xwe ne û wê pêk tînin. Pirsgirêk ew e ku Şengal bi tenê ji aliyê ewlehiyê ve tê nirxandin.

Gelê Şengalê bi xwe li hemberî fermanê rabûye, ewlehiya xwe pêk aniye, têkilî û siyaseta xwe daye rûniştandin. Di encamê de, di roja me ya îro de cihê herî bi aram ê Iraqê Şengal e. Diyar e ku rêyên çareseriya pirsgirêkan diyalog û muzakere ne.

Civaka Êzidî tiştekî cuda ji Iraqê naxwaze, mafên destûra bingehîn ku ji bo hemû pêkhateyan hatine dayîn dixwaze bi kar bîne.

Ji bo vê jî em bang li rayedarên dewleta Iraqê dikin ku îradeya siyasî ya civaka Êzidî nas bikin û bi rêbazên diyalog û muzakereyan rêya entegrasyona demokratîk vekin.

Her wisa jî  banga me ji bo hemû hêz, partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê ye ku piştgirî bidin daxwazên rewa yên civaka Êzidî û bi rola xwe ya erênî rabin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojhilatê Kurdistanê di 2024’an de 63 kolber hatin qetilkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di sala 2024’an de 63 kolberên Kurd ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlementerên DEM Partiyê ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan

Parlamenterên DEM Partiyê li dijî darbeya qeyûm ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan. Serokwekîla…

Ji aliyê Stêrk TV

Ebedînoglû Çareseriya pirsgirêkên aboriyê bi aştiyê ve girêdayî ye

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglû bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?