Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NYT: Di şerê Ukraynayê de zêdeyî 700 hezar leşkerên Rusyayê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî: Têkoşîna azadiya jinê li her qadê jiyanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji NADA’yê banga 25’ê Mijdarê: Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê 74 qamçî û qedexeya çalakiyên hunerî li stranbêj birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê zarokek keç ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Bi hişmendiya 25’ê Mijdarê têkoşîn kirin, berpirsyariyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jiyan Hisên: Divê mîrasa berxwedana jinan li Rojhilata Navîn û cihanê belav bibe
Jin

Jiyan Hisên: Divê mîrasa berxwedana jinan li Rojhilata Navîn û cihanê belav bibe

Endama Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên diyar kir ku şer bandorê li ser jin û zarokan dike û got, “Divê destkeftî û berxwedana ku jinan di Şoreşa Rojava de bi dest xistiye bibe malê hemû jinan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Yekemîn şaristanî, civakbûyîn û afirînerî li derdora jinê ava bûye. Jin di xwezaya xwe de nêzî xwezayê ye û yek ji taybetmendiyên jinan avakirina jiyanê ye, civakê bi rêve dibe û li ku derê jin hebe li wir aştî heye. Ji ber vê yekê jin xwedawend in. Bi derketina sîsteman re û bi ferzkirinên li ser civakê re xwestin rola jinan di civakê de paşve bibin. Pirsgirêka îro li Rojhilata Navîn diqewime çavkaniya xwe ji sîstema Kapîtalîzmê digire. Ev sîstem di serî de li dijî jinê hat şixulandin da ku rola jinan a di civakê de ji holê bê rakirin.

 

‘QURBANIYÊN ŞER Û ALOZIYAN JIN Û ZAROK IN’

Endama Rêveberiya Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên têkildarî xebatên jinan ji ANF’ê re axivî. Jiyan Hisên diyar kir ku li seranserî herêmên Rojhilata Navîn îro şer û alozî heye û yê ku dibin qurbaniya vê rewşê jin û zarok in û wiha got, “Di sedsala 21’emîn de eger em îro li hemû cîhanê û Rojhilata Navîn binêrin şer û alozî li her derê heye. Bi taybet li Rojhilata Navîn şerên mezin diqewimin. Şerê Xezeyê, di heman demê de şerê Ûkrayna û Rûsyayê, qirkirinê li ser gelên van herûman tê meşandin û yên ku herî zêde di wir de dibin qurbaniya van şer û aloziyan jin û zarok in. Li ku derê şer biqewime jin rastî koçberiyê tên. Mînakên vê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cereblûs, El Bab û Ezazê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin tên dîtin. Li van herêmên dagirkirî sûcên mîna tecawiz, revandin û qetilkirin li ser jinan tê meşandin. Jin nikare bi nasnameya xwe wek jin xwe biparêze, li kêleka van binpêkirinan dixwazin bi rêya madeyên hişbir jî kiryarên xwe ser jinan bidin meşandin.”

SÎSTEM HEWL DIDE PÊŞIYA JINAN BIGIRE

Jiyan Hisên anî ziman ku ev kiryar li her derê Rojhilata Navîn li ser jinê tê meşandin û wiha berdewam kir: “Li herê derê Rojhilata Navîn rojane bûyerên bi vî awayî li ser jin tên kirin. Mînak komên bi navê îslamê sîstema xwe ferz dikin. Ev kom li Sûriye û Iraqê DAÎŞ bû û li Efganistanê Talîban e. Li Efganistanê piştî desthilatî ji destê Talîbanê derket, jin bi awayekî serbest tevlî xebatan dibûn. Kengî dîsa Talîban, Efganistanê dagir kir, dîsa hemû mafên jinan ji holê hatin rakirin û zextên li ser jinan dijwartir bûn. Li Îranê jî Jîna Emînî bi hinceta serê xwe nenixumandiye û porê wê li derveye hat şehîdkirin. Ev jî nîşan dide ku rê li pêşîya pêşketina jin digirin.”

JINAN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SÎSTEMA XWE AVA KIRIN

Di dewama axaftina xwe de Jiyan Hisên destnîşan kir ku bi despêka meşa azadiyê re şoreşa Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li ser hemû jinên Rojhilata Navîn kir û wiha pêde çû: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê xwe nas kir û bi avakirina YPJ’ê re bû cihê hêz û moralê. Hemû jin xwe di nav de bibîne û ev yek bandoreke mezin li ser jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cihanê kir. Çawa jin li hember DAÎŞ’ê çeka xwe rakir bi vê yekê re diyar bû ku jin dikare li her derê xwe pêş bixe. Jinan li Rojavayê Kurdistanê di milê aborî, çandî, diplomasî û siyasî de jî sîstema xwe ava kir. Bi taybet di Sîstema Hevserokatî de cara yekem li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşxistin û diyar bû ku ev gavek mezin û pêşketî ye.”

JINAN BI ŞOREŞÊ RE XWE NAS KIRIN

Jiyan Hisên di nav axaftina xwe de anî ziman ku her çiqas gef û êrîş hebin jî ew ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin û got, “ Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi avakirina evqas sazî û rêxistinên jinan û destkeftiyên mezin hatine bidestxistin jî pêşengên jin ên şoreşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hedef tên girtin û şehîdkirin. Li ser jinên li herêmên dagirkirî ne zext û zordarî zêde bûne. Jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu car ji xeta azadiyê û destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistine paşve gav neavêtine û navêjin. Ji bo wê di sedsala 21’emîn de ku weke sedsala azadiya jinê tê naskirin, gelek êrîş û qirkirin li ser jinan tên meşandin. Lê di vir de jinê hebûna xwe naskir û da ku xwedî li van nirxan derkeve divê têkoşîn û berxwedan berdewam bike.”

PIRSGIRÊKÊN JINAN JI HEV QUT NABIN

Endama Meclîsa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên di dawîya axaftina xwe de diyar kir ku divê ev destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bi destxistin bibin ên hemû jinan û wiha bi dawî kir “Ev divê ji bo hemû parçeyên Kurdistan û herêmên Rojhilata Navîn her li pêş be. Jin li ku derê dibe bila bibe her jin e û pirsgirêkên jinan ji hev qut nabe. Ev destkeftiyên ku hatine bidestxistin ji dîrokê ve heta roja me hatine. Ji bo wê mîrasa wan jinan divê li Rojhilata Navîn û li her derê belav bibe. Ev destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin bibe malê hemû jinan da ku ew jî bi hêz bibin, bi xwe bawer bibin û ji bo xwe li ber xwe bidin û têbikoşin. Da ku ew jî li hember van kiryaran rabin û yekîtiya xwe ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xezeyê hejmara miriyan bû 39 hezar û 363
Nûçeya Pişt re Dêrik: Ne pêkane ku şoreşeke xwe spartiye gel, têk biçe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koma Govendên Kurdî ya Bêrîtan li Moskowayê tevlî festîvalekê bû

Koma Govendên Kurdî ya Bêrîtan tevlî Festîvala “Mala min Moskowa” bû.

Ji aliyê Stêrk TV

ÎHD’ê ‘Komxebata Girtîgehan’ lidar dixe

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nepalê ji ber hezazê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin

Li herêma Chitwan a ku navenda Nepalê ye, roja Îniyê hezaz çêbû. Piştî hezazê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Banga 25’ê Mijdarê: Werin em têkoşînê ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan mezin bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Yekîtiya Neteweyî: Têkoşîna azadiya jinê li her qadê jiyanê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji NADA’yê banga 25’ê Mijdarê: Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rejîma Îranê cezayê 74 qamçî û qedexeya çalakiyên hunerî li stranbêj birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?