Li Kurdistanê ku bi bikaranîna tiryakê zêde bûye, li gelek bajaran temenê bikaranînê heta 9’ê ketiye. Bi taybetî li bajarên mîna Colemêrg, Sêrt, Wan û Amedê bikaranîna tiryakê her ku diçe zêde dibe, welatiyên ku naxwazin ciwan û zarok bikevin nava vê qirêjiyê, di çalakiyê de ne.
Bi taybetî di pêvajoya dawî de yek ji cihên ku firotina tiryakê lê zêde bûye, Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ye. Li serê her kolaneke wê firoşkarek heye. Welatiyan piştî ku banga wan a ji bo bidawîbûna bikaranîna tiryakê bersiv nedît, li cihê ketina taxê pankartên “Ji tiryakê re na” û “Wê navên kesên tiryakê difiroşin bên teşhîrkirin” daliqandin.
Gel tevî ku gelek caran gilî kiriye jî, ti çareseriyek nedît. Lewma di nava xwe de biryar dan û li serê her kolanê dest bi nobetê kirin. Welatiyên ku di saetên şevê de dest bi nobetê dikin, heta derengiya şevê didomînin. Ji 7 heta 70 salî hewl didin taxa xwe biparêzin. Welatiyan diyar kir ku ew ji bo domandina çalakiya nobetê bi biryar in û bang li taxên din jî kirin ku kolanên xwe biparêzin û rê nedin tiryakê.
‘EM DIXWAZIN SIBEROJA XWE BIPARÊZIN’
Yek ji şêniyên taxê Makbûle Bartu diyar kir ku tiryak li taxê bûye pirsgirêkek cidî. Makbûle Bartu anî ziman ku wan ji bo siberoja zarok û ciwanan dest bi çalakiya nobetê kiriye û got, “Tiryak li vê taxê zirarê dide her kesê. Em ji zarok û ciwanên xwe ditirsin. Em naxwazin ew jî bikevin nava vê qirêjiyê. Em difikirin ku ev polîtîkayeke dewletê ye. Bi gotina ‘bila ji siyasetê dûr bikevin çi dikin bila bikin’ vê polîtîkayê dimeşînin. 20 sal in ez li vê taxê me, min ti caran nedîtibû ku pirsgirêkek wiha heye. Ev tax bi berxwedana xwe tê zanîn. Me li vir mirovên xirab nedidîtin. Niha jî xwestin vê taxê vala bibînin, li serê her kolanê hewl didin tiryakê bifiroşin. Em jî vê rewşê qebûl nakin.”
‘BILA TAXÊN DIN JÎ KOLANÊN XWE BIPARÊZIN’
Makbûle Bartû banga ‘’xwe biparêzin’’ li taxên din jî kir û ev yek anîn ziman: ‘’Li hemberî vê yekê em jî weke niştecihên taxê çi ji destê me were em dikin. Em heya derengiya şevê li derve ne, li ber deriyê xwe nobedê digirin. Em naxwazin li taxa me tiştên xirab zêde bibin. Bes ne li vir, tiryak li her derê zêde bûye û ji ber wê yekê divê hemû tax xwe biparêzin. Divê em pêşiyê ber deriyê mala xwe piître kolana xwe û piştî wê jî taxa xwe biparêzi. Ciwanên me pêşeroja me ne ji ber wê yekê divê em pêşeroja xwe biparêzin.’’
‘HEMÛ BANGÊN ME BÊ BERSIV MAN’
Ji niştecihên taxê Ayten Sargul jî diyar kir ku nêzîkî du salan e ew li dijî tiryakê têkoşînê didin meşandin, anî ziman ku wan weke niştecihên taxê biryara nobetê daye û got: ‘’Em gelek li ser vê mijarê sekinîn û axivîn. Ev du sal in em li dijî tiryakê li ber xwe didin. Me pankart vekir û me li ser got ku em ê piştre navên kesên ku tiryakê difiroşin yek bi yek li ser pankatê teşhîr bikin. Ciwanên me li serê kolanan û em jî li ber deriyê malên xwe nobedê digirin. Em heya derengî nobedê digirin. Em çima vê yekê dikin, ji ber ku êdî gotinê bi têrê nekir. Di vê pêvajoyê de me gelek bang li sazî û dewletê kirin. Van bûye navenda tiryakê. Divê pêşî li vê yekê were girtin û ev kes werin astengkirin.’’
‘EM Ê TAXAN BIPARÊZIN’
Ayten Sargul di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew weke jinû ciwanan tevahiya şevê li kolanên xwe û li ber deriyên malên xwe nobedê digirin û ev yek anîn ziman: ‘’Em dixwazin taxa xwe biparêzin. Em kesên ku tiryakê difiroşin jî baş dizanin, êdî li pêş çavên me tiryak difirotin. Bes ne ji ciwanan re di heman demê de ji zarokan re jî difirotin. Me hewl da em bi wan re jî biaxivin, heya vê pêvajoyê gelek wext derbas bû. Em dixwazin bi rêya mirovahî û demokrasiyê vê pirsgirêkê çareser bikin. Em dixwazin ew kesên ku tiryakê difiroşin jî ji vê xirabiyê rizgar bikin. Em ê destûrê nedin ku ev tax li gel xirabiyan were bibîranîn. Em ê li vir rê nedin tu çeteyan.’’ Niştecihên taxê diyar kirin ku ew ê çalakiya nobedê ya li dijî tiryakê dane destpêkirin, bidomînin û ji bo ku zarok û ciwan li qadeke ewle bijîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

