Roja 27’ê Tîrmeha 2026’an li ser rêya Bane û Merîwanê çalakvan û hunermendê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê Mehdî Tewekulî dayîka wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewekulî, ji ber gulebarana raste rast a hêzên Supaya Pasdaran a rejîma Îranê hatin qetilkirin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî şehîdkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî daxuyaniyek nivîskî belav kir. PJAK’ê sersaxî ji malbata Tewekulî û gelê Kurdistanê re xwest.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“Roja duşemê, di dîroka 27’ê Tîrmeha 2026’an de, li ser rêya di navbera Bane û Merîwanê de, hunermend û welatparêzê Kurd Mehdî Tewekulî, li gel Meryem Eslanî ya dayika şehîd û Sumeye Tewekulî ya xwişka şehîd, di nav wesayîta xwe de ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatin gulebarankirin û di encamê de her sê jî şehîd bûn. Li gorî agahiyên me, di nav wesayîtê de zarokekî vê malbatê jî hebûye ku heta niha çarenûsa wî/ê ne diyare.
Ev çalakiya Komara Îslamî, qetla bi qestî ya sivîlan, jenosîd, sûcek li dijî mirovahiyê û terorîstî ye. Em vê çalakiya sûcdarî û terorîstî bi tundî şermezar dikin, her wiha sersaxî û xembariya xwe ya kûr pêşkêşî malbata welatparêz a Tewekulî, xizm û kesûkarên wan û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê dikin.
Li hember vê sûcê Komara Îslamî, em balê dikişînin ser van xalên jêrîn;
Yekem: Ev komkujî di encama qanûnekê de ku bi navê ‘Mubarizgirtina li dijî Sûcên Navneteweyî’ de hatî liderxistin de, pêk hatiye. Ev qanûn roja 26’ê Tîrmehê di Meclîsa Şûraya Îslamî de hatiye pejirandin. Ev qanûn destê hêzên zordar ên Komara Îslamî li ser lingan dihêle da ku çalakvan û mirovên sivîl bikin armanc. Bi vî rengî ev qanûn ji bo civaka sivîl a Kurdistanê û hemû Îranê rola ‘hukmê tîrê’ dileyîze.
Heta niha Komara Îslamî destê xwe ji tu sûcan, reşkujî û darvekirina neparastiye, lê ji vir şûn de ne tenê di girtîgehan de, li hemû kolan, rê, bajar û gundan dê qada zext, teror û darvekirina bêdadgeh veke. Dengdana li ser qanûnê, dubarekirina fetwaya cîhadê ya Xumeynî ye ku di 19’yê Tebaxa 1979’an de li dijî gelê Kurdistanê hatibû dayîn û biryara wî rejîmî ya ji bo dubarekirina sûcên xwe yên li Kurdistanê nîşan dide. Bêguman Meclîsa Şûraya Îslamî bi derxistina vê qanûnê bêtir eşkere kir ku ji bilî dezgeheke zext û tepisandinê tu tiştekî din nîne û tu peywendiya wê bi parlameneke hilbijartî ya gel re nîne. Ji ber vê yekê, em bang li wan nûnerên ku xwe li derveyî vê xelekê dibînin, dikin ku helwesta xwe diyar bikin û ji wî navenda zordar derkevin.
Duyem: Hunermend Mehdî Tewekulî hunermendekî welatparêz û xwedî helwest bû. Malbata Tewekulî jî malbateke navdar û welatparêz a bajarê Sineyê û tevahiya Kurdistanê ye. Şehîd Mehdî û malbata wî bi zanabûn û bi dekûdolabeke pîs hatine hedefgirtin. Ev çalakî ji bo tevahiya civaka sivîl û azadîxwazên li Kurdistan û Îranê sînyaleke metirsîdar e. Ev kiryar, karekî mîna ‘Qetlên Zincîrî’ ye û li pey qanûna nû ya Meclîsa Şûraya Îslamî, qonaxeke nû ya zordariya Komara Îslamî nîşan dide.
Bêguman gelê Kurd û azadîxwazên li Îranê ku bi dîroka tije sûc a Komara Îslamî dizanin, dê di vê qonaxa tije zext û zorî re derbas bibin û li dijî terorîzma dewletê derkevin asteke din a berxwedanê. Ger ku dewleta Komara Îslamî dixwaze her derê bike qada teror û şîdetê, civaka me jî bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’, dê her derê bike qada berxwedana sivîl.
Helwesta redkirin û boykotkirina kesayet û dezgehên tepisandinê yên rejîmê ku di encamê de dibe sedema derxistina dewletê ji nav civakê, helwesteke welatparêzî ye û li hember terora dewletê xwedî li civaka sivîl derdikeve.
Em weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bang li hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî û Îranî dikin ku li dijî qonaxa nû ya zordarî, darvekirin û terora Komara Îslamî helwesteke hevpar nîşan bidin.
Her wiha pêwîste civaka navneteweyî û hemû navendên parastina mafên mirovan li hember vê kiryara li dijî mirovahî û terorîstî bêdeng nemînin û zextên xwe yên li ser Komara Îslamî zêdetir bikin. Careke din, tevî şermezarkirina vê çalakiya terorîstî, em sersaxiya xwe pêşkêşî malbata Tewekulî û hemû welatparêzan dikin û radigihînin ku em ê li hember van cure çalakiyên terorîstî bêbersiv nemînin. Em ji her demê bêtir mafê parastina rewa ya xwe û gelê xwe di cihê xwe de dibînin.”

