Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê bûyerên li Kobanê rû dane û qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
” Em bi fikarekî mezin bûyerên xeternak ku ji duh ve li Kobanê rû didin dişopnînin. Karwanek ji hêzên ewlekariya giştî ji derve derbasî bajêr bû, li kolanên wê geriya, hin sivîl bi awayekî bêserûber girtin, her wiha kiryarên tirsandinê dan meşandin û gotinên xirab û yên nîjadperast li dijî şênî û nasnameyên wan kirin. Ji aliyê endamên hêzên navborî ve dirûşmên provokatîf hatin berzkirin û ev jî bû sedema hêrs û bertekên gel.
Piştre hejmarek girtiyên di zindanê de li dijî hewldana endamên hêzên ewlekariya giştî ya veguhestina wan a bi zorê bo derveyî bajar agir di hucreyan de pêxistin. Di encamê de hejmarek girtî şehîd bûn û hejmarek mezin birîndar bûn.
Divê lêkolîneke giştî der barê van bûyerên xeternak de were destpêkirin, berpirsyar werin diyarkirin û li gorî qanûnê hesab ji hemû kesên ku binpêkirin li dijî sivîl û girtiyan kirine, were xwestin.
Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi girseyî beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.
Ev bûyer di çarçoveya pêşketinên xeternak de ku di rojên dawîn de li herêmê rû dane, di serî de jî bûyera sûcê şehîdxistina Sîpan Hiznî, xwepêşandanên aştiyane yên gel ên bi daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û parastina nasnamaya çandî û zimanî û tevahî mafên rewa di serî de pêk hat. Hevdemî û zêdebûna van bûyeran fikarên cidî li ser hewldanên belavkirina tirs û kaosê û hedefgirtina tevgera demokratîk a gelê me derdixe holê.
Em bûyerê ku wekî pevçûneke eşîrî an civakî tê destnîşankirin bi tundî red dikin; gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê zêdetirî 15 salan di bin banê rêveberiya xweser de bi hev re jiyan û bedelên giran li dijî terorê û şer dan. Her hewldaneke ji bo çêkirina nakokî û fitneyê di navbera pêkhateyan de xizmeta projeyên lawazkirina civakê û bê istîqrarkirina wê dike.
Parastina aştiya navxweyî bi parastina mafan ve girêdayî ye. Ewlehiya rastîn ne li ser tirsandin, derxistin an bêdengkirina dengên gel, lê li ser bingeha dadmendî, serweriya qanûnê û naskirina mafên hemû pêkhateyan ava dibe.
Em hikumeta veguhêz bi tevahî wekî berpirsê van bûyeran dibînin. Em ji hebûna destên veşartî û niyetên ku armanc dikin herêmê ber bi kaos û şer ve bibin hişyar dikin. Em banga lêkolîneke lezgîn, giştî û zelal di sûcê şehîdxistina Sîpan Hiznî û bûyera şewata girtîgeha Kobanê de dikin. Divê berpirs li gorî qanûnê hesab bidin û rê neyê dayîn ku ev bûyer ji bo xirabkirina aştiya navxweyî û tevgera demokratîk werin bikaranîn.
Her wiha em bang li gelê xwe, hemû pêkhateyên herêmê û hêzên nîştimanî û demokratîk dikin ku bi asta herî bilind a hişyarî û berpirsiyariyê tevbigere, fitne û şidetê red bike, yekitiya civakê û jiyana hevpar biparêze û têkoşîna aştiyane ya ji bo mafên rewa bidomînin.
Careke din em piştrast dikin ku em bi avakirina civakeke demokratîk ve girêdayî ne; civakek ku rêzê bide hemû ziman, çand û nasnameyan û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî, dadmendî û serweriya qanûnê be, tekoşînê didomînin.”

