Pêncşem, 11 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Koçyîgît: Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Receb Hîlal Hemîda: Divê hemû hêz li hemberî siyaseta Erdogan hişyar be
Rojane

Receb Hîlal Hemîda: Divê hemû hêz li hemberî siyaseta Erdogan hişyar be

Siyasetmedarê navdar ê Misrê Receb Hîlal Hemîda bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, divê welatên Ereb li hemberî siyaseta Erdogan a dagirkeriyê hişyar bin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Nifşa Vînê ya Misrê û Parlamenterê berê Recep Hîlal Hemîda têkildarê siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyeyê û têkiliyên wê ya bi Îsraîl re ji ajansa ANF’ê re axivî. 

Siyasetmedarê Misrî Hemîda, behsa xetereyên destwerdana Tirkiyeyê ya ji bo xaka Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku Tirkiye bi awayekî eşkere dixwaze di bin navê komên îslamî de destwerdanê li karûbarên welatên Ereb bike û herêmê kontrol bike.

Berfirehiya hevpeyvîna li gel Cigirê Serokê Giştî yê Partiya Nifşa Vînê ya Misrê Recep Hîlal Hemîda bi vî rengî ye:

Di heyama derbasbûyî de we di zêdetirî gotarekê de bal kişandiye ser xetereya destwerdanên rejîma Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gelo xeteriyên ku hûn behsa wê dikin çi ne?

Divê kesek ango Erebek ku girêdayî welatê xwe be, destwerdana welatên din ên derve di karûbarê welatên Ereb ango navxweyî de qebûl neke. Ji ber ku her gel berpirsê rêveçûna karûbarên nav welatê xwe ye. Tiştê ku ev demeke dirêje dewleta Tirkiyê dike, ew e ku bi israr bi awayekî eşkere dixwaze di bin navê Îslamiyetê de destwerdanê li karûbarên welatên Ereb bike. Sedema fikarên min ew e ku desthilatdariya niha li Tirkiyeyê xwedî mîrateyeke îdeolojîk e.

Mebesta we ji mîrateya îdeolojîk çi ye?

Mînak Tirkiye hewl dide daxwazên komên weke Îxwan û armancên wê yên gihandina desthilatê li hemû welatan, pêk bîne. Erdogan di heman demê de dixwaze rastiya heyî ya li van welatan bênavarok ango bêcewher bike, ji rastiya wê ya heyî dûr bixe. Em ji bîr nekin ku Erdogan berê di partiya Erbakan de (Serokwezîrê berê yê Tirkiyê ku girêdayî tevgera Îslama siyasî ye) serkirdeyekî navdar bû. 

Mijara duyemîn jî baweriya mutleq a serkirdayetiya Tirkiyê, ew e ku erkên mîrateya Osmaniyan bi cih bînin. Ew bawer dikin ku împeratoriya Osmanî di Şoreşa Ereban de bi destê miletê Ereb têk çûye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji bo xwe vê serdemê weke firsend dibîne û ji bo mîrateya Osmaniyan vegerînin û li welatên Ereb serweriya xwe ava bikin, her tiştî dikin. Bi taybetî hewl tê dayîn li Sûriyeyê û Iraqê ev yek bê pêkanîn. Niha li Deriya Sor, Somalê, Esyopiya, Lîbiya û li Sûdanê berfireh dibe û ev yek nayên veşartin. Lê belê xaleke girîng heye.

Kesên ku geşedanên 15 an jî 20 salên dawîn dişopînin, nikarin hewldanên dewleta Tirk ên ji bo destwerdana li peravên Derya Spî û pêşbaziya ewlekariya xwe ya neteweyî û stratejîk bi dewleta Misrê re, paşguh bikin. Her wiha em nikarin ji bîr bikin ku Tirkiye di nava dewleta Lîbyayê de piştgirî da gelek komên terorîst, armanca vê jî kontrolkirina desthilatdariya li Lîbyayê bû, avakirina baregehên leşkerî û bidestxistina berjewendiyên aborî ye. 

Di van demên dawîn de jî em dibînin ku destwerdanê di têkiliyên Esiyopiya û Somalî de dike û hewl dide li vê herêmê, bi taybetî Kevana Efrîqayê, ji bo bidestxistina berjewendiyên jeopolîtîk ji xwe re cihekî peyda bike. Ev tevger bandorê li cîhana me ya Ereban dikin, bi taybetî jî li ser Misrê.

Em biçin ser mijara Sûriyeyê, nêrîna we di destwerdanên Tirkiyê ya li ser Sûriyeyê çi ne?

Eger em behsa mijara Sûriyeyê bikin, pirsa sereke ya ku derdikeve pêşberî me ew e ku çi dihêle dewleta Tirk destwerdanê di karûbarên dewleta Sûriye ya Ereb de bike? Dewleta Tirk dewleteke serwer e û taybetmendiya wê yên bi gelek pêkhate û arasteyên xwe yên etnîkî hene. Banga Tirkiyê ya ji dil û can ji Sûriyê re bi tevahî pûç û vala ye. Pêwîstbû hêzên xwe yên ku li nêzîkî bajarê Kobanî kom kiribûn vekişandaya. Her wiha êrîşên xwe yên dubare li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, bi taybet êrîşên li ser gelên Kurd.

Erdogan bi şev û roj behsa kiryarên ku Îsraîl li dijî gelê Filîstînê pêk tîne, dike. Lê Erdogan bi xwe fermana komkujiyan dide û bi destê çeteyan êrîşê niştecihên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Kiryarên xwe nabîne. 

Bi rastî, Receb Tayyîp Erdogan di helwesta xwe de ne rast e. Li cihê ku berê hêzên xwe yên leşkerî, balafir û topan ji bo parastina xaka Filîstînê bikira tevgerê, dişîne Sûriyeyê. Helwest raberkirin bi vî rengî nabe. Pêdiviya gelê Filîstînê ne bi xwarin û vexwarinê, pêdiviya wê bi parastinê heye. 

Têkiliyên Tirkiyê yên aborî, bazirganî û siyasî bi Îsraîlê re hene. Ji ber vê tenê di axaftinan de dibêjin ku ew gelê Filîstînê diparêzin. 

Armanca Tirkiyê ya sereke gelê Sûriyê ye. Mafê gelê Sûriyeyê binpê dike. Tirkiyê bi awayekî rasterast bi Îsraîlê re tevdigere. Recep Tayyîp Erdogan bi xwe re di nava nakokiyan de ye. Bi xwe re ne lihevhatî ye, fikrên wî  bi nakok in. Nexweşiya şîzofreniyê pê re ye. Di mijara Îsraîlê de divê em bi ti gotinên wî bawer nekin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAHÎRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tirkiye bi rengekî hiqûqî li ‘mafê hêviyê’ nanêre
Nûçeya Pişt re Gel li ser sînorê Kobanê xwedî li peyama Rêber Apo derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karsaz: Divê pêvajo bi lez û rasteqîn bi encam bibe

Karsazên ku di civîna 9’emîn a Komîsyonê de axivîn, diyar kirin ku pêvajoyên pevçûnê zirarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

Xelkê Lacanê yê ku ji ber destwerdana bi hezaran hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê neçar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû

AFAD’ê ragihand ku li navçeya Kulu ya Konyayê saet derdora 15.46'an bi pileya 5.2’yê erdhej…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?