Endama Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera Qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxê ji ANF’ê re nirxandin kir.
Nirxandina Sozdar Avesta bi vî rengî ye:
Di salvegera 12’emîn a fermana 74’an de armanca vê fermanê çi bû?
3’ê Tebaxa 2014’an li ser civaka me ya Êzidî li Şengalê fermana 74’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê û hevalbendên wê pêk hat. Bi munasebeta salvegera 12’emîn a vê fermanê ez di şexsê şehîdên fermanê de hemû fermanê ku li ser civaka me pêk hatine û hemû qirkirinên ku li ser gelan pêk hatine, wan cangoriyan hemûyan bi rêzdarî, hurmet, minet bi bîr tînim, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Dîsa di şexsê lehengê pêngava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku destwerdana li ser Şengalê kir hevrê Dilşêr Herekol, heval Egîd Civyan, Mam Zekî Şengalî, Berfîn Nûrhaq, Nûjîn Sêrt, hevalên Seîd, Dijwar, Zerdeşt û Çeko, Bêrîvan, Nûjiyan Erhanan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hurmet bi bîr tînim. Ew bûn rûmeta tevahiya mirovahiyê. Wan careke din mirovahî çiqasî dikare li hemberî zilmê li ber xwe bide û encamê bigire, ji tevahiya cîhanê re nîşan dan. Kesên ku di vê fermanê de rol lîstin û destê wan tê de hebû, ez wan bi tundî şermezar dikim. Ew ê li hemberî dîrokê û mirovahiyê teqez bêne dadgehkirin û wê hesab bidin.
Fermana 74’emîn bi rêk û pêk û plankirî li ser civaka me hate pêkanîn. Berî fermanê çeteyên DAÎŞ’ê li Iraqê hin êrişên xwe pêk anîn û bajarê Mûsilê di nava çend saetan de bi dest xistin. Di encama plangeriyekê de li paytexta Urdunê Ammanê civînek hate lidarxistin. Di serî de hêzên desthilatdar ên hegemonîk û dîsa hevkarên wan ên herêmî dewleta Tirk, PDK û hevalbendên wan tê de cih girtin. Li ser civaka me ya Êzidî û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ev êriş hatin plankirin. Çima civaka Êzidî, çi zerara civaka Êzidî bi dewletên dagirker re çêbû bû? Yan jî li Şengalê Êzidî weke komeke biçûk di bin xizaniyeke giran de jî jiyan dikirin. Sedemên ku bûne navenda êrişan çi bû? Bêguman pirsên girîng in û divê bersiv ji wan re bê dayin. Ji ber ku hem pozîsyona Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê di qonaxeke xwe ya pir girîng de bû. Proseyeke aştiyê, danûstandinê bi Rêber Apo re dewam dikir. Û vê pêvajoyê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hîn di temenekî nû de bû û pir diteyisand, li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kişandibû ser xwe. Hem ji bo vê şoreşê bifetisînin, di heman demê de di şexsê gelê me yê Şengalê de civaka me ya Êzidî de ew bi taybetî Kurdên resen, çanda Kurdînî, zimanê wê û bi hemû awayî ew damara wî ya berxwedêr a civakî; ji bo ku ji holê rakin bûbû hedefa êrişan. Ji ber wê divê mirov civaka Êzidî tenê weke yên li Şengalê ne nenirxîne. Ew bi hemû awayî, weke ku çawa di qeydên fermî de tê zanîn 74 caran bi komkujiyê re, bi qirkirinê re, bi koçberiyê re, bi talanê re rû bi rû maye. Di bin tirsa mezin de jiyan kiriye. Di tevahiya Kurdistanê de, cografyaya Kurdistanê koçber bûye. Bi deh hezaran jî koçberî welatên derveyî Kurdistanê yên Ewropa û heta Emerîka hatiye belavkirin. Sedema wê ya esasî bi hemû awayî helandina wê ya cewherê yê Kurdîtî ye, yê Kurdîtiya resen e. Em weke civaka Êzidî bi vî aliyê xwe em serbilind in. Bi hêla baweriya xwe, bi hêla çanda xwe ya resen û bi hêla hemû awayî ku li gel hemû êrişan jî ti carî li hemberî zilmê serî netewandiye. Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna civakeke mazlûm li hemberî zilmê, zilmdaran berxwedan e, serîrakirin e û ev jî rûmeteke mezin tê de ye. Hêjayî nirxên pîroz e.
Di vê fermanê de çawa me hemûyan weke ku bi zindî li fîlmekî temaşe bikin, ew civak çawa bi qirkirinê re rû bi rû ma, bi rojan li çiyayê Şengalê êsîr hate girtin, ji bo xwe bigihîne dilopek avê mirov ji tîna beecî. Jin û zarok hatin dîlgirtin, bi hezaran dest danîn ser wan û birin li sûkan firotin. Dîsa bi dehan mirov ên ku nikarîbûn xwe bigihînin cihên ewle, heta niha jî aqûbeta wan nediyar e û bi dehan gorên komî hîn jî nehatine zelalkirin.
Di nava 12 salên derbasbûyî de hûn têkoşîna hebûn û azadiyê ya civak û jinên Êzidî çawa şîrove dikin?
Ji bo ev ferman weke ku hatiye plankirin bi ser nekeve, Tevgera Azadiyê bi biryareke dîrokî û bi pêngaveke şoreşgerî destwerdaneke li ser çiyayê Şengalê, li ser Êzidxanê pêk anî. Ev destwerdan di demeke wisa de bû ku her kes ji ber çeteyên DAÎŞ’ê direviyan. Artêşa Iraqê ku ji devereke weke Mûsilê bi deh hezaran xwe jê vekişand, dîsa hêzên pêşmerge yên ser bi hikumeta herêmê ve bêyî ku li ber xwe bide û fîşekekê biteqîne, wan jî dest ji çiyayê Şengalê berdan û çekên ku di destê civaka Êzidî de ji bo parastina xwe hebûn ew jî ji destê wan girtin û ew civak bi hemû awayekî ku pez bi ber guran ve berde civak bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû hiştibûn. Tevgera Apoyî dema ku ev destwerdan kir û berê xwe da Şengalê her kesî ji Şengalê direviya. Şervanên Rêber Apo bi hemû awayî li tevahiya çiyayên Kurdistanê, li hemû qadan ên ku li ser banga Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bi dildarî berê xwe danê û bi dehan hevalên me yên ku bêyî ku tevger wan wezîfedar bike jî bi înîsiyatîfa xwe ya şexsî berê xwe dan Şengalê. Ev jî ew nêzîkbûna Tevgera Apoyî, nêzîkatiya Rêber Apo ji bo vê civakê dida diyarkirin. Ji ber ku têkilî, hesasiyeta Rêber Apo û tevgera azadiyê cara yekê di fermana Şengalê de bi pêş neketiye. Rêber Apo ji destpêka şoreşê heta dema fermanê her tim kar û xebatên xwe, beşeke karê Rêber Apo bi taybetî li ser civakan sekinandine e. Rêber Apo li ser taybetmendiyên civaka Êzidî, li ser sedemên êrişên li ser civaka Êzidî bi taybetî rawestiya. Ji bo ev civak neyê tinekirin, careke din li qirkirinê rast neyê her tim hişyarî da Tevgera Azadiyê û xwest, bi vî rengî ewlekariya wê bike, çi pêwîst e li ser wê bisekine. Ji bo vê mirov dikare bibêje; hem Rojhilata Navîn gelên ku tê de jiyan dikin, hem jî bi tevahî mirovahî li hemberî Tevgera Azadiyê û gerîlayên azadiyê bi esasî deyndar e. Ji ber ku ev çeteyên DAÎŞ’ê ku hatibûn rêxistinkirin, bi destê wan dixwestin ku komkujiyên ku heta niha nehatine kirin, bikin. Weke Tevgera Azadiyê ev destwerdana leşkerî ku kir, li ser civaka Êzidî tenê ji bo demkurtî wê civakê ji komkujiyan rizgar bike û wisa berneda. Bi heman demê li wê derê êdî vê civakê ji hêza ku ji gerîlayên azadiyê girt, ji wan şervanan girt, bi taybetî jî bandora şervanên YJA Starê ya li ser civakê, di demeke pir nêz de hêzên xwe yên berxwedanê, yên ku karibin li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe bidin; ew bi rengekî fermî saz kirin. Dîsa li çiyayê Şengalê bi taybetî bi pêşengiya hevrê Seîd Hesen û gelek eşîrên li wir man, weke helwesteke siyasî ku hate nîşandan, di wê derê ma û bi gerîlayên azadiyê re ev têkoşîn bi pêş xist. Êdî ew ji bo civaka Êzidî bû keleha berxwedanê. Hemû fermanên ku bi taybetî li Şengalê pêk hat, civaka me ya Şengalê vê şîrove dike. Tim dibêje, çima em parastin. Me di sedsala 21’emîn de jî û di fermana 74’an de jî careke din dît, li gel ku hêzên DAÎŞ’ê ji hêla hêzên hegemonîk ve hatibûn amadekirin û bi hemû çekên modern hatibûn amadekirin û wisa ketibûn êrişê, gelê Şengalê û bi gerîlayên azadiyê bi gelek derfetên deng û kêm li ber xwe da û nehişt ew bigihêjin armanca xwe. Ji bo vê di nava 12 salên derbasbûyî de civaka me ya li Şengalê bi rastî jî têkoşîneke çawa meşandin, li hemberî kîjan hêzan li ber xwe dan, asta ku niha tê de ne çawa gihîştine; ev jî pir girîng e. Em lê binerin, tenê çeteyên DAÎŞ’ê êriş kirin û li wir êdî bi dawî nebû. Di destpêka fermanê û şûn de di serî de PDK li gel ku civaka Êzidî bi tenê hiştibû û parastina wan nekiribû, bi qirkirinê re rû bi rû mabûn, li gel van jî heman piştî fermanê vê carê jî civaka Êzidî careke din xwest ku bi hemû awayî weke ku ew tişta pêk nehatiye teslîmî wê bibe. Ji bo wê civakê jî êdî xwe radest nedikir û li hemberî vê neradestkirinê bi rengekî din li hemberî civaka Êzidî êriş kirin.
Rêber Apo gelek nirxandin ji bo civaka Êzidî kiriye. Herî zêde giringiyê dide ser wê yekê ku civaka Êzidî xwe ji qirkirina çandî biparêze. Di vê mijarê de rola fêhmkirin û pêkanîna manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Şengalê xwedî girîngiyeke çawa ye?
Rizgarkirina Şengalê li ser banga Rêber Apo pêk hat. Rêber Apo li Girava Îmraliyê dema ku pê hesiya li Şengalê ferman pêk hatiye, wê demê peyamek şand û got, ‘Ew êrişên li ser Şengalê çêbûye li ser me hemûyan çêbûye. Ew jinên ku ketine DAÎŞ’ê, ew keçên hatine revandin, destdirêjiya li wan çêbûye li ser tevahiya gelê Kurd û li ser me tevan, li ser mirovahiyê pêk hatiye’. Got, ‘Em soz didin wan, ya em ê civaka Êzidî, welatê wan, dîlgirtiyê wan azad bikin û em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin. Yan jî ji bo me jiyaneke bi vî rengî wê neyê jiyankirin’. Li ser vê peyama Rêber Apo gelê Êzidî ev peyama Rêber Apo ji bo xwe pêşwazî kir. Cara yekemîn bû di dîroka civaka me de ku piştî fermanekê hêzek, yan jî kûwetek ku ne ji baweriya wî ye û lê xwedîderketiye û tenê xwedîderketina wê jî demkurt nîne, ji bo ku heta heta bijî bi fikir û ramanê xwe, bi hemû hêza xwe piştgirî da. Vê yekê gelekî bandor li civaka me kir. Li ser vê esasê hem ji aliyê leşkerî ve hêzên xwe yên parastinê ava kirin, hem jî sazî û dezgehên xwe rêxistin kirin. Birêxistinkirina van saziyên xwe yên siyasî û civakî bi kedeke mezin pêk hat. Mînak hevrê Mam Zekî pêşengê civaka Êzidî ji bo ku li Şengalê yekîtiyek li nava civaka Êzidî çêbibe, ji bo careke din karibin xwe li hemberî hemû êrişan biparêzin, di nava xwe de belawela nebin, xaka xwe neterikînin neçin derveyî welat, kedeke pir mezin da. Bi vî awayî jî li Şengalê vana yekser berhemên xwe da. Mînak di rizgarkirina Şengalê de me dît ku hêzên YBŞ, YJŞ, dîsa YPG, YPJ bi hemû desteka xwe Şengal rizgar kirin.
Ev têkoşîna di nava 12 salan de herî zêde balê dikişîne bêguman têkoşîna jinan e. Di destpêka fermanê de îradeya jinê li Şengalê pir xurt xwe da diyarkirin. Ji du aliyan ve derkete holê. Li aliyekî di dîmenê destpêkê de yê ku li tevahiya cîhanê hate belavkirin dîlgirtina jinan bû. Di nava qemyonan de li sûkan, ku dema fiyet danîbû ser wan û difirotin. Vê êşeke mezin diafirand. Lê belê li hemberî vê jî dîmenekî din ku heman piştî fermanê êdî ket rojeva cîhanê, jinên Êzidî, keçên wan yekser ragihiştin çekê, li xwe xwedî derketin û teslîm nebûn. Fermanê di wan de şikestin çênekir, bû sedema xurtbûna hêrsa hilanîna tolê. Û li xwe xwedî derketin. Keçên Êzidî hema beşdarî nava YJŞ’ê bûn û Yekîneyê Parastina Jinê yên Şengalê ava kirin. Ev girîng bûn. Bi taybetî dayikên Şengalê di parastina Şengalê de bi şervanên azadiyê re bi her awayî li her çeperê bûn yek. Mesela di vê demê de gelek êriş ji aliyê PDK’ê ve bi taybetî hate kirin. Li Xanesorê di 2017’an de, li hemberî wan bi rastî jî dîmenê ku wê demê rû da, dîmenê salên 1990’î li Cizîra Botan dianî bîra mirovan. Wê demê dema ku xwestin Xanesorê dorpêç bikin û ew meclîsa Şengalê û saziyên wan ên li wir hatin avakirin belav bikin û êdî kesên li Şengalê mane careke din koçber bikin û ew fermana nîvco mayî xwestin wan temam bikin. Li hemberî wê weke keça Êzidî weke Nazê Nayîf Kewal, rojnamevan heval Nûjiyan Erhan; mînak hevala Nazê bi pêşengiya xwe di serhildanê de bû. Çawa heval Binevş Agal li Cizîra Botan ji van re serkêşî kir, di serhildanên Kurdistanê de bû weke sembol, berdewamiya wê vê carê hevala Nazê bû sembola serhildanê li Şengalê. Hevala Nûjiyan di destpêka fermanê de heta şehadeta xwe ji bo ku ferman negihêje armaca xwe, ew êşa civaka Êzidî, dengê jina Êzidî, berxwedana wê bi hemû awayî gihand cîhanê. Vana ji fermanên beriya niha cudatir bandorek çêkir. Li aliyekî têkoşîn, li aliyekî berxwedan û li aliyekî jî têkbirina êrişan. Ji ber vê bi taybetî hem dewleta Iraqê, bi taybetî jî PDK heta niha jî ji bo Şengalê weke ku ferman neqewimiye, tenê bûyereke ji rêzê ye, careke din beriya fermanê çawa civaka Êzidî bê zanebûn, bê rêxistin, bê parastin û bê têkiliyên derve, bê hebûna xwe hiştibû; hewldanên weke wê gelekî kirin. Di sala 2020’î de Peymana 9’ê Cotmehê hate çêkirin. Armanca vê peymana 9’ê Cotmehê çi bû? Ew jî pir girîng e. Bi vê peymanê xwestin ew rêxistina hatiye çêkirin wê rêxistinê belav bikin. Û peyman bi hev re çêkirin, dîsa PDK’ê vegerîne Şengalê û sazî û dezgehên berê bînin Şengalê, îradeya Êzidiyan a ku hatiye avakirin îradeya wê ya siyasî û civakî tine bikin. Li hemberî vê peymanê jî gelek berxwedana bi rûmet hate kirin. Dîsa ciwanên Êzidîxanê serkêşiya van serhildanan kirin. Li dora hêzên xwe kom bûn, li saziyên xwe xwedî derketin. Bi rojan nobed girtin li dora saziyên xwe. Mînak wê demê li derdora Asayîşê bi mehan konê nobedê danî. Yanî Şengal eger mirov bibêje ferman qet jê xilas nebû. Ji 3’ê Tebaxa 2014’an û pê ve her tim tê de têkoşîn mezin bû. Ne weke em bibêjin bajarokekî, weke parçeyekî Kurdistanê yê pêncemîn ewqasî di nava xwe de êriş li ser çêbû. Êrişên dewleta Tirk ji 2017’an heta 2025’an banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatê, heta wê pêvajoyê êrişên hewayî li ser Şengalê nesekinî. Bi hemû cûreyî. Bi dehan pêşeng, rêveberên civaka Êzidî hatin qetilkirin, hatin şehîdkirin. Dîsa armanc kirin û bi wî rengî ew qetil kirin. Di nava civaka Êzidî de sîxur bi rêxistin kirin, ajan bi rêxistin kirin. Bi rengê bê exlaqî destdirêjiyên cuda di nava civakê de xwestin bi pêş bixîne. Yanî hem ji aliyê îdeolojîk ve hem ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve hem êrişên leşkerî û bi hemû awayî li ser civakê ji bo ku ew civak li wê axê nemîne, çi pêwîst bû ji destê wan hat kirin. Dema mirov li bîlançoyê dinihêre û şerê ku li wir hate kirin dinirxîne, her wiha em bibêjin civaka me ya Êzidî ya li wê qadê; li hemberî hev dîmenekî cuda derdixîne. Çi hişt ku ev civak ewqasî li hemberî van êrişan saxlem bisekine? Bêguman li Şengalê bandora Tevgera Azadiyê, fikir û ramanên Rêber Apo civaka Êzidî êdî xwe ava kir. Xwe zane kir. Di xwe de tiştên ku berê wê derneketibû holê ew derxist û eşkere kir. Çi bû? Koletî, tirsa koletiyê li ser rabû. Ew bêîradebûyî êdî veguherî îradeyê. Dît ku kesên heta niha li ser wî desthilatdar bû ji bo xwe li gorî berjewendiyên xwe ew bi kar aniye. Mînak li hemberî vê sekinî. Em bibêjin, hîn di sala 2003’an de ji hilweşîna rejîma Saddam Huseyîn heta dema fermanê Şengal di nava xwe de hikumeta herêmê ya Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê di navbera xwe de weke cografyeyeke tampon hiştibû û bê stastu hiştibûn. Jê re dibêjin çi? Dibêjin xala 140. Xala 140; herduyan jî li gorî berjewendiyên xwe de facto li ser wê desthilatdariya xwe dan meşandin. Yanî ne statuyeke wê heye, ne jî binesaziyeke wê tê sererastkirin, ne jî li wê derê kar tê kirin, ne jî baweriya civaka Êzidî dihate naskirin. Weke ji derveyî xwe didît. Ev jî dibû sedemeke wisa ku bi taybetî li Iraqê hêzên Îslam a Tundrew, yên ti para xwe ji çanda Îslamî jî negirtine weke çeteyên DAÎŞ’ê, bermahiyên wan bû, bi destê wan kirin. Bi vî rengî civaka Êzidî di destê xwe de weke çoyekî girtibû û dixwestin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lewma di pêvajoya derbasbûyî de hem li hemberî peymanên li ser hate girêdan hem jî lîstikên hatin kirin, têkoşîneke rêxistinkirî hate meşandin.
Di 9’ê Cotmeha 2020’î de hikumeta Iraq, PDK û dewleta Tirk xwestin peymanekê li ser civaka Êzidî mohir bikin ku ew jî şêweyekî din ê fermanê bû. Civaka Êzidî vê carê bi awayekî rêxistinkirî li dijî vê rawestiya. Gelo roja îro metirsiya vê peymanê hatiye derbaskirin? Yan eger metirsî derbas nebû be wê demê çawa didome?
Peymana 9’ê Cotmehê weke mohrkirina dewamiya fermanê bû li ser civaka Êzidî. Hîn jî dîlgirtiyên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de, nerizgarkirinan wan; heta roja îro li gorî daneyên fermî 2.800 kes hîn jî dîlgirtî ye û aqûbeta wan nediyar e. Bi dehan gorên komî hene nehatine vekirin. Gorên komî yên ku hatine vekirin, şandine Tipa Edlî, hîn DNA’yê wan nehatine zelalkirin. Ên ku zelal bûne jî wan radestî malbatên wan nakin. Ferman bi rêbazeke cuda dewam dike. Îradeya li Şengalê hatiye avakirin, bi taybetî rêxistiniya jinên Êzidî, naskirina fermanê weke qirkirinê û têkoşîna li Şengalê tê meşandin nîşanî me hemûyan dide ku civaka Êzidî li ser van hemûyan dikare statuya xwe misoger bike. Eger bi rastî di serî de hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hemberî vê fermanê, li hemberî vê karesata mezin a ku li dijî vê civakê hate kirin, dixwazin xwe bidin efûkirin û careke din bi vê civakê re danûstandinan bike û li ser wê xakê bi hev re bijîn, divê destdirêjiya li ser civaka me, li ser Şengalê nekin. Dev ji wan berjewendiyên xwe berdin. Ji ber wê mijara esasî li Şengalê bêguman mijara naskirina nasnameya wê ye, naskirina statuya wê ye, naskirina jiyana vê civakê ya bi bawerî, çand û jiyana xwe ye. Li ser vî esasî têkoşîna xwe dimeşîne. Di demeke wisa girîng de ev pêngava Rêber Apo ku destpê kir, bi taybetî Banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo civaka me bi rastî jî nefesek daye. Ji ber ku herî zêde êrişên dewleta Tirk li ser wê civakê dihate kirin, êrişên giran dikir. Pêngava ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşe, ji bo Şengalê jî weke bingeha pêvajoyeke nû bi xwe re ava kiriye. Di manîfestoya civaka demokratîk de Rêber Apo ev pêvajo ji bo civaka Êzidî weke ronesansê pênase kir. Got, ‘Civaka aştî û demokratîk ji bo civaka me ya Êzidî jinûve xwe çêkirin e, jinûve xwe avakirin e, ronesansek e’. Hemû tiştên ku li ser vê civakê hatiye kirin bêguman ji bêrêxistiniyê bûye. Em bibêjin ji ber bêperwerdebûyînê bû, nezanbûneke pir mezin tê de hebû. Gelek derdoran ji bo berjewendiyên xwe xwest wan bi kar bînin û bi vî rengî bûn lîstik di destê hêzên cuda de. Ew jî ne bi zanebûn çêbûye, partiyên siyasî li gorî berjewendiyên xwe ew bi kar aniye. Di nava civakê de jî parçebûnek çêkiriye. Ji bo wê van herdu salên derbasbûyî, bi taybetî piştî banga Rêber Apo gelek karên hêja li Şengalê têne meşandin û hate meşandin jî. Weke konferansa li ser ronesansê, xebatên yekîtiya civaka Êzidî, tifaqa navxweyî ji bo ava bikin kar û xebatên jin, weke TAJÊ ku bi hemû awayî karên xwe yên rêxistinkirinê dewam dike. Li Şengalê niha civak xwe bi xwe dimeşîne. Vê pêngavê derfetên bi vî rengî pêşkêşî wê kiriye. Salvegera 12’emîn civaka me bi hêzeke xwe ya cewherî pêşwazî dike. Hêza xwe ya bi xwe ava kiriye pêşwazî dike. Dîsa em zanin li ser hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşê, bi taybetî li ser rêxistinkirina wê ya siyasî û civakî hinek şîrove têne kirin. Li Iraqê guhertinên têne çêkirin; gelo wê hebûna YBŞ, YJŞ, hêza wê çawa dibe? Nîqaşên vê tê kirin. Li ser hêzên parastinê nîqaş tê kirin. Di vir de rêveberiya Şengalê bi taybetî Meclîsa Gel, komînên wan bi xwe bi rêxistin kirin, biryarên wan ew e ku vê pirsgirêkê bi Iraqê re çareser bike. Ji destpêkê heta niha. Niha civaka Êzidî weke dewletê kesî tehdît nake, xeteriyê li ser dewletan, hikumeta herêmê nake. Dewletan ava nake. Tenê bi nirxên xwe dixwaze weke xwe bijî. Ji ber wê pirsgirêkeke welê neyê çareserkirin tine. Pirsgirêka Şengalê tenê bi qanûneke parlamentê ku tê re derbas bike, weke ku çawa 14 dewletan qirkirina li ser Şengalê erê kirin, Iraq jî weke qirkirinê qebûl bike û ev civak, civakeke ku di dîrokê de heta niha bi qirkirinê re rû bi rû maye, çandeke resen e, civakeke xwedî taybetmendiyan e, ji bo ku karibe bi taybetmendiyên xwe bijî û tine nebe, qanûnek bê derxistin ku li navçeya xwe li cihê xwe, li xaka xwe bijî. Di heman demê de gelê Êzidî bêguman ên ku li Iraqê dijî, hemwelatîbûnê wê derê ye. Ji xwe li wir dijî. Niha li ser entegrasyona demokratîk nîqaş tê kirin. Çawa dikare entegreyî sazî û dezgehên wê derê bibe û ew jî bi nasname û îradeya xwe çawa dikare pêk bîne? Nîqaşên bi vî rengî çêdikin. Em hêvî dikin ku bi munasebeta vê salvegera fermanê jî careke din di serî de hem desthilatdariya Iraqê û bi taybetî jî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civaka Êzidî fêhm bikin û wan destketiyên wan bibîne, taybetmendiya wan bibîne. Nirxekî mezin e, wê wateya wê karibin şîrove bikin û li gorî wê nêzîk bibe. Bi vî rengî vê pêvajoyê ji şer û pevçûnan û serdeçûnê zêdetir bi diyalog û danûstandinê karibin çareser bikin. Civak jî ji vê re amade ye. Pêşeng û rêveberiya wê jê re amade ye. Hêzên leşkerî, hêzên heyî jî hêzeke ku em bibêjin ê xweparastina ji ferman e. Ne ew hêze ku gefê li cihekî din bixwe. Ji bo civaka Êzidî ji xwe tiştekî bi vî rengî nayê fikirandin. Civaka Êzidî ji tiştên bi ser de hatiye dersan derdixîne û ji bo careke din bi serê wê ve neyê li ser kûr dibe. Bi taybetî banga Rêber Apo kir û xebatên ku heta niha li Şengalê hatine meşandin weke karê meclîsên me, komînan, rêxistinkirina jin û ciwanan ev bêguman divê bêne mezinkirin û pêşxistin. Em vê girîng dibînin. Di nava 12 salan de di encama berdêlên mezin ên bi nirx, heta astekê yekîtiyeke xwe ava kiriye, tifaqa xwe ava kiriye, di serî de di nava eşîran, bavikan, civakê de hevgirtineke pir girîng derketiye holê. Ya din a gelekî hêja jî ji destpêka fermanê û vir ve li herêma Şengalê li Êzidîxanê ji derdorên cuda, ji baweriyên din; di serî de gelê Ereb ê li Şengalê dimîne, dîsa Şîayên wê, Kakaî, Yarsan, Tirkmen bi civaka Êzidî re di nava danûstandinê de ne.
Xala herî girîng ji bo civaka em ew e ku têkiliya bi hemû civakan re xurt bike. Çiqasî xwe bi perspektîfa xwişk û biratiya gelan xwe bi rêxistin bike, wê diyalog, danûstandin û hevgirtinê çêbike, ewqasî jî dikare ewlekariya xwe mezin bike. Di dîrokê de hatiye ispat kirin û me li Şengalê di fermana dawî de jî dît, çiqasî di nava xwe de xwe teng bike, ji derdora xwe re xwe bigire û bi wan re têkiliyan danîne, tifaqan çêneke û li ser nesekine ewqasî jî di nava xwe de pirsgirêkan jiyan dike û ji derdora xwe jî nikare wê alîkariya pêwîst werbigire. Ji ber wê ev konferansa dawî di arîfeya vê salvegera 12’emîn de pêk anîn gelekî hêja bû, girîng bû. Hem beşdarên wê hem nirxandinên lê çêbûn, hemû ji bo dema pêş statuyek li Şengalê bê avakirin, gavên girîng e. Mirov dikare vê bibêje.
Wekî din di nava van 12 salên derbasbûyî de bi dehan berdêl hatin dayin. Malbatên me yên şehîdan, gaziyan hene. Yên ku qurbanî dane hene. Li ser vî nirxê mezin divê hîn zêdetir, ji kîjan partiyên siyasî dibe bila bibe, divê li ser nasnameya xwe ya bawerî û çandî û ziman li ser vê hevgirtinekê çêbikin. Ez vê gelekî hêja dibînim.
Dîsa têkoşîna jinan di nava van 12 salan de çawa ku pêşengtî kir, li hemû qadan; ji qada parastinê heta qada dîplomatîk, pêşengtiyê ji guhertin û veguhertina li Şengalê re dike. Niha li Şengalê bi rastî werçerxek çêdibe. Yanî hem guhertin heye hem jî veguhertin heye. Li wê derê êdî guhertineke pir bingehîn tê çêkirin û pêşenga vê, ruh didê, can didê jin e û ciwan in. Ji ber ku yên herî zêde di van fermanan de hate qetilkirin û revandin, hatin karesata mezin re rû bi rû man jin û ciwan bûn. Heta niha jî bi sedan ciwan, zarok birin mezin kirin, ji xwe re kirin leşker. Felaketa bi serê jinan ve hat tê zanîn. Ji ber vê fermana 74’an ji ber ku naşibe ti fermanên din, ew jî di vir de heqîqeta wê derdikeve holê. Dîsa dibêjim, cara yekemîn e di nava civaka me de, di dîroka Kurdistanê û di dîroka civaka me ya Êzidî de piştî fermanekê civak êdî bi vî rengî xwe ji xweliya xwe jinûve ava dike. Birînên xwe bi destên xwe dipêç e. Êşa xwe vediguherîne berxwedaneke mezin. Nezantiyê vediguherîne zanebûnê. Ew koçberî û sirgûnê dikin vegera li welêt. Vegera li Şengalê bersiva herî bi wate ya li fermanê ye. Hevgirtina wan bersiveke hêja ya li hemberî fermanê ye. Bi vî rengî li Şengalê û li nava Êzidiyan hemûyan li Êzidîxanê şoreşek dimeşe. Pêvajoya şoreşê ye. Şengal ne tenê Şengal e, Şengal cihê guhertin û veguhertina civaka Êzidî bi temamî ye. Yanî Êzidiyên li tevahiya cîhanê, navenda wan a xweçêkirin, xweavakirinê Şengal e. Wargeha pîroz Şengal e. Şengal bi vî rengî ji Şengaliyan zêdetir a her kesî ye. Êzidîxan bi roleke wisa dilîze. Li Iraqê jî cihê Êzidîxanê gelekî diyar e. Ew modela ku li Şengalê hatiye avakirin hemû gelên bindest û civakên xwedî baweriyên resen li Iraqê û Rojhilata Navîn dikarin ji vê jiyana Şengalê ji xwe re ezmûnê derxîne. Dikare ji xwe re encamekê werbigire. Ji bo xwe esas bigirin. Civakeke ku hatibû ber tinebûnê çawa xwe jinûve çêkir û çawa dikare li ber xwe bide. Bila baweriya wan pê hebe. Dewletên netewe-dewlet, dewletên her tişt di destên wan de heye her tim nikarin bi ser bikevin. Di rastiya Şengalê de ev diyar bû. Her tim ew nikarin. Ji ber ku ew zilmê dikin, neheq in, bi her awayî zilmê didin meşandin. Lê belê yên xwedî heq, hiqûq û maf e, mafdar e, doza wan a esasî lêgerîna li mafên xwe ye. Ji bo vê jî di rastiya Şengalê de vê xwe diyar kiriye. Dibe hejmara xwe kêm be, dibe belav be, dibe gelek bêderfetiyên xwe hebin, lê belê ew nirxên ku pê dikevin rê hêja ye. Weke ku çawa şehîdê me yê mezin hevrê Dijwar digot, ‘Doza Êzidiyan dozeke mezin e. Dozeke welê ye ku bê xwestin mirov deh caran di oxira wê de canê xwe bide’. Vê heqîqetekê diyar kiriye. Îro di nava civaka Êzidî de civaka Êzidî êdî bi rûmet, nirx jiyan dike, bi serbilindî jiyan dike. Êdî dibêje ez heme, ji her kesî re tê gotin, serî natewîne. Hêzeke xwe heye. Hêza demokrasiyê ava kiriye. Êdî tehma azadiyê kiriye. Ev gelekî girîng e. Ji bo wê ev hêzê dide hemû têkoşîna gelê Kurdistanê jî dide ya herêmê jî. Lewma bi vê wesîleyê dixwazim bang bikin; di serî de hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê çi dibe bila bibe her tim heman tiştên qewimîne divê dubare nekin. Divê ew lêborîna ku tê xwestin êdî ji mafên civaka Êzidî re rêzdar bin û vê asta ku li civaka Êzidî derketiye holê divê êdî bi rengê hiqûqê, destûrî nas bikin û nav lê bikin û qebûl bikin. Ev gelekî girîng e.
Wekî din, civaka me ya Êzidî di têkoşîna xwe ya siyasî û civakî de şoreşekê, ronesansekê dijî. Têkoşîna xwe têkoşîneke hêja, bi wate û pîroz e. Divê hemû pêkhateyên vê civakê û yên dostên wê li vê doza wê xwedî derkevin û piştgiriya wê bikin. Bi vê munasebetê ez ji tevahiya civaka Êzidî ya li derveyî welat û hemû qadên din dibêjin, bîranîna şehîdan tenê bi 3’ê Tebaxê re sînordar nehêlin. Bi her awayî vê têkoşîna hêja û azadiyê ya civaka Êzidî ji bo mayinde bibe, piştgiriya xwe pê re xurt bikin. Ji ber vê divê her kes li vê heqîqetê xwedî derkeve. Û ev têkoşîna civaka me ya Êzidî, ew berdêlên ku hatiye dayin, ji hemû baweriyan me li wê derê şehîd dane. Bi dehan ji baweriya civaka me ya Elewî tê de şehîd ketin, ji hemû qadên Kurdistanê, derveyî welat hatine. Ji ber wê bi rastî jî têkoşîna vê civakê têkoşîna hebûnê ye, têkoşîna mirovahiyê ye, têkoşîna jinûve avakirina xwe ye. Civaka me jî bersiva vê dide. Xwedî vê îrade û rêxistinê ye. Xwedî vê parastinê ye û xwedî vî nirxî ye. Çi xeterî li ser hebin jî divê dîsa dev ji têkoşîna xwe bernede, hîn zêdetir bi rêk û rêbazên cûrbecûr karibe têkoşîna xwe bide meşandin û nehêle careke din xeteriyên mezin li ser çêbibin û nehêle careke din ferman xwe dubare bike.
Her tim bala Rêber Apo li ser vê civakê ye. Di vê pêvajoyê de jî Rêber Apo derfetek da civaka me ya Êzidî. Em jî weke Tevgera Azadiyê di bin hemû şert û mercan de, weke çawa 3’ê Tebaxê me erk û berpirsyariya xwe xwest pêk bînin, em dîsa bi civaka xwe re û tiştên bikevin ser milê me em ê pêk bînin. Bi vî rengî ez têkoşîna me ya gelê me ya 12 salan pîroz dikim û tevahiya gelê Kurdistanê jî yên ku ev têkoşîn dewam kirin ji bo hemû gelê me spas dikim.

