Di pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter a 33’emîn de 72 karên rojnamevaniyê hatin nirxandin.
Xelata yekemîniyê ya nûçeya Tirkî de ji Evrenselê nûçegihan Fîlîz Gazî û Ozlem Temana bi nûçeya bi sernavê “Fabrikalarda Uzuv Kayıplı Kaza Gerçeği” wergirtin.
Nûçeya “Kürdün dağı taşı yapmalanıyor” a Reyhan Hacioglû ya ji rojnameya Yenî Yaşamê xelata duyemîn, nûçeya Tûgçe Yilmaz a ji Bianetê ya bi navê “Trans kadın öğretmen Zoe hedef gösterildi, işine son verildi” xelata sêyemîniyê wergirt.
Xelata Taybet a Jûrî radestî Îrfan Aktan ê ji 1+1 Express’ê hate kirin ku bi nûçeya xwe ya bi sernavê “Kandil dağlarında üç gün” tevlî pêşkbirkê bû.
Di beşa nûçegihaniya Kurdî de xelata yekemîniyê radestî Nedîm Orûç ê ji Ajansa Welat hate kirin û bi dosya xwe ya li ser rêveberên AKP’ê yên li Şirnexê beşdarî pêşbirkê bû.
Emrûllah Acar bi karê xwe yê bi navê “Bir mezar taşı peşinden 88 yaşında Strasbourg’dan Cûdî’ye” hêjayî Xelata Nûçeya Dîmen hate dîtin ku nûçe li ser Fatîme Uluş a 88 salî hate amadekirin ku 20 salan li gora kurê xwe digeriya.
Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyîn Aykol ku yekemcar hate dayin, radestî MEBYA-DER’ê hate kirin, ku bi karên xwe yên piştevaniyê yên ji bo xizmên şehîdan hêja hate dîtin.
Merasîma xelatê wê 23’ê Îlonê roja Çarşemê saet di 19:00 de li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmed bê lidarxistin.

