Partiya Ciwanên Êzîdî ku di 9’ê meha Nisana 2026’an da kongreya xwe ya damezrandinê pêkanîbû, îro bi tevlîbûna Serokê Partiyê Elî Elyas Osman, Endamên Mekteba Siyasî yên partiyê, Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên, Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), nunerên gelek sazî û partiyên Şengalê, li taxa Rojhilat ya bajarê Şengalê bi merasîmekê navenda xwe vekir.
Di merasîma vekirinê da, Serokê Partiya Ciwanên Êzîdî Elî Elyas Osman axiftinekî kir. Elî Elyas Osman ji bo kesên tevlî merasîma vekirina navenda partiya wan bûne spasiya xwe anî ziman û wiha got: “Partiya Ciwanên Êzîdî xwedî stratejiyekî siyasî û civakiye. Partiya Ciwanên Êzîdî, partiya hemû Êzidiyane û yekitiya Êzîdiya armanc dike.”
Her wiha kesên tevlî merasîma vekirina Partiya Ciwanên Êzîdi bûn têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Riham Hesen ji bo vekirina navenda Partiya Ciwanên Êzîdî kefxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Em vekirina navenda Partiya Ciwanên Êzîdî li Şengalê gelekî gîrîng dibînîn, ewê karibin xizmeteke rast ji bo xelkê Şengalê bidin meşandin, bi taybetî ji bo civaka Êzîdî. Em wekî Tevgera Azadiya Jînên Êzîdî piştgiriya xwe ji bo Partiya Ciwanên Êzîdî diyar dikin. Em di wê baweriyê dene ku emê bi hev re xebatên baş bidin meşandin û layiqê vê pêvajoyê ku kedekî zêde ji ciwan û jinan tê xwestin bibin. Di Mekteba Siyasiya Partiyê de jin jî cih digrin ev başe. Partî ji bo xelkê xwe xizmet bikin tên damezrandin, em wê hêzê di Partiya Ciwanên Êzîdî de dibînîn ku di hemû aliyan de ji bo xelkê xwe xîzmet bikin û di xebatê wan de serkeftinê dixwazim.”
Serokê Partiya Ciwanên Êzîdî Elî Elyas Osman li ser avakirina Partiya Ciwanên Êzîdî axivî û got: “Wekî hûn jî dizanin me 9’ê Nisanê kongreya damezrandina Partiya xwe pêkanî bû. Îro me meqera xwe ya li navenda Şengalê bi merasîmekî vekir. Berê derfetên ciwanên Êzîdî ne bûn di siyasetê de cihê xwe bigrin, ji ber vê pewîstiyê Partiya Ciwanan me damezrand. Em bang hemû Êzidiya û bi taybet ciwanên Êzîdî dikin, bên di partiya me da cih bigrîn û em bi hev re xebat bidin meşandin. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên civakê zêdetir bi siyasetê tên çareser kirin. Em pirsgirêkên civaka xwe bi riyên siyasetê çareser bikin.”
Merasîm bi pêşwazîkirina mêvanan wê heta saetên êvarê berdewam bike.

