Pêvajooya muzakereyê ya ji bo çareseriya meseleya Kurd derbasî asta guhertina qanûnî bû ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz Qanûna Çarçoveyê ya ku di çarçoveya pêvajoyê de hatiye amadekirin ji ANF’ê re nirxand. Tahmaz diyar kir ku qanûn ji bendewariyan re nebûye bersiv, lê belê li gel kêmasî û şaşitiyên xwe jî asteke girîng e.
‘QANÛNEK LI PÊŞIYA ME YE KU YEKEMCAR ALIYAN LI SER LI HEV KIRINE’
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz got, qanûneke welê li pêşiya wan e ku yekemcar aliyên muzakereyê li ser li hev kirine û got, “Bi dîtina min, ji bo bicihanîna vê qanûnê û pêşvebirina wê divê hewl bê dayin.”
Tahmaz diyar kir ku qanûna çarçoveyê divê bibe destpêkek û got, “Ji xwe herdu alî jî di çarçoveya çareseriya meseleya Kurd de dibêjin ku ev gava destpêkê ye, destpêkek e. Di vir de qala çareseriya demokratîk a meseleya Kurd nayê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku dema tundî ji dewrê hate derxistin divê meseleya Kurd bibe rojeva Tirkiyeyê û ji bo çareseriya wê jî têkoşîn bê meşandin.”
‘RÊBAZA TÊ ŞOPANDIN RÊBAZEKE XWESER A TIRKIYEYÊ YE’
Têkildarî rêbaza pêvajoyê jî Tahmaz bal kişand ser daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Ocalan dibêje, piştî ku ji qonaxa bêçekbûnê derbas bû divê pêvajo veguhere demokratîkbûnê. Di daxuyaniya xwe ya destpêkê de gotibû, meseleya Kurd wê derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bibe. Niha ji bo vê firsendek afirî. Ev firsend ne ew firsenda ku em li bendê bûn. Ji ber vê yekê di gava destpêkê de hêviyeke me ya demokratîkbûnê ji vê Qanûna Çarçoveyê nebû. Lê belê ji aliyê hevgirtina navxweyî ve rexneyên me hene. Ji aliyê mijara ku qanûn giraniyê dide ser rexneyên me hene. Ji ber ku îradeya li wê derê îradeya çareseriya demokratîk a meseleya Kurd nîne, giraniyê dide ser bidawîkirina tundî û şer. Rêbaza ku îro li Tirkiyeyê tê şopandin rêbazeke xweser a Tirkiyeyê ye. Li cîhanê pêvajoyeke welê nîne ku di çareserkirina şer de destpêkê aliyê tundiyê tê çareserkirin, pêvajoya şer û têkoşîna çekdarî li ser zemîna qanûnî tê sererastkirin û piştre pirsgirêkên esasî tê çareserkirin. Ev hemû li hemû welatan paralelî hev hatine meşandin. Niha aliyên ku muzakereyê dikin dibêjin rêbazeke xweser a Tirkiyeyê ye. Wê bi ser bikevin an na? Dema ku mirov bala xwe didin ser 2 salên derbasbûyî bi rengekî nedîtî dibînin ku pêvajo bê pirsgirêk dimeşe, ji bo herdu aliyan. Binihêrin 2 sal in, 22 meh in li Tirkiyeyê kes nehate kuştin, şer neqewimî. Li komîsyona meclîsê ku qanûn hate nirxandin, li gel rexneyan jî ji bilî ÎYÎ Partiyê hemû partiyan dengê erê dan qanûnê. Bi dîtina me, ev gelekî hêja ye. Di vir de wezîfeya dikeve ser milê saziyên civakî yên sivîl ên wekeme ew e ku pêvajo bi pêş ve bibin. Ji bo pêvajo bi rengekî rast bimeşe û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve pirsgirêkên nû rû nedin, em neçar in ku hewl bidin.”
‘EM DIXWAZIN TEVLÎ KOMÎSYONA ŞOPANDINÊ BIBIN’
Tahmaz diyar kir ku li gorî Qanûna Çarçoveyê di mekanîzmaya şopandinê de du komîsyonên cuda di rojevê de ne û anî ziman ku yek ji van avaniyek li nava Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) û ya din jî Komîsyona Şopandinê ya li Meclîsê bê avakirin e. Tahmaz ragihand ku ev yek têrker nîne û got, “Komîsyona Şopandinê tenê li Meclîsê ava dikin. Li gorî me ev têrker nîne, divê rêxistinên civakî yên sivîl ên weke Weqfa Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) teqez di nav de cih bigirin. Pêvajoya çekdanînê bi esasî pêvajoyek di navbera rêxistinê û hêzên ewlekariyê de ye. Lê belê pêvajoya demokratîkbûnê, çêkirina qanûnan, bicihanîna qanûnê mecbûr e ku ji aliyê civaka sivîl û siyasetê ve bê şopandin. Em daxwaza vê dikin.”

