Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), jinên ciwan derbarê bandora fikrên Rêber Apo a li ser civak û bi taybetî li ser jinan axivîn. Jinên ciwan, destnîşan kirin ku xeta azadiya jinê ya li ser esasê fikrên Rêber Apo pêş ketiye, bûye bersiva herî mezin a li dijî siyaseta înkar û zextê.
‘FIKRÊN RÊBERTÎ JI BO ME VEJÎN E’
Arjîn Urper bal kişand ser dîroka zext û tunekirina nasnameya Kurd û jinê û got, “Dayik û pîrika min rastî îstîsmar û zordariyeke giran hatin. Civakeke ku ber bi mirinê ve diçû, ji nû ve hat jînkirin û ev karê zehmet bi serkeftî hate kirin. Ez ji zarokatiya xwe heta niha hezkirina xwe ya ji bo Rêbertî wekî vejîna xwe dibînim.”
Vejîn Urper diyar kir ku şoreşa ku ew îro tê de ne, şoreşa jinê ye û wiha domand, “Heke ez îro gihêştibim wê astê ku bikaribim tiştên ku pergala serdest li ser me ferz dike red bikim, ev bi saya fikrên Rêbertî ye. Em pir dûr neçin, beriya 20 salan jî pergalê feraseta xwe ferz dikir û ji ber jin nerêxistinkirî bûn, bêdeng diman. Lê îro şêwazê jiyan û ramana me guheriye. Tevî ku Rêbertî di bin şert û mercên giran ên girtîgehê de ye jî, raman û îdeolojiya wî digihêje me hemûyan.”
‘MIFTEYA AZADIYA ZIMAN Û NASNAMEYÊ YE’
Jina ciwan Zêrîn Apaydîn jî destnîşan kir ku ew serbilind in ku li ser bingeha fikrên Rêbertî perwerde dibin û xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin. Zêrîn Apaydîn, bal kişand ser êrîşên dijmin ên li ser jinên ku xwedî li ked û nasnameya xwe derdikevin û got, “Tevî ku bi salan e Rêber Apo hatiye girtin jî, nekarîn fikrên wî ji gelê Kurd qut bikin. Her ku em gavan ber bi pêş ve diavêjin, dijmin gavekê paşve dikişe. Em tiştekî zêde naxwazin; em jiyaneke azad, nasnameya xwe û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dixwazin. Heta dawiyê em ê xwedî li nasnameya xwe derkevin. Her wiha heta ku em Rêberê xwe azad dikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

