Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser li dijî êrîşa li ser şêniyên Çelebiyê daxuyanî da
Rojava

Rêveberiya Xweser li dijî êrîşa li ser şêniyên Çelebiyê daxuyanî da

Li dijî êrîşa li ser şêniyên bajarokê Çelebiyê ya Kobanê, Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê daxuyanî da û bang li hikûmeta demkî kir ku pabendî şertên peymana 29'ê Çileyê bibe û pêvajoya entegrasyonê li gorî wê bicih bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bêyî ku îradeya gelê bajarokê Çelebiyê yê Kobanê esas bigire, şaredarek tayîn kir. Şêniyên bajêr yên ku li dijî vê biryarê derketin berê xwe dan ber Şaredariya Çelebiyê. Li ber Şaredariya Çelebiyê çeteyên HTŞ’ê êrîşê gel kirin û dor li wan girtin. Her wiha destûr nedan rojnamevan bûyerê bişopînin û êrîşê rojnamevanan jî kirin. Di dîmenên dawî de jî çeteyan raste rast êrîşî sivîlan dikirin û li wan didan.

Ji bo êrîşa li ser şêniyên bajarokê Çelebiyê, Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê daxuyanî da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê bi vî rengî ye, “Li gorî peymana ku di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, divê entegrasyon bihata kirin û îradeya gelê herêmê bihata naskirin. Her wiha rêveberiyên saziyan ji nava gelê herêmê bihata wezîfedarkirin. Li ser vê bingehê, parêzgarê Hesekê û hejmarek ji rêvebirên din ji nav xelkê parêzgehê hatin tayînkirin. Lê belê, ev pêvajo li herêma Kobanê nehat cîbicîkirin, ku rêveberên saziyên herêmî ji derve têne tayînkirin. Heta niha, rêveberek ji bo herêmê û rêveberên navçeyên Sirîn û Çelebiyê bêyî ku van biryaran bi xelkê Kobanê re nîqaş bikin, hatine tayînkirin.

Ev gavên ku ji aliyê rêveberiya Parêzgeha Helebê ve hatine avêtin, ne li gorî naveroka peymana 29’ê Çileyê ne û rêveberiya Parêzgehê pabendî şertên peymana entegrasyonê ya ku ji aliyê hikûmeta veguhêz a Şamê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatiye çêkirin nîne. Ev kiryarên ku ji aliyê rêveberiya Parêzgehê ve hatine avêtin, pêkanîna entegrasyonê asteng dikin.

Piştî ku rêveberiya Parêzgeha Helebê rêveber ji bo saziyên navçeya Çelebiyê tayîn kirin, xelkê Kobanê û navçeya Çelebiyê li navçeyê kom bûn da ku helwesta xwe raber bikin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Demkî bi awayekî tund destwerdan kirin û nehiştin ku xelk daxuyaniyê bide, êrîşî xelkê kirin û hewldan ku hinekan ji wan bigirin.

Em, wekî rêveberiya xweser û gelê Kobanê, van kiryaran şermezar dikin û bang li hikûmeta veguhêz dikin ku pabendî şertên peymana 29’ê Çileyê bibe û pêvajoya entegrasyonê li gorî wê bicîh bîne. Em tekez dikin ku em ê ji bilî vê tiştekî din qebûl nekin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê xizmên dîlgirtiyan çalakî kirin
Nûçeya Pişt re Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Petrola Kurd bi awayekî qaçax derbasî Îran û Tirkiyeyê tê kirin: Dahateya wê li ku ye?

Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters’ê, nûçeyek a lêkolînê weşand û diyar kir ku her…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Hevserokên DEM Partiyê peyama sersalê

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan di peyama sersalê de hêviya aştî, xwişk…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bi balafiran êriş bir ser gelê li Bendava Tişrînê

Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişeke giran bir ser gelê li Bendava Tişrînê. Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di teqîna li Ceremanê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tirkiyeyê çekên giran ji Kefercenê kişand, hebûna wê ya leşkerî ya li Tirkiyeyê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê gihîştin malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?