Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclîsê re hat pêşkêşkirin, piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat erêkirin li Desteya Giştî ya Meclîsê tê nîqaşkirin. Piştî nîqaş û nirxandinên partiyên siyasî li ser qanûna çarçoveyî li bendê ye qanûn di encama dengdayînê de di Desteya Giştî ya Meclîsê de bê erêkirin û bibe qanûn.
Endamê Dîvana Serokiya Meclîsê yê MHP’ê Celal Adnan desteyê bi rê ve bir. Rûniştina Desteya Giştî bi axaftina parlamenterên derveyî rojevê re dest pê kir û parlamenteran deqeyeke mafê axaftinê girtin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemergê Onur Duşunmez bilêv kir ku ew di rojeke dîrokî re derbas dibin û piraniya meclîsê li rex aştiyê cih girt û wiha got: “Ez hêvî dikim ew gava yekem bibe wesîleya destpêka avakirina Komara Demokratîk.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ew hêvî dikin ew gava yekem bibe wesîleya aştiyê û ew dê têkoşîna xwe ya avakirina Komara Demokratîk û aştiya mayinde bidomînin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bilêv kir ku şer bandor li ser hemû kesan kiriye û got ku ew ji bo hemû kesên piştgiriya aştiyê dikin re spasiyê dikin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî gotinên Aram Tîgran ku gotibû “Heke ez careke din bêm dinyayê dixwazim hemû çekan bihelînim û bikim saz û cumbuş” bi bîr xist û got ku ew qanûn ji bo aştiyê deriyekî vêdike.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konukçu jî bal kişand ser çalakiya karkerên madenê û xwest mafên karkerên madenê bi cih werin.
Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak jî diyar kir kir ku ew qanûn derfeteke mezin ava dike û parlamento ji rojeke dîrokî re malivaniyê dike û got ku ew hêvî dikin ew qanûn bibe wesîleya aştiyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî destnîşan kir ku divê rexneyên çêker ên li ser qanûna çarçoveyî ber bi çav bê girtin û xwest ew qanûn bibe wesîleya aştiyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî got ku ew di rojeke dîrokî re derbas dibin û anî ziman ku ew qanûn rêya aştiyê û biratiyê ronî dike.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku firsendeke dîrokî ji bo aştiyê heye û xwest ew qanûn bibe destpêka hiqûqeke nû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî derfet ava kiriye ku pirsgirêka Kurd çarçoveya ewlehiyê de were zemîna hiqûqê.
Piştî axaftina parlamenteran Serokwekîlê komên partiyan axivîn.
Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya bi lêv kir ku di vê serdemeke ku şer bi dawî dibe de berpirsyariyeke mezin dikeve ser hemû kesan û got ku piştî di meha cotmehê de meclîsê dest bi xebatan kir ji bo demokratîkbûyînê jî xebat bên pêşxistin.
Serokwekîlê Koma CHP’ê Rahmî Aşkin Turelî jî da zanîn ku ji bo aştiyê ew dê piştgiriyê bidin qanûn.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî tevî kemasiyan jî ji bo veguherîna demokratîk a komarê destpêkek e û wiha got: “Berpirsyariya me ew ê ku em vê destpêkê mezin bikin. Ji ber ku aştî tenê bi qanûneke nayê. Aştî ji hemû qadan avêtina gavên demokratîk mîsoger dibe. Bi bicihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, rakirina astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî aştî mîsoger dibe. Hemû netew û bawerî bikarin xwe îfade bikin. Em pêşerojeke wisa armanc dikin. Armanca me ya Komara Demokratîk jî ew e. Ew pêvajo ne berpirsyariya tenê partiyekê ye. Berpirsyariya me hemûyan e. Ji bo wê jî banga me ji partiyên siyasî re ew ê ku werin em bi hev re xwedî lê derbikevin. Aştî mifteya ciwan bi hêvî bikarin vî welatî bijîn, jin bigehejin mafên xwe û aramî pêk were ye. Firsendeke mezin ji bo aramiyê li pêş me ye. Em bawer in ku Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin. Werin em aştiyê bi hev re mîsoger bikin û hemwelatiya wekhev bi hev re xurt bikin. Ji bo wê jî gava em îro biavêjin hêvî dikin bibe destpêkek ji bo gelên me.”
Serokwekîlê Koma Yenî Partiyê Murat Emîr jî destnîşan kir ku li gor rapora komîsyonê gava yekêm tê avetin û wiha got: “Lê xala din a rapora komîsyonê jî demokratîkbûyîn bû. Lê mixabin li ser vê xalê tu gav nehatin avêtin. Ji bo qanûna çarçoveyî jî me rexneyên xwe anîn ziman. Lê ji bo qanûn helwesta me ji aliyê serokê me yê giştî ve were diyarkirin û em ê ji raya giştî re parve bikin.”
Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul jî destnîşan kir ku bi vê qanûnê ew ê planên emperyalîst li dijî xwişk-biratiyê jî hilweşînin.
Piştî axaftina Serokwekîlan pêşniyarên ÎYÎ Partî û AKP’ê li ser qanûn hatin xwendin û parlamenteran li ser pêşniyaran mafên axaftinê girtin. Piştî axaftinan pêşniyar ji dengdayînê re hat pêşkêşkirin û nehat qebûlkirin. Piştrê jî navber ji bo rûniştinê hat dayîn. Piştî navberê rûniştin dê berdewam bike.

