Rûsya û Ûkraynayê pevguhertineke nû ya dîlgirtiyan pêk anîn ku her yek ji wan 103 dîlgirtiyên şer berdan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 103 leşkerên Rûs hatin şandina welêt û li beramberî vê yekê 103 dîlgirtiyên şer ên Ûkraynayî jî hatin berdan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku mîna pevguhertinên berê dîsa Îmaratên Yekbûyî yên Ereb bi rola navbeynkariyê rabûye.
Rêveberiya Ûkraynayê jî hîna têkildarî pevguhertinê daxuyanî nedaye.

