Li madeneke zêrî ya li sînorê Kamerun a rojavayê Komara Efrîqaya Navîn hezar çêbû û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer roja Sêşemê li madena zêrî ya li Zamboye ya 50 kîlometreyan dûrî bajarê Babouayê qewimî.
Li gorî nûçeya AFP’ê rayedarekî ji herêmê diyar kiriye ku nêzîkî 40 kesî jiyana xwe ji dest dane û hin çavkaniyên xwecihî jî dibêjin ku 100 kesî jiyana xwe ji dest dane û dibe ku ev hejmar zêdetir jî be.
Xebatkarê madenê yê bi navê Cedric Mbango jî diyar kir ku maden bi temamî hilweşiyaye û gelek xebatkar di bin de mane.
MADENVANIYA KAÇAX ZÊDE YE
Li Komara Efrîqaya Navîn hezaz û hilweşîna axê li cihên ku lê çavkaniyên madenê yên dewlemend hene, zêde çêdibin. Piraniya madena zêrî ne di bin kontrola dewletê de ye û bi rê û rêbazên ne qanûnî tên xebitandin.
Di dîmenên ku li ser medyaya dijîtal belav bûne de xuya dike ku li qada madenê ya ku bi sedan kes lê dixebitin beşekê axê hildiweşe û tê ser xebatkarên madenê.
Beriya niha di meha Hezîranê de jî li herêmê heman bûyer qewimîbû û dîsa bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

