Li gorî nirxandina dawî ya WMO’yê, tê payin ku El Niño ber bi dawiya sala 206’an bigihêje asta herî bilind. Rêxistinê ragihand ku bûyer dibe ku pergala baran û germê di asteke girîng de biguherîne û li hin herêman bibe sedema lehî, ziwatî, şewata daristanan û rîska germa zêde bilind bike.
Germa deryayî ya li herêmên navîn û rojhilat ên Pasîfîk a Ekvatorî di halê hazir de di ser asta asayî de ye. Di navbera Gulan-Tîrmehê de bi 1,5 pileyî, meha Tîmrehê jî bi 2 pileyî zêdeyî germahiya asayî hate pîvandin. Germahî dawiya meha Tîrmehê û navîna Tebaxê de gihîşt ser 2,2 û 2,6 pileyî. Li hin herêmên Okayûsê jî cudahiya germahiyê ya li binê deryayê bi 8 pileyî hate pîvandin.
El Niño ku bûyereke avhewayê ya xwezayî ye ku du salan heta bi heft salan carekê rû dide, li seranserê cîhanê ba, zext û pergala baranê diguherînê. Dema derbasbûyî li Amazon, Emerîka Navîn, Endonezya û Awûstralyayê rîska ziwatî û şewatê zêde kir. Li Hindistanê bandor li mûsonê kir û li Efrîkaya Rojhilat jî bû sedema germa zêde ye.
Tê payin ku di dema navbera Îlon û Mijdara 2026’an de li seranserê qada bejahî ya cîhanê germahiyek di ser asta rêjeya asayî de rû bide.
Sala herî germa a heta niha hate qeydkirin sala 2024’an ku piştî bûyera El Niño hat.

