În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren Keskîn: Ji bo aştiya mayinde divê alî di mercên wekhev de bin
Rojane

Eren Keskîn: Ji bo aştiya mayinde divê alî di mercên wekhev de bin

Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê ya mayinde pêwîste alî xwedî mercên wekhev be û got, "Mafê Hêviyê qenciyek nîne, mecbûriyetek e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve beriya sal û nîvekê hate destpêkirin, helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di mijara qanûna çarçoveyê de gavê neavêje dibe sedema nerazîbûnan.

Parêzvana Mafên Mirovan û hiqûqnas Eren Keskîn nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê ji ANF’ê re nirxand û got, “Eger qala pêvajoyekê tê kirin, beriya her tiştî divê alî di nava mercên wekhev de bin.”

Eren Keskîn ku bi salan şahidî ji polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dewletê yên li Kurdistanê re kir, bi bîr xist ku li gel sal û nîvek di ser axaftina Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî ya li Meclîsê jî dewletê hîn gaveke şênber neavêtiye.

Keskîn bi bîr xist ku salek di ser merasîma şewitandina çekan re derbas bû û işaret bi girîngiya daxuyaniya li merasîmê kir. Hiqûqnas Eren Keskîn anî ziman ku rêxistinê ragihand ku dawî li karên çekdarî aniye, ji niha û pê ve têkoşîna demokratîk dipejirîne û destnîşan kir ku ev yek ji bo bidawîbûna pêvajoya şer gava herî bingehîn û girîng e.

Keskîn got, “Ev gav her kesên li vê erdnîgariyê, di serî de çîna karker û hemû beşên civakê rehet dike. Ji ber ku dewlet beşeke mezin a çavkaniyên xwe ji bo lêçûnên ewlekariyê bi kar tîne. Civîna Bilind a NATO’yê mînaka herî şênber a vê yekê ye. Em timî qalê dikin ku bêçekbûn tiştekî çawa nebaş e, lê belê Serokkomar bi xwe çekê diyarî beşdarên civîna bilind dike. Ev rewşeke îronîk û dudilî ye. Lê mixabin civakek nîne ku li ber vê rabe.”

‘MAFÊ HÊVIYÊ QENCÎ NÎNE, MECBÛRIYET E’

Di dewama axaftina xwe de Eren Keskîn ragihand ku bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tercîhek nîne, lê belê mecbûriyetek e û got, “Lê belê ev yek bi cih nayê anîn. Ev bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e. Eger Tirkiye li gorî rapora Meclîsê ya ku hemû partiyan mohra xwe danî binî li gorî biryarên AYM û DMME’yê tevbigere, îro ji xwe beşeke mezin a girtiyên siyasî wê bêne berdan. Di serî de Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, girtiyên ji doza Geziyê û girtiyên ji doza Kobanê wê azad bibin. Ji ber ku têkildarî hemûyan biryar hene.

Ya duyemîn jî mijara ‘Mafê Hêviyê’ ye. Li Tirkiyeyê mixabin ‘Mafê Hêviyê’ weke ku qenciyeke dewletê ye tê nîqaşkirin. Halbûkî ev qencî nîne, mecbûriyetek e. Ji ber ku Komara Dewleta Tirkiyeyê bi hinceta ku rêgeşa ‘Mafê Hêviyê’ têkildarî doza Ocalan û çend dozên din de bi cih nîne, li DMME’yê hatiye mehkûmkirin.”

Eren Keskîn destnîşan kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nabe ku tenê li ser ‘Mafê Hêviyê’ bê nirxandin û got, “Ji ber ku di daxuyaniyên dewletê de Ocalan weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin. Bahçelî jî di nav de Ocalan weke lîderê damezrîner, weke muzakerevanê sereke tê bilêvkirin.

Eger qala pêvajoyekê tê kirin, hingî aliyên vê pêvajoyê divê di nava mercên wekhev de bin. Yanî divê ew derfet bêne afirandin ku Ocalan karibe xwe bi rengekî azad îfade bike. Divê karibe bi rayedarên dewletê, nûnerên civaka sivîl, çapemeniyê re hevdîtinê bike, bi rengekî azad xwe îfade bike û li aliyê hember jî guhdarî bike.

Lê belê em gelekî dûrî van e. Nêzî 2 meh in bi Îmraliyê re hevdîtin nayê kirin. Ev pêvajoyeke çawa ye? Tecrîda li Îmraliyê weke ku ji bo ferzkirina hin tiştan mîna amûrekê tê bikaranîn. Ji ber vê jî beriya qanûna çarçoveyê divê axaftin li ser van bê kirin. Divê Tirkiye ‘Mafê Hêviyê’ û qanûna çarçoveyê biaxive û biryarên DMME û AYM’ê tavilê bi cih bîne.”

Têkildarî qanûna çarçoveyê jî Eren Keskîn got, “Eger wê qanûna çarçoveyê bê derxistin, divê azadiya rêxistinbûn û îfadeyê ji xwe re bike esas, qanûnek li gorî peymanên navneteweyî bê amadekirin ku Tirkiyeyê îmzeya xwe daniye binî û got, “Divê kes li derveyî qanûnê neyê hiştin. Yên li derve divê karibin bi rengekî azad bên, hemû şopandinên qanûnî ji holê bêne rakirin û girtiyên siyasî yên li girtîgehan bêne berdan. Eger ev pêk were hingî pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn dikare destpê bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Berwarî: Divê Kurd stratejî û yekîtiya neteweyî ava bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

Dayikên Aştiyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan piştgirî dan Rojava û gotin, "Eger rewş bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewba Ebolayê: Li Kongoyê yekemcar nexweşek rehet bû

Li Komara Demokratîk a Kongoyê, nexweşekî Ebolayê yekemcar rehet bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê 1,383 sivîl hatin qetilkirin: Yekîtiya Ewropayê şermezar kir

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku heta niha 1,383 Elewiyên li Sûriyeyê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?