Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li Başûrê Kurdistanê, ji ber kêmkirina saetên xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta veguhez ya Sûriyeyê ve daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Em pêşniyar û biryarên Wezareta Perwerde û Fêrkirinê yên têkildarî kêmkirina saetên fêrkirina zimanê Kurdî di hefteyekê de 3 dersan bi berfirehî dişopînin. Di vê çarçoveyê de em dubare dikin ku ev gav ji modela perwerdehiyê ya heyî pavşve gav avêtineke ku berdewamiya pêşketinên ku di salên dawî de di warê perwerdehiyê de hatine bidestxistin, lawaz dike.
Di nava 12 salên borî de li Rojavayê Kurdistanê tecrûbeyeke berfireh a zanistî û pratîkî hatiye berhevkirin. Bi vê perspektîfê, pergaleke perwerdeyê ya berfireh hatiye avakirin ku di hemû astên xwendinê de zimanê Kurdî wekî zimanê sereke yê perwerde û lêkolînê bi kar tîne. Bikaranîna zimanê dayîkê ne tenê bi beşên wêjeyî û mirovî ve sînordare, lê belê di hemû zanistên zanistî, bijîşkî û pratîkî de hatiye sepandin û hemû ders li gorî bernameya zanistî ya pejirandî û pîvanên akademîk ên pêşketî hatine dayîn.
Sînordarkirina zimanê perwerdehiyê yê Kurdî bi 3 dersan di hefteyê de û tenê wekî mijareke ziman a alîkar dîtin, li şûna ku bibe amûrê sereke yê hîndekariya dersên zanistî, bandoreke neyînî ya perwerdehiyê û akademîk dike. Em piştrast dikin ku çareseriya herî baş kêmkirina zimanekî ji bo zimanekî din nîne, lê belê pêkanîna modeleke perwerdeyê ya duzimanî ye. Ev model modeleke zanistî ye ku li gelek welatên cîhanê tê sepandin û dihêle zanist û dersên bingehîn bi her du zimanên Kurdî û Erebî bi hev re werin veguhestin; bi vî rengî mafên zimanî û çandî yên xwendekaran tên parastin.
Em vê biryarê qebûl nakin û bi awayekî zelal û bê şert û merc red dikin. Ev biryar bi prensîbên edalet, wekhevî û mafên zimanî û çandî re nagunce. Her wiha em red dikin ku zimanê Kurdî bi sê waneyên (ders) heftane sînordar bikin an jî wekî mijarek bijarte bihesibînin; Ji ber ku ev rasterast yan nerasterast dibe sedema ku zimanê Kurdî wekî zimanek ji rêzê, alîkar an duyemîn were dîtin.
Kurdî ne mijarek temamkere ku xwendevan dikarin hilbijêrin an jî dev jê berdin û ne jî zimanek biyanî ye li welatê xwe. Kurdî, zimanê dayikê, nasname, dîrok, çand û bîra civakî ya gelê Kurde. Her polîtîkayeke perwerdeyê ku vê rastiyê paşguh dike an jî statuya zimanê Kurdî xirab dike, ew wekî gavek ber bi avakirina Sûriyeyek nû ve nayê hesibandin. Berevajiyê wê,ev dubarekirina polîtîkayên paşguhkirinn û înkarkirinê ye ku gelê Kurd bi dehan salan pê re rû bi rû maye ku le bi awayekî nû.
Li ser bingeha van rastiyan, em bang li aliyên peywendîdar dikin ku van biryarên ku qada perwerdeya bi zimanê Kurdî sînordar dikin jinûve binirxînin û gavên pêwîst bavêjin da ku asta akademîk û bernameyên zanistî yên berfireh yên ku di van 12 salên borî de bi zimanê Kurdî hatine pêşkêş kirin biparêzin û baştir bikin. Divê ev maf wekî mafek qanûnî ji bo nifşên pêşerojê yên xwendevanan were garantîkirin, da ku jêhatîbûna pergala perwerdehiyê were parastin û ew di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê de were baştirkirin.
Di heman demê de, em bi zelalî tekez dikin ku Sûriyeya nû bi hişmendiya berê nayê avakirin û li ser berdewamiya siyaseta dûrxistin û înkarê bi awayên nû nayê avakirin. Di vî warî de, em berpirsiyariya sererastkirina vê kêmasiyê û sererastkirina vê biryarê datînin ser milê aliyên peywendîdar, da ku mafên gelên herêmê û prensîbên edalet û wekheviyê werin parastin.

