Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di roja me ya dilşewat de zilm li me kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin
Kurdistan

TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

TJA’yê di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de li Amedê daxuyanî da û got: “Zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir ên li herêmê ne wekî pirsgirêkeke asayîşê ya ji rêzê ye wekî encama polîtîkayên taybet in. Têkoşînê mezin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de ku li dijî tiryak, hişbir, fihûş û qûmarê hate destpêkirin, li Parka Korhat a li navçeya Rezanê daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de pankarta “Em jin dengê xwe bilind dikin” hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan Azadî” hat berzkirin. 

Metna daxuyaniyê bi Kurmancî Arzu Karaman û bi Tirkî jî Tûlîn Aydas xwend.

Arzu Karaman diyar kir ku hişmendiya serdest zêdetirî sedsalekê ye ku di nêzîkatiya beramberî pirsgirêka Kurd de hişmendiya asîmîlasyonkar, ewlekarîparêz û siyaseta înkarê kiriye bingeh û wiha got: “Bi van polîtîkayên ku mebesta wan piştguhkirina pirsgirêkê ye û ev helwesta xwe domandiye. Rewşa pevçûnî ya ku bi dehan sal in li Kurdistanê berdewam dike, koçberiyên mecbûrî û pêkanînên ewlekariyê bûn sedema xerabûn û wêranbûnên kûr ên civakî. Ji bo şikandina ziman, çand û îradeya gelê Kurd a ji bo jiyana azad a li ser axa xwe ji bo paşvexistina têkoşîna çareseriyê ya bi biryar û bi îsrar, rêbazên cihêreng hatine sepandin.”

Arzu Karaman anî ziman ku desthilatdariyên ku di dîroka komarê de peywir ji hev wergirtine, van polîtîkayan bi amûrên cihêreng domandine û wiha pê de çû: “Valakirina gundan, mirov neçarî koçberiya bo metropolên ku ziman û çanda wan nizanin kiriye, ev rewş tevî krîzên kûr ên civakîbûnê, ew ji mafê perwerdehiyê bêpar hiştine. Rastiya ku ev stratejiyên bi salan rasterast sivîlan û avaniya civakî armanc digirin, di encama polîtîkayên “şerê taybet” de hatine pêşxistin, îro di hişmendiya giştî ya civakê de bî zelalî hatiye fêmkirin. Di çarçoveya van polîtîkayan de nemaze madeyên hişbir, ji bo jinan dibe sedema çêbûna tabloyeke pir girantir û biêştir. Tundûtûjî û destdirêjiyên zayendî bûne sîstematîk, dibin sedema marjînalîzekirin, dûrxistina jinan ji jiyana civakî û zêdebûna bûyerên xwekujiya jinan.”

Arzu Karaman da zanîn kû li herêma ku krîzên ewlekariyê yên demdirêj tê de çêdibin, xirabûna civakî û kûrbûna hesta bêdahatûyê di nav nifşê ciwan de bûye diyardeyeke berbelav û ev tişt gotin: “Di heyama dawî de nemaze li bajêrên wekî Amed, Êlih, Wan û Şirnexê temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye asteke krîtîk û berbelavbûna vê diyardeyê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Bikaranîna madeyên hişbir ku di nav ciwanan de bi giştî belav dibe, li ser jinên ciwan encamên cihêreng û wêranker çêdike. Em, zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir ên li herêmê ne wekî pirsgirêkeke asayîşê ya ji rêzê, wekî encama polîtîkayên taybet ên ku depasîfkirina hişmendiya polîtîk û civakî ya ciwanan, û feqîrkirin û belavkirina avaniya civakê ya rêxistinkirî armanc dikin dinirxînin.”

Arzu Karaman herî dawî dest nîşan kir ku parastin û dûrxistina jinên Kurd ji van polîtîkayên qirêj û şerê taybet xwedî girîngiyeke jiyanî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Astengkirina bandorbûna zêdetir a civakê ji van polîtîkayan divê wekî erkeke lezgîn bê destgirtin, ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê divê bi hemû beşên civakê re têkilî bê pêşxistin. Pêkanîna diyalogên rasterast bi jinan re û meşandina vê pêvajoyê di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad de, dê rastiya ku hêza herî têkneçûyî hêza rêxistinkirî ye careke din diyar bike”

Piştî daxuyaniyê 30 deqîqe dest bi çalakiya rûniştinê kirin û bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana jinê” dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir
Nûçeya Pişt re Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Malbatên Girtiyan bang li her kesê kirin ku li dora Rêber Apo kom bibin

MED TUHAD-FED’ê bang li her kesê kir ku li dora banga dîrokî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ber bi Tişrînê bi rê ketin

Bi sedan kes ji şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiya nobedariya…

Ji aliyê Stêrk TV

53 hezar koçberên Fasî vegeriyan

53 hezar koçberên Fasî yên ku derbasî Ceuta ya Spanyayê bûn, vegeriyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zagros dibû Mizgîniya serketinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?