Di van 30 salên dawî de Amed çanda jiyanê ya ku bi hezaransal e di nav sur, xaniyên bi hewş û kuçeyên xwe yên teng de civandiye, bi lez winda dike. Şopên vê wêraniyê yên ku îro siyê dixe ser vê bajarê ku bi hezaran sal in ji bo şaristaniyan, şer, koçberî û karesatên xwezayî şahidî dike, kelpîçên betonî yên ber bi esman ve bilind dibin û ew rizîbûna civakî ye. Avakirina tîkane ku di van demên dawî de li Amedê lez bûye, bandorê li bîra bajêr, têkiliyên civakî û sîlueta wî dike.
Amed, ji aliyê dîrokî ve xwediyê çande asoyî ya bajêr bû. Xaniyên ji kevirê bazalt hatine çêkirin ku bi hewş û baxçe ye, kuçeyên ku deriyên wan li cîranan vedibûn û piştevaniya taxê ku li dora çavkaniya avê şekil digirt, diyardeyên herî diyar ên vê çanda bajêr bûn. Ji Plana Bajarvaniyê ya sala 1965’an û vir ve destûrdana ji bo avakirina avahiyên pirqatî ya li derveyî suran û paşê rewakirina çêkirina avahiyên ji betonê yên pirqatî yên li nav suran jî, xala şikênandina yekem a vê bîra asoyî bû. Bi demê re taxên li derdorê mîna Rezan, Peyas û Bajarê Nû bi xaniyên şevnişîn yên gelê xizan ê ku ji gundan koç kiribû û paşê jî bi avahiyên pirqatî bi lez û bêkontrol tijî bûn.
Îro xala ku em gihiştinê, mesele jixwe ji sînorê avakirina xaniyên pirqatî derbas bûye. Quleyên ku li deverên cuda yên bajêr bilind dibin, rezîdans û blokên bilind ên bi navendên kirînûfiroştinê re bûye yek, ji her aliyê ku li navenda dîrokî ya bajêr dinêre tên dîtin. Sîlueta qedîm a bajêr êdî ne bi bedenên kelehê, lê bi quleyên xwedî eniyên ji cam ku reklamên “jiyana modern” xemilandine tê pênasekirin.
BAJARÊ KU BI DESTÊ QEYÛMAN JINÛVE HATÎ AVAKIRIN
Aliyê herî biêş û sembolîk a vê guherînê bêguman li Surê qewimî. Piştî berxwedana xwerêveberiyê ya di salên 2015-2016’an de, hilweşîna ku bi destê dewletê li taxên Alîpaşa û Lalebeyê rû da; bêyî ku îradeya gel û rêveberiya herêmî ya hilbijartî li ber çavan bê girtin, di çarçoveya ku ji aliyê hikûmeta navendî û TOKÎ’yê ve hatibû diyarkirin de ji nû ve di bin navê “veguherîna bajar” de hat avakirin. Hilweşandina van taxan ku hilgirê dîroka mirovahiyê û mîrasa çandî ya bi hezaransalî bûn, bi ti hinceteke teknîkî an bajarvaniyê nedahat rewakirin.
Avahiyên nû yên piştî hilweşînê hatin çêkirin, piraniya xwediyên mafan di bin barê deynên giran de hiştin û ji aliyê mîmarî ve jî berevajî îdîaya “taybetmendiya xweser a Amedê”, bûn avahiyên bênasname û standart ku ti têkiliya wan bi taybetmendiyên rastîn a bajêr re nîne. Armanca bingehîn ew bû ku bingeha demografîk a Surê biguherînin û taxên qedîm ji niştecîhên wan ên resen paqij bikin. Ev ne tenê meseleyeke bajarvaniyê bû, rasterast meseleya endezyariya bîr û nasnameyê bû.
BETON ÇAWA CÎRANTIYÊ TUNE DIKE?
Encama herî kêm tê axaftin lê ya herî wêranker a avahiyên bilind ku bi xwe re tîne rizîbûna di têkiliyên civakî de ne. Di xaniyên bi hewş de deriyên cîranan li beramberî hev vedibûn, zarok di kuçeyan de bi hev re mezin dibûn û jinan di hewş an serbanan de piştevaniya rojane hildiberand; lê di blokên bilind ên bi kamerayê û di nav sîteyan de cîrantî êdî daketiye astekê ku tenê di asansorê de mirov li çavên hev binêrin. Têgeha “taxê” ku Amedê bi sedsalan e afirandiye an ku hesta civakbûnê ya ku êş, şahî û berxwedana hevpar parve dike li hember ferdperestiya jiyana avahiyên bilind û sîteyî bi lez hildiweşe.
Ev tevlîhevî ango belavbûn ne tesadufî ye. Tora piştevaniya civakî di bajêrên Kurdan de li seranserê dîrokê hem bû hilgirê domdariya çandî hem jî ya berxwedana siyasî. Ji holê rakirina tax, kuçe û avahiyên bi hewş û li şûna wan avakirina modela bajêr a ji sîteyên veqetandî û îzole; van torên piştevaniyê, bîra civakî û kapasîteya berxwedanê jî lawaz dike. Her destwerdana ku li ser reseniya bajêr tê kirin, di rastiyê de destwerdanek e ku li ser têkiliyên civakî tê kirin.
SÎLUET LI SER NAVÊ KÎ DIGUHERE?
Sîlueta Amedê bi bedenên kelehê, minareya Mizgefta Mezin û taybetmendiya kevirê bazalt bi sedsalan e heman çîrokê vedibêje. Îro li ser vê tabloyê, qule û rezidansên ku bi biryarên avahîsaziyê yên rantperest ên mutehîdên avahîsaziyê û hikûmeta navendî bilind dibin, zêde dibin. Avahiyên pirqatî yên ku li herêmên nêzî navenda dîrokî ya bajêr bilind dibin, yektiya dîtbarî ya qada Mîrasa Cîhanê ku ji Baxçeyên Hewselê û yektiya bircên suran pêk tê, dixin bin xetereyê.
Ev ne nîqaşeke estetikê ya ji rêzê ye. Pirsa ku “sîlueta bajêr kî diyar dike” di rastiyê de rasterast bi vê pirsê re têkildar e: “di wê bajarî de kî xwedî gotin e?” Piraniya biryarên imarê yên ku li Amedê avahiyên bilind erê dikin, ne ji aliyê gelê herêmî û îradeya herêmî ya hilbijartî ve, ji ser maseya qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta navendî ve hatine tayînkirin an ji saziyên girêdayî navendê derketine. Guherîna sîluetê di heman demê de delîlekî diyar e ku nîşan dide îradeya siyasî di destê kî de ye.
MANTIQA RANTÊ LI DIJÎ MANTIQA BAJÊR E
Bê guman li pişt avahiyên bilind tenê tercîhekî estetîkî nîne. Ew li ser mantiqa rantê û mantiqa veguhastina çavkaniyan dixebite. Avakirina avahiyên bilind yên zêde li ser erdên kêm tê wateya firotina beşên musteqil ên zêde. Ev jî hem ji bo sermayeya mutehîdan hem jî ji bo torên siyasî yên ku bi vê sermayeyê ve girêdayî ne, tê wateya di demek kurt de qezenckirin bi dest xistine. Li Amedê li şûna têgihîştina bajarvaniyê ya beşdar, ekolojîk û xwedîderketina li mîrasa çandî ku bi salan ji aliyê rêveberiyên herêmî yên hilbijartî ve dihat pêşxistin; di serdema qeyûman de hişmendiyeke bajarvaniyê ya navendparêz, li ser esasê rantê û ji gel qutbûyî hat esas girtin. Ev hişmendî ne pêdiviyên bajêr, berevajî dînamîkên mezinbûna sektora înşaatê dixe rêza yekem.
BAJARÊN DIN, RÊYÊN DIN
Ev tabloya ku li Amedê tê jiyîn, gava ku bi alternatîfên civakên li deverên cuda yên cîhanê ku li dijî zextên mîna vê pêş xistine re tê berhevkirin, hîn xirabtir dixuye. Li gelek bajarên Ewropayê bi armanca parastina sîlueta navendên dîrokî sînorên tund ên bilindiyê û pêvajoyên imarê yên ji bo beşdarbûna gel vekirî tên sepandin; lê li Amedê biryarên imarê bi giranî di pişt deriyên girtî de, li ser maseya rêveberên bi tayînkirina navendî hatine, teşe girtine.
Dîsa jî, sepandinên buçeya beşdar û meclîsên taxan ku di navbera salên 2014-2016’an de ji aliyê rêveberiyên herêmî yên hilbijartî ve hatibûn pêşxistin, bi awayekî berbiçav nîşan dabû ku kapasîteya gel a biryargirtinê ya li ser qada jiyana xwe çiqas bihêz e. Ev tecrûbe her çend bi sepandina qeyûman re bi pratîkî hatibe rawestandin jî, di bîra civakê û daxwazên civakî de hîn zindî ye.
Li bajarên Kurdan pratîkên bajarvaniya ekolojîk û komunal ji nûve xistina meriyetê, ne tenê hesreta nostaljîk e; di serdema qeyrana avhewayê de nîşaneyên modela bajarvaniyê ya domdartir dihewîne. Reseniya bajêr a asoyî, ya di nav qadên kesk de, ku têkiliya xwe bi av û axê re neqetandiye, dikare hem piştevaniya civakî hem jî hevsengiya ekolojîk bi rêjeyeke mezin biparêze.
QELEBALIX Û KÊMAHIYÊN QADÊN KESK
Lêkolînên ku li navçeyên bajêr ên ku bi leztirîn mezin dibin mîna Peyas, Rezan û Bajarê Nû hatine kirin nîşan didin ku mîqdara qada kesk a ku dikeve serê her kesî ji asta herî kêm a ku ji bo standarda jiyana bajarî tê pêşbînîkirin gelekî kêmtir e. Ev dane nîşan dide ku avakirina avahiyên zêde bandoreke neyînî li ser kalîteya jiyanê dike. Her avahiyek nû ku li taxên derdorê yên bajêr bilind dibe, di rastiyê de hewş, bostan an qadek ku dikaribû biba qada hevpar xira dike û bilind dibe.
KUÇEYÊN ZAROKAN, BETONA CEWANAN
Kesên ku herî zêde ji vê veguherînê bandor dibin zarok û cewan in. Zarokên ku di taxên malên bi hewş de mezin dibûn, kuçe, baxçeyên cîranan û meydanên taxê mîna qada lîstikê û civakîbûnê bi kar dianîn. Lê zarokên ku di nav sîteyan de an jî di nav avahiyên betonî yên bêkeskî de mezin dibin, têkiliya wan a bi bajêr re ji destpêkê ve lawaz dibe. Di navçeyên navendî yên ku bi lez mezin dibin de kêmbûna mîqdara qada kesk a serê her kesî jî vê rewşê hîn xirabtir dike. Ji bo cewanan bajar êdî ne qada jiyana hevpar e; ji cihên ku bi dîwarên bilind û deriyên sîteyan ji hev hatine veqetandin pêk tê.
Ji bo jinan jî rewş ne cuda ye. Çanda hewş û serbanan ku jin karên malê bi cîranan re parve bikin û piştevaniyê bikin, dihatin çêkirin. Di jiyana avahiyên pirqatî û sîteyî de jî jin bêtir di nav malê de heps dibin. Piştevaniya rojane û parvekirina agahiyan a di nav taxê de jî lawaz dibe. Ev ne tenê guherîneke mîmarî ye; di heman demê de ji bo wekheviya zayendî ya civakî jî paşveçûnek e.
DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?
Ev veguherîna ku li Amedê tê jiyîn, divê ne tenê mîna pirsgirêka bajarvaniyê, lê rasterast mîna pirsgirêka xwerêveberiyê û îradeya demokratîk bê destgirtin. Mafê biryargirtinê ku bajar dê çawa mezin bibe, dê kîjan avahî li ku derê bilind bibe û kîjan tax dê çawa bê parastin, divê di destê kesên ku di wî bajarî de dijîn, dîrok û çanda wî hildigirin de be.
QEDERA BAJÊR DIVÊ BI BIRYARA GEL BE
Avahiyên pirqatî ku li Amedê bilind dibin, di rastiyê de bûye sembola qutbûna bajêr a ji koka wî. Heta ku ev bilindbûna berdewam bike, bîra asoyî ya bajêr, çanda cîrantiyê û sîlueta dîrokî ya bajêr hîn bêtir paşve diçe. Lê belê, pratîkên bajarvaniya beşdar û ekolojîk ku di demên rêvebirina bajêr a bi îradeya hilbijartî de hatibûn girtin, bi awayekî eşkere nîşan dan ku ev rewş nayê wateya ku nayê guhertin.
Siberoja Amedê divê ne li ser maseya wesayeta navendî û ne jî li ser maseya sermayeya înşaatê be; divê di îradeya birêxistinkirî ya gelê ku di vê bajarî de dijî, êş û hêviya bajêr bi hev re hildigire de bê gerîn.

