Li Tirkiyeyê nîqaşên dema dawî li ser Elewiyan têne kirin, li ser bingeha dijberiya li Tevgera Azadiya Kurd têne kirin. Nîqaşên ku bi daxuyaniyên Altan Tan destpê kirin, bi belavoka komekê gihîşt asteke nû ku wê komê xwe weke “Rewşenbîrên Elewî” pênase kir.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû anî ziman ku di bingeha nîqaşan de daxwaza wê yekê heye ku dixwazin tevgera Kurd ber bi aliyê rastgiriyê ve bikişînin û diyar kir ku hin derdor hene ku ji hevgirtina Elewî, tevgera Kurd, sosyalîst û hêzên demokrasiyê aciz in.
Alî Kenanoglû li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û ragihand ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re di sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê de kevir jinûve têne danîn.
Di vê çarçoveyê de ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoya jinûve avakirinê de naxxwazin ku Elewî, hêzên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê bi roleke çalak rabin û beşdarî vê jinûve avabûnê bibin. Bi taybetî bi xweşiya wan naçe ku tevgera Kurd li gel hêzên çepgir, sosyalîst û Elewiyan bisekine. Meyl û hewldaneke welê heye ku dixwazin tevgera Kurd bi taybetî bixe nava karaktereke Îslamî û rastgiriyê; divê em zanin ku ev meyl ji desthilatdariyê jî piştgiriyê werdigire. Di vê mijarê de Suleyman Soylû daxuyanî dabû û gotibû, tifaqa HUDA PAR a bi AKP’ê re wê piştî 10, 20 salan encaman bide.”
‘HEWL DIDIN KU TÊKOŞÎNA ELEWIYAN METIRSÎDAR NÎŞAN BIDIN’
Alî Kenanoglû anî ziman ku demeke dirêj e ku hewl tê dayin ku Elewîtî weke mezhebekê bê nîşandan û bi bîr xist ku hin derdor Elewîtiyê weke baskekî Îslamê dibîne. Alî Kenanoglû axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Hinek hene ku Elewîtiyê weke dîn an jî mezhebê dibînin hene, hinek hene jî welê nabînin. Hinek hene weke baweriyeke bi serê xwe dibîne; hinek jî weke baskekî Îslamê, rêyeke wê dibîne. Ev yek nîqaşeke teolojîk e û di nava civaka Elewî de dimeşe.
Lê belê têgîna ‘Elewîtiya siyasî’ ji van cudatir têkildarî wan kes û saziyan tê bikaranîn ku ji bo mafê û hiqûqa Elewiyan ên hatine desteserkirin têdikoşin. Yanî ev kes hewl didin vebêjin ku ji aliyê baweriyê ve Elewî nîne, lê belê di ser Elewîtiyê re siyasetê dikin û di vir de hewl didin ku têkoşîna demokratîk a Elewiyan metirsîdar nîşan bidin, terorîze bikin. Armanc ji vê yekê ev e.
Eger hûn ji me bitirsin, ez û gelek kesên weke min vê dibêjin: Berevajî, xwezî Elewî di mijara Elewîtiyê de hinekî siyasî bibûne; yanî li ser daxwazên Elewiyan siyasî bibûna. Yek ji sedemên bingehîn ên ku Elewî îro li Tirkiyeyê nebûne hêmana siyasî ew e ku Elewî li gel ku dil nava gelek derdor û hêzên siyasî de cih digirin jî li ser daxawz û mafên xwe siyasî nebûne. Gava mirov ji vî alî ve lê dinihêrin, dibînin ku têgîna ‘Elewîtiya siyasî’ ya ku ev kes destnîşan dikin, têgîneke rast nîne. Xwezî tiştekî welê hebûya; nêzîkatiya me di vê mijarê de ye.
Lê belê li gel van hemûyan jî ji ber ku Elewî di nava têkoşîna mafên xwe de ye, ji ber ku pirsgirêkên Elewiyan nîşan didin, ji vê aciz in. Dikarim vê bibêjim.”
‘HEWL DIDIN ELEWIYAN BIXIN NAVA ÇARÇOVEYA XWE’
Alî Kenanoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek derdor hewl didin Elewiyan bixin nava çarçoveya xwe, bi taybetî ev yek di 30 salên dawî de zêde bûye û got, “Gelek aktorên cuda yên vê yekê hene; di nava van de partiyên siyasî jî hin derdorên siyasî jî hene.
Saziya ‘Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî’ ku di sala 2022’an de ji aliyê dewletê bi xwe ve hate avakirin, bi baweriya ku Elewîtî êdî nikare bê redkirin, di nava atmosfereke welê de ku Elewîtî hatiye qebûlkirin divê Elewîtî bê kontrolkirin, derkete holê. Ji ber vê jî her kes hewl dide timî kirasekî nû li Elewîtiyê bike. Wezîrê AKP’yî yê ku komxebatên li ser Elewiyan da destpêkirin Saît Yazicioglû dema ku ev komxebat da destpêkirin wiha gotibû: ‘Me demekê kincek li Elewîtiyê kir, lê belê ew kinc lê nehat. Êdî dem hatiye ku em kincekî din li Elewiyan bikin. Lewma diyarkirina kincekî ji Elewiyan re; yanî naskirin, pênasekirina Elewiyan, hewldana bicihkirina li hin deveran tiştekî nû nîne; di gelek serdemên dîrokê de hatiye kirin.
Armanca vê polîtîkayê jî beriya her tiştî li gorî xwe pênasekirina Elewîtiyê ye. Gavên ku di vê çarçoveyê de têne avêtin bi vî rengî ne: Beriya her tiştî Elewiyan bixin nava Îslama Hanefî Sûnî ya ku maqûl didbînin. Eger ev nebe bike Şîa; ev jî nebe van hemûyan red bikin û yên xwedî baweriya Elewîtiyê ya kevneşop in krîmînalîze bikin, marjînal bikin, wan li derveyî sîstemê bihêlin, polîtîkaya tenêhiştinê bimeşînin.”
‘NAXWAZIN KU ELEWÎ Û TEVGERA KURD BÊN GEL HEV’
Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû bal kişand ser belavoka 53 kesan ku xwe weke “rewşenbîrên Kurd” pênase kirin û destnîşan kir ku hin derdor naxwazin Elewî û tevgera Kurd bên gel hev.
Alî Kenanoglû got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a dema dawî tê meşandin, nîşan dide ku di sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê de wê destûreke nû ya bingehîn, civakeke nû, Tirkiyeyeke nû û Rojhilata Navîn a nû hebe. Yanî nîşaneya wê yekê ye ku êdî siyaseta berê nikare bê meşandin, wê bikeve nava demeke nû. Ji ber ku tevgera Kurd divê êdî li ser zemîneke hiqûqî ya rewa siyasetê bike. Li Tirkiyeyê wê hin hevsengî biguhere.
Lewma li Tirkiyeyê hin derdor dixwazin ku Elewîtî di nava vê neteweperestiyê, Kemalîst û avaniya netewetiyê de bimînin, naxwazin bi tevgera Kurd bên gel hev. Ji ber vê yekê jî li cihê ku rûniştine dem bi dem li benda ‘hin valahiyên’ daxuyaniyên tevgera Kurd disekinin. Yanî di nava wê meylê de ne û dibêjin, ‘Bila şaştiyek bê kirin ku em jî li ser wê şaşitiyê dest bi êrişê bikin, raya giştî ava bikin’. Ji ber vê yekê daxuyaniyên bi vî rengî tên.
Lê belê dema mirov bala xwe didin ser daxuyaniya dawî ya 53 kesan; meseleya bingehîn a ku xwe dispêrin wê îdîaya ku dibêjin Birêz Ocalan gotiye ‘Em tifaqa Yavûz nû bikin’. Halbûkî min jî metna daxuyaniyê xwend; di manîfestoyê de jî cih digire, li aliyê din di notên dawî yên Îmraliyê de jî tê vegotin. Dema mirov bala xwe didin ser wê, dibînin ku Birêz Ocalan qala vê dike; dibêje, ‘Di demên dîrokê de tifaqa Yavûz û Îdrîs-î Bîtlîsî weke tifaqa Tirk û Kurdan derbasî meriyetê bû’. Gotina wî ev e. Dibêje, vê jî li Rojhilata Navîn dînamîkeke xurt, mekanÎzmayeke rêveberiyê ya xwedî mafê gotinê ya li Rojhilata Navîn ava kir.
‘EW TIFAQA KU BIRÊZ OCALAN BAL KIŞAND SER WÊ YEKÎTIYA HÊZÊ YE’
Ya ku Birêz Ocalan dibêje ‘Em vê yekê nû bikin’ ew komkujiyên Elewiyan nîne ku bi ser Yavûz û Îdrîs-î Bîtlîsî hatin kirin. Birêz Ocalan di vir de qala wê yekîtiya hêzê ya tifaqa Yavûz û Îdrîs-î Bîtlîsî dike. Lê belê di heman hevokên xwe de dibêje, ‘Ev yekîtiya hêzê û sînerjiya derkeve holê divê veguhere komara demokratîk, jiyana hevpar û siyaseteke ji jiyana bi hev re ya gelan’. Û ji bo vê jî Komara Demokratîk pêşniyar dike.
Cihê ku heval neheqiyê dikin ev der e; yanî tenê li aliyekî metnê nihêrîne, li temamiya wê temaşe nekirine. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an û vir ve gelek metn û name hene ku ji aliyê Ocalan ve hatine şandin. Dema ku mirov van hemûyan lêkolîn dikin, wekî din dema mirov bala xwe didin ser pratîka Tevgera Kurd, mirov dikare bi şênberî bibîne ku armanc ev nîne.
Tespîtên li ser demên bihurî yên dîrokê tiştekî cuda ye, ji vê civakê re ji bo ji niha û pê ve çi tê pêşniyarkirin ev jî tiştekî cuda ye; divê mirov van herduyan tevlîhev nekin.”

