Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) bi wesîleya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya YRD’ê bi vî rengî ye:
“6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad di serî de li Rêber Apo û kedkarên çapemeniyê, li tevahiya gelê me pîroz be. Di 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad de em careke din şehîdên xwe yên çapemeniya azad bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soz didin ku armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranînên wan derkevin.
Kevneşopiya çapemeniya azad 6’ê Îlona 1978’an bi rojnameya Serxwebûnê destpê kir ku hejmara wê ya destpêkê bi pêşengiya Mazlûm Dogan û Hayrî Dûrmûş hate derxistin û ev kevneşopî heta vê serdemê dewam kir. Bêguman gava qala karên çapemeniya azad bê kirin, beriya her tiştî karên Rêber Apo divê weke yê sereke bê dîtin. Rêber Apo ji destpêkê ve propagandaya nivîskî û karên ajîtasyonê bi xwe bi rêxistin kir, meşand û herî zêde ew tevlî bû. Rêber Apo di hejmara destpêkê ya Serxwebûnê de ku nasnameya bingehîn a gava destpêkê ya li çapemeniya azad a li Kurdistanê bû, nivîsa bi sernavê ‘Bi destpêkirinê re’ nivîsî û pîvanên bingehîn ên çapemenî-weşangeriya azad diyar kir.
Bi vî rengî ji destpêkê ve Serxwebûn bû navenda weşangeriya azad. Teorî, bername, pratîk, çalakî, hiş, agahiyên dîrokî yên şoreşa vejînê ya dîroka vejînê ya neteweyî hemû di Serxwebûnê de hatin weşandin.
Di sala 1985’an de gava ERNK hate îlankirin, weke organa weşanê ya ERNK’ê Rojnameya Berxwedan hate weşandin ku bi şêweyê nîv rojname 15 rojan carekê hate weşandin. Piştre jî weşana xwe bi rengê rojnameya rojane dewam kir.
Bi navê weşanên Serxwebûnê bi sedan pirtûk hatin çapkirin. Di salên navîn ên 1980’î de li Rojhilata Navîn çapa pirtûk û kovaran bi Erebî hate kirin. Di destpêka salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê karên Çapemeniya Azad destpê kirin. Destpêkê kovarva ‘Vejîna Civakî’ dderket lê belê piştî bi mehan hate qedexekirin û weşana wê bi dawî bû. Piştre li ser esasê ‘Ozgur Gundem’ê weşangeriyekê destpê kir. Bi şêweyê ‘Yenî Ulke’yê rojnameya heftane derket. Rojnameya rojane, Kovara Ozgur Halk, bi şêweyê weşandgeriya Kurdî pêngava weşanê pêk anî. Li hemberî van hewldanên çapemeniya azad êriş hatin kirin, avahiyên rojnameyê hate bombekirin. Nivîskar, nûçegihan û belavkarên çapemeniya azad hatin şehîdxistin. Bi vî rengî di salên 1990’î de weşangeriya li navenda Stenbolê veguherî qada têkoşînê. Ya rast kevneşopiya çapemeniya azad li parçeyên din jî belav bû.
Ji Mazlûm Dogan heta bi Mûsa Anter, Şehîd Denîz, ji şehîd Nûjiyan heta bi şehîdên Rojava û Bakur di dema karên çapemeniyê de hevrê şehîd bûn. Ji şehîd Zeynep (Jiyan) heta bi Gûrbetellî Ersoz, ji Şehîd Selçûk heta bi Alîşêr Koçgirî gelek hevrê şehîd bûn ku karê çapemeniya azad meşandin û piştre li qadên gerîla cihê xwe li nava refên herî pêş girtin û şehîd bûn. Eşkere ye ku şehîdên çapemeniya azad jî weke şehîdên leheng ên xeta Apoyî mînakên azadiyê ne. Bêguman ev qehreman pîvanên jiyana azad temsîl dikin.
Şehîdên çapemeniya azad ji bo her kesên ku dixwazin têkoşîna azadiyê bimeşînin her tim û li her cihî çavkaniya esasî ya hêzê ye. Şehîdên leheng ên jiyana azad a pêkhatî, civaka azad a li ser xeta azadiya jinê, Kurdistana azad a pêkhatî û mirovahiya azad a xwişk û bira ye.
Divê neyê jibîrkirin ku Çapemeniya Azad berhema hewldana mirovên kolektîf û keda mirovên afirîner e. Di bin damezrandina Rêber Apo û Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan destpê kir. Bi ked û hewldana artêşeke mezin a şehîdan xurt bû. Niha jî weke berhema heman hewldan û kedê rêwîtiya xwe dewam dike. Heta vê serdemê çapemeniya azad veguherî sîstemekê, rêxistin û kevneşopiyekê. Weke parçeyekî rêxistiniya civaka demokratîk bû sîstem, hebûna xwe misoger kir û bi pêş ve çû. Ji xwe re kir armanc ku bi vî rengî hişmendiya mirovahiya azad bi rengê herî kûr, eşkere û fêhmdar bigihîne civakê.
Ji destpêkê ve Çapemeniya Azad weke kedkar û karkeran li dijî mêtingeriya sîstema kapîtalîst a li ser kedkaran û bindestan, li dijî talan, zext û zilma faşîst bû aliyê têkoşîna jiyana azad û civaka demokratîk. Ji niha û pê ve jî li hemberî madiyatperestî û ezeztiya modernîteya kapîtalîst wê komînalîteya modernîteya sosyalîst demokratîk ji xwe re bike esas, ji bo civaka demokratîk li ser bingeha komînalîteyê ava bibe wê têbikoşe. Di heman demê de Çapemeniya Azad wê ji xwe re biek armanc ku nirxandinên polîtîk û teorîk ên ji bo ronîkirina pêşiya şoreşên modernîteya demokratîk ên li cîhanê û Kurdistanê vedike, her wiha li her derê bibe dengê têkoşîna şoreşger-demokratîk. Di dema nû de wê bibe hêza avaker û pêşeng a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin.
Bêguman Çapemeniya Azad hêza xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk û sosyalîzma civaka demokratîk werdigire. Her wiha hêza xwe ji wê baweriyê werdigire ku azadiya civakî û rêveberiya demokratîk wê li ser bingeha azadiya jinê pêk were.
Li ser vê bingehê fediya me ya ji ber tinebûna xweza û mirovahiyê ya di bin barbariya modernîteya kapîtalîst wê bibe çavkaniya me ya rasteqîn a hêzê ya ji bo serxistina wezîfeyên xwe.
Em careke din Roja Çapemeniya Azad li kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin, di karên wan de serketinê dixwazin. Di serî de kedkarên çapemeniya azad bang li her kesî dikin ku bi kelecan, coş û daxsaza têkoşînê xwedî li vê rojê derkevin û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya şervanên heqîqetê bigihînin siberojê.”

