Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de ku 27’ê Sibata 2025’an de kir, lêgerînên li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dikin. Nûnerê Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Tevgera Dostaniya Navbera Gelan û li dijî Nijadperestiyê (MRAP) Gianfranco Fattorini ku bi sallan e meseleya Kurd ji nêz ve dişopîne, li ser pêvajoyê ji me re axivî.
Destpêkê bal kişand ser qanûna çarçoveyê û anî ziman ku ev qanûn tenê meseleya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dinirxîne. Gianfranco Fattorini got, “Ev yek ber bi aştiya li Tirkiyeyê ve gaveke biçûk e. Lê belê ji bo li welêt aştiyeke rasteqîn pêk were û gelê Kurd bi rengekî yekpare bi pêş ve biçe, hîn jî gelek kêmasiyên vê qanûnê hene.”
‘DIVÊ OCALAN BI RENGEKÎ AZAD LI DORA MASEYA MUZAKEREYÊ BE’
Nûnerên MRAP’ê yê li Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku piştî gavekee hiqûqî divê gaveke siyasî bê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Eger hikumeta Tirkiyeyê û Serokkomar bi rastî jî dixwaze bi gelê Kurd re di têkiliyên xwe de guhertineke şênber bike, divê bi Abdullah Ocalan re li dora heman maseyê rûnên. Yan jî eger em berevajî vê bibêjin, Abdullah Ocalan jî divê weke yên di heman statuya wekhev de li dora maseya muzakereyê be. Lewma ji bo ev muzakere bi rastî jî bê meşandin, dewamkirin û hemû hêmanên vê pêvajoya aştiyê tevlî pêvajoyê bêne kirin, ji vê qanûnê berfirehkir divê çarçoveyek bê afirandin.”
‘DIVÊ ARMANC NE TENÊ ÇEKDANÎN BE’
Têkildarî mijara bêçekbûnê û vegera endamên tevgera azadiyê û siyasetmedaran jî Gianfranco Fattorini ev nirxandin kir, “Meseleya esasî ew e ku ji niha û pê ve wê çi bibe. Eger bi rastî jî tê xwestin ku pêvajoyeke aştiyê bê afirandin, çend qonaxên vê yekê hene. Tiştekî xweş e ku bê gotin, wê ev mirov karibin li welêt vegerin, lê belê ji bo çi bikin wê vegerin? Bi kîjan garantiyan? Li pişt vê meseleyeke din jî heye. Li her welatekî ku şer lê qewimî û piştre berê xwe da çareseriyê, herdu alî bi ‘sûcên’ kirî re rû bi rû bûn û bi vî rengî şaşitiyên hatin kirin ji holê hatin rakirin. Lê belê li vê derê tenê li aliyekî tê temaşekirin. Halbûkî piştî şerekî di pêvajoya aştiyê de weke ku li Efrîkaya Başûr û li welatên cuda yên Emerîkaya Başûr qewimî, pêwîstî bi pêvajoyeke edaletê ya dema derbasbûnê heye.”
‘PÊWÎSTE MAFÊN GELÊ KURD HEMÛ BÊNE GARANTÎKIRIN’
Gianfranco Fattorini diyar kir ku mesele ne tenê çekdanîn an jî fesixkirina partiyekê ye û got, “Di pêvajoya aştî û lihevkirina civakî de divê şaşitiyên ku ji aliyê hikumetên beriya niha ve hatine kirin bêne qebûlkirin.” Gianfranco Fattorini axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Têkildarî mafên civakî, aborî û çandî yên gelê Kurd gelek mesele hene û ev heta niha nehatine nirxandin. Lewma li pêşiya me rêyeke dirêj heye. Bi gavên siyasî yên ji niha û pê ve bêne avêtin re wê diyar bibe bê hikumet û Serokkomar di çarçoveya meseleya Kurd de çiqasî nêta xwe ya aştiyê heye.”
‘ABDULLAH OCALAN DIVÊ ÊDÎ NE LI GIRTÎGEHÊ, LÊ LI DORA MASEYA MUZAKAREYÊ BE’
Gianfranco Fattorini destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo parçeyê herî girîng ê pêvajoya aştiyê ye û got, “Mirov dikare bibêje ku Abdullah Ocallan di destê otorîteyê de dîlgirtî ye.” Gianfranco Fattorini destnîşan kir ku eger rayedarên Tirk di mijara rêvebirina pêvajoya aştiyê de xwedî îrade bin, divê Abdullah Ocalan êdî ne li girtîgehê be, lê li dora maseya muzakereyê be û got, “Ev yek eşkere ye. Ev yek ji bo rayedaran gavek e u nêta xwe ya baş a têkildarî pêvajoyê nîşan bidin.”

