Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê bi beşdarbûna şênî, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên sivîl, merasîma oxirkirina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Yusif Xelîfê (Zinar) ku di 14.12.2024`an de li Minbicê şehîd bûye, Kefa Casim (Cûdî Tolhildan) ku di 09.12.2024`an de li Minbicê şehîd bûye û şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Edla Ehmed (Nêrgiz Dilda Welat) ku di 09.12.2024’an de Minbicê şehîd bûye, hat lidarxistin.
Di merasîmê de piştî rêzgirtinê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bekir Hec Îsa axivî û got: “Mirovatiya me ya ku li cîhanê hat naskirin bi saya van şehîdan bû û em ê jî heta dawiyê li ser xeta wan bin.”
Ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zelal Dêrik jî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser xeta şehîdan bin.
Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” veşartin.

