Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî biryarên li civîna Desteya Rêveberiya Navendî daxuyanî da. Civîn 12’ê Tebaxê roja Çarşemê li navenda giştî ya partiyê hatibû lidarxistin.
Ayşegul Dogan bal kişand ser qanûna çarçoveyê û got: “Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem qanûneke bi vî rengî amade bû. Piştî muzakere û nirxandinên bi rojan, qanûn hat amadekirin. Di encama dengdayîneke mezin bi 467 dengan ew qanûn di Desteya Giştî ya Meclise de hat erêkirin û bû qanûn. Ji bo me qanûneke girîng bû. Cara yekêm em jî qanûnekî îmza dikin.”
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ew qanûn ji bo çareseriyê derfetên hiqûqî derdixin û wiha got: “Bêguman ev qanûn ji hemû pirsgirêkan re çareseriyê nayne. Em kêmasiyên wê rexne dikin lê girîngiya wê jî tînin ziman. Cara yekem bi awayekî şênber em derbasî merheleyeke qanûnî bûn. Di pirsgirêka sed salan de cara yekem gaveke qanûnî heye. Yên li dijî pêvajoyê jî hene. Bêguman rexne û pêşniyar, pêvajoyê xurt dike. Hinek dibêjin ew pêvajo dewletê lawaz dike. Ew ne pêvajoyeke dan û standinê ye. Bi vê pêvajoyê 86 milyon welatî sûd digirin. Şer ji bilî krîza aborî û demokrasiyê, tiştek bi xwe re neanî. Ji bo wê jî hemû gavên şer bi dawî bike tevî kêmasiyan jî ji bo me girîng e. Ji bo tu dayik negirîn divê em hemû berpirsyariyê bigirin. Hinek jî dibêjin ew dayîna tavizan e. Niha rêxistinê xwe fesîh kiriye û ji bo fesîxkirina rêxistinê hiqûqî bibe qanûnek hatiye amadekirin. Di vir de çi tavîz heye. Hinek jî weke ku welat dê parçe bibe propagandayê dikin. Lê berovajî vê propagandayê em qala hevgirtinê dikin. Ew gav ji bo xurtkirina pêşeroja me ye. Hinek jî weke ku pirsgirêk bi polîtikayên ewlehiyê tên çareserkirin propagandayê dikin. Hinek jî dibêjin, ‘berê jî pêvajo destpêkirin lê têk çûn û hûn çawa baweriyê tînin.’ Em jî dibêjin ‘divê hemû alî ji pêvajoyên têkçûne dersan bigirin. Dersgirtin jî bi qanûnê pêkan e. Niha ew yek jî tevî hêdî tê meşandin, lê ji bo pirsgirêk werin çareserkirin gav tên avetin û hewldanek heye.”
Di dewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan anî ziman ku divê ji bo daxwazên wan bi cih werin têkoşîna hevpar bê xurtkirin û wiha got: “Ew qanûn helbet hemû bendewariyên me dabîn nake. Lê bi hezaran kes dê di girtîgehan derbikevin. Bi hezaran kes dê bikarin vegerin. Ew qanûn xwedî wê potansiyeleyê ku zemîneke hiqûqî ji bo çareseriyê ava bike. Rêya me hertim aştî û demokrasiyê ye. Heta niha qada siyaseta demokratîk her tim ji ber van hincetan dihat krîmînalîzekirin. Lê niha serdemekê nû destpê dike. Ew qanûn ji bo merhaleyeke nû derî vedike. Pêkanîna qanûn jî tê meraqkirin. Xebatên me jî didomin. Hin destê werin amadekirin lê xebatên wê di rojên pêş de wê diyar bibe.”
Ayşegul Dogan da zanîn ku ew wê kongreyê xwe di 6ê Îlonê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê bê lidarxisitn û wiha got: “Ew kongre dê bibe kongreyeke amadekirinê ya ji nû ve avakirinê. Amedekariyên me yên kongreyê jî didomin. Bi kongeya 6ê Îlonê em starta ji nû ve ava kirinê bidin. Ji aliyê din vê jî em amadekariya civînên gel dikin. Em tevlîbûna jin û ciwanan pir girîng dibinin. ji bo ew pêvajo bi awayekî serkeftî encam bibe em ê beşên cuda yên civakê re jî civînan li darbixin.”
Ayşegul Dogan tekildarî hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Serokkomar Erdogan re jî diyar kir ku ji bo sepandina qanûn hê demeke diyarkirî nîn e û got ku ji bo qanûn were sepandin divê hin gav werin avêtin.
Ayşegul Dogan tekildarî pirsa rojnamegeran diyar kir ku li gor biryarên Dadgeha Mafê Mirovan divê zû de Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag bihata berdan.
Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran a banga Rêber Apo jî da zanîn ku ew nizanin wê bang kengî û çawa çêbibe û got: “Lê divê di koordînasyonan de birêz Ocalan jî cih bigire.”

