Fîlozofa Îtalî Donatella Di Cesare li dû Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an ku ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê eşkere kir. Di Cesare nameyek da Heyeta Îmraliyê ji bo bigihîne Rêber Apo.
Di Cesare di nameya xwe de diyar kir ku ew têkoşîn û fikrê Rêber Apo ji nêz ve dişopîne û got, “Demeke dirêj bû ku min dixwest ji we re binivîsînim; ji ber ku dikarim vê niha bikim, ev yek gelekî bandorê li min dike. Navê we di beşeke girîng a jiyana min a siyasî û entelektuel de cih girt. Li Îtalyayê weke ku ji bo min, ji bo gelek kesî hûn ti carî nebûn fîgurekî biyanî û gelekî dûr. Me bi heyranî, bi fikar û bi hestên piştevaniyê têkoşîna we, girtina we, fikrê we û têkoşîna gelê Kurd şopand.
Min her tim xwe nêzî gelê Kurd hîs kir. Têkoşîna demdirêj a ji bo azadî, rûmet û naskirinê ji bo min bû yek ji meseleyên siyasî yên herî girîng ên serdema me. Û navê we di vê demê de qet cuda nikare bê hizirandin. Tişta ku piştî bi salan bandoreke mezin li min kir ragirtina we li Îmraliyê û bi taybetî jî tecrîda ku hûn di nav de man.
Gelekî zehmet e ku mirov li girtina we ya zêdeyî bîst û heft salan bifikirin. Tecrîd ji girtinê jî wêdetir e; qutkirina têkiliya mirovekî bi cîhanê re, bêparhiştina dengekî ji muxataban, hewldana qutkirina fikir ji civakê ye. Û li gel vê yekê jî dengê we nekarî bê birîn. Ya ku her tim bandor li min kir ev bû. Di nava mercên ku dixwest we ji cîhanê qut bike, fikrên we ji girtîgeheke giravê belav bû; hate nîqaşkirin, tecrûbekirin, rexnekirin û pejirandin. Ti girtîgeh nekarî li pêşiya belavbûna gotinên we bibe asteng.
Ji ber vê yekê ez dixwazim tiştekî gelekî ji rêzê û şexsî ji we re bibêjim: Ewqas salan hûn ji bo min bûn fîgurekî gelekî girîng. Ne tenê ji ber berxwedana we, her wiha ji ber têkoşîna we ya siyasî, ji ber kapasîteya xwe ya jinûve hizirînê ez bûm heyranê fikrê we, bûm heyrnê lêpirsîna we ya li ser desthilatdariya serwer, netewe dewlet û neteweperestiyê, bûm heyranê lêgerîna we ya li jiyana bi hev re ya demokratîk.
Ev yek pirsên gelekî nêzî karê min ê felsefî ye. Gelo hûn çawa dikarin civakeke ku di nav sînorê nasnameyê de asê nebûye xeyal bikin? Gelên cuda li nava atmosfereke siyasî ya hevpar ku yek li ser yê din ne serwer e, çawa dikare bi hev re bijî? Mirov çawa dikare li derveyî serwerî, sînoran û dervehiştinê li demokrasiyê bifikirin? Ev pirs îro bêhtir girîng û lezgîn e.
ÎHTÎMALA AŞTIYÊ HÊVIYÊ DIDE MIN
Îhtimala aştiyê ya li Tirkiyeyê destpê kiriye, hêviyê dide min. Piştî ewqas mirin, êş û şerê bi dehan salan, îhtimala ku dîrokeke cuda dikare destpê bike gelekî girîng e. Lê belê tişta ku ez hîs dikim mecbûrim ji we re bi eşkere bibêjim: Heta ku hûn azad nebin nikarim xeyala aştiyeke rasteqîn bikim.
Pêvajoyeke aştiyê ku gotin û hewldanên we yên siyasî ewqasî diyarker dike, çawa dikare di rewşeke welê de bimeşe ku hûn hîn girtî ne. Ev yek nakokiyeke kûr e. Serdemeke nû ya demokratîk bi rastî jî dikare destpê bike, eger kesê ku tevkariyê li dibetiya vê serdemê dike hîn ji azadiyê bêpar bê hiştin?
AZADIYA WE NE MESELEYEKE DUYEMIN E
Ji bo min azadiya we ne meseleyeke di asta duyemîn de ye ku piştî aştî pêk hat bê nirxandin. Azadiya we parçeyek ji aştiyê bi xwe ye. Heta ku hûn ji civakamirovî û siyasî ya ku ewqas salan jê re diaxivin dûr bimînin û girtî bimînin, lihevkirineke rasteqîn nepêkan e. Piştî ragirtina 27 salan û tecrîda demdirêj a giran, bawer dikim ku azadiya we wê xwedî wateyeke sembolîk û siyasî ya bêhempa be. Ev yek wê bibe nîşaneya destpêkirina serdemeke cuda. Ji ber vê yekê ji bo min hêviya aştiyê û azadiya we bi hev ve têkildar in, ji hev qut nabin. Heta ku hûn azad nebin aştî nabe.
Min xwest hûn zanibin ku ji Îtalyayê salên dûr û dirêj e we bi hestên piştevanî û heyraniyê dişopînim. Û îro di vê dema nû û gelekî hesas de ji her demê bêhtir bi xurtî hîs dikim ku nêzîkbûna li we, hurmeta li we û hêviya xwe ji we re ragihînim. Bi hestên piştevanî û silavên germ.”

