Hunermenda Kurd Nûarîn a li Ewropayê dimîne, piştî 11 salan di 10’ê Tebaxê de vegeriya Tirkiyeyê, lê belê li Balafirgeha Navneteweyî ya Çûkûrovayê hate binçavkirin.
Nûarîn ku piştî ragirtina li emniyetê radestî dozgeriyê hate kirin, ji be karên xwe yên çand û hunerî yên sala 2014’an ên li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bi “endametiya rêxistinê” hate tewanbarkirin.
Nûarîn piştî îfadeya li dozgeriyê radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya 9’emîn hate kirin. Dadgeriyê li pey lêpirsînê bi şertê kontrola edlî Nûarîn berda.

