Hikûmeta Elmanyayê ji ber zêdebûna sempatiya li hember dema Elmanyaya Rojhilat a berê bi fikar e.
Wezîrê Çandê Wolfram Weimer, diyar kir ku Elmanyaya Rojhilat dîktatoriyeke zordar bû. Weimer, anî ziman ku hin komên radîkal sûcên wê demê kêm nîşan didin.
Hat ragihandin ku sempatî li hember Elmanyaya Rojhilat, bi taybetî li beşa rojhilatê welêt, zêde dibin. Her wiha, axaftinên erênî yên derbarê rejîma berê de li hin derdorên siyasî jî bal dikişînin.
Ev nîqaş li ber deriyê hilbijartinên herêmî yên li pêş me, careke din ketin rojevê.
Dîwarê Berlînê di sala 1961’ê de hat avakirin û di sala 1989’an de hilweşiya. Elmanya di sala 1990’î de ji nû ve bû yek.

