Li gel polîtîkayên desthilatdariyê yên ji bo kontrolkirina çapemeniyê, girtin, sansur, astengiya ragihandinê, qedexeya weşanê û gelek zext û êrişên cuda li kedkarên çapemeniyê têne kirin. Xebatkarên çapemeniya azad jî li gel van zextan jî dest ji biryardariya xwe ya ji bo nîşandana heqîqetê bernadin û li ser bingeha piştevanî û berxwedanê kevneşopiya xwe ya weşangeriyê dewam dikin.
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel têkildarî polîtîkayên zext û sansurê yên li ser Çapemeniya Azad ji ANF’ê re axivî.
BERXWEDANA 30 SALÎ Û BERDÊLÊN HATIN DAYIN
Kesîra Onel bi bîr xist ku kevneşopiya Çapemeniya Azad 30 sal li pey xwe hişt û di nava vê demê de ji komkujiyan heta bi girtinê her cûre rêbazên zext û êrişan li ser Çapemeniya Azad hatin bikaranîn, lê bi ser neketin.
Kesîra Onel anî ziman ku kedkarên Çapemeniya Azad di vê demê de berdêlên giran dan û got, “Di asta heyî de eger em karin vê hevokê ewqasî bi hêsanî bilêv bikin, sedema wê jî ev e ku di vê rêyê de gelek berdêl hatine dayin. Ji ber ku di rojeva Çapemeniya Azad de her tim meseleya ‘heqîqetê’ hebû. Lewma desthilatdarî hatibin guhertin jî rêbaz bi periyotên diyarkirî qet neguherî; zext, girtin, bombekirin û kuştin polîtîkayek bûn.
Di pêvajoyê gelekî krîtîk de li dijî Çapemeniya Azad polîtîkayên cidî hatin meşandin. Dema qala pêvajoyekê dihate kirin, dema pêvajoyeke şer dihate destpêkirin, dema pêvajoya şer dihate rawestandin her tim hewl didan ku nehêlin rastî bigihêje gel.
Li şûna vê yekê ji bo zimanekî manîpulatîf, provokasyon û bi jehr bê bikaranîn pêşî li qadên cuda dihate vekirin; qadên dîjîtal ên ku me bi kar dianîn dihatin sansurkirin. Bi taybetî piştî ku Qanûna Sansurê kete meriyetê ev yek pêk hat û bi danîna bingeha hiqûqî ya vê yekê re veguherî polîtîkayekê.”
‘ZEXT Û KIRYARÊN ANTÎ-DEMOKRATÎK HENE’
Kesîra Onel diyar kir ku her roj qadên dîjîtal ên ajans, kovar û rojnameyan têne girtin û destnîşan kir ku bi hinceta biryarên dadgehên herêmî û destûra bingehîn kiryarên antî-demokratîk dewam dikin.
Kesîra Onel bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî du sal in dewam dike û anî ziman ku ji aliyekî ve qala aştiyê tê kirin, li aliyê din jî polîtîkayên cihêkariyê li hemberî civakê tê meşandin.
Bi dewamî Kesîra Onel got, “Ji bo pêşî li wî zimanê dudil û cihêkar ê li hemberî civakê bê girtin, em ê rojnamevantiyê çawa bikin? Em ê bi kîjan rê û rêbazê agahiya rast bigihînin mirovan? Em van pirsan li xwe dikin.”
Hevseroka DFG’ê ragihand ku zimanê bi jehr ê li televîzyonan têne bikaranîn bê ceza dimîne, hewl tê dayin ku nûçeyên rast bêne astengkirin û ev yek nîşaneya bêsamîmiyetê ye. Kesîra Onel destnîşan kir ku wê dest ji têkoşîna xwe ya heqîqetê bernedin û got, “Bi salan e yekane pîvana me ew e ku bibin lêgerînerên heqîqetê. Weke rojnamevanên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad hatine, em ê ti carî dest ji derdê xwe yê heqîqetê bernedin.
Herikîna nûçeyên me yên kêlî bi kêlî gelek caran ji ber girtinê û sansurê, beriya ku bê dîtin di nava algorîtmayê de dihelin. Li şûna vê jî li qadên dîjîtal agahiyên qirêj têne belavkirin.
Ji bo pêşîgirtina li vê yekê pêwîstiya me bi piştevaniyeke esasî heye.”
Kesîra Onel herî dawî got, “Ji bo heqîqet bikeve şûna agahiyên qirêj, pêwîstiya me bi piştevanî û toreke rojnamevanan a berfireh heye.”

