Di bingeha krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de nebûna demokrasiya herêmî û civak ji mekanîzmayên biryardariyê hatine dûrxistin, hene. Alî Şîmşek ê ku demek dirêj e di siyaseta legal têkoşînê dimeşîne li Lozanê derbarê pêvajoya aştiyê, entegrasyona demokratîk û modelên rêveberiya herêmî de ji ANF’ê re axivî.
Şîmşek derbarê pirsgirêkên li Ewropayê û Rojhilata Navîn diqewimin de ev tişt anî ziman: “Dema mirov li Ewropa û Rojhilata Navîn dinêre, du hêmanên bingehîn ên civakê derdikevin pêş. Yek ji van li Ewropayê têkiliya di navbera kes û civakê ye û bi dînamîkên hundirîn ên civakê û desthilatdaran re têkildar e. Bêguman, mijarên bi vî rengî li Rojhilata Navîn jî derdikevin holê. Lê ji ber ku têkilî, daxwaz, hêvî û pêdiviyên civakên Rojhilata Navîn ji yên civakên Ewropayê pir cuda ne, ev rewş bi awayên pir cuda xwe dide der. Mînak li Ewropayê, daxwaz û hêviyên civakî bi rêbazên aştiyane, bi rêya hilbijartinan û li ser hin rêgezan çarçoveya dimeşe.
‘CIVAK JI ÇARESERIYA PIRGIRÊKAN BERPIRSYAR E!’
Her wiha tevî ku Rojhilata Navîn xedî dîrokek bi hezaran salan e û civakeke jî hîn jî di nava lêgerînê de ye. Hîn jî jiyana xwe ya rojane ku li ser bingeha aştî û aramiyê ava bike ji bo têkiliyên civakî çareserî nedîtiye. Hîn jî hewl dide pirsgirêkên xwe li ser pevçûn û talanê çareser bike û dixwaze pirsgirêkên xwe bi vê rê û rêbazê çareser bike. Lê hîn jî çareserkirina vê mijarê bi astengiyan re rû bi rû ye û di nava tengasiyekê de ye. Divê civak zanibe ku ew ji çareseriya pirsgirêkan re berpirsyar e û divê ji bo vê yekê di nava lêgerînê de be.”
‘DIVÊ CIVAK RÊGEZÊN XWE DIYAR BIKE’
Şîmsek destnîşan kir ku nêzîkatiya “jixwe wê hin kes li ser li ser navê min çareser bike” gelekî xetere ye û wiha berdewam kir: “ Divê kes têkiliyên xwe yên bi xwe re û yên bi civakê re ji nû ve di ber çavan de derbas bikin. Divê civak jî rêgezên ku xwe îdare bike û pêş ve bibe diyar bike. Dema ku zemîneke wiha neyê avakirin, têgeha ku em jê re dibêjin ‘Entegrasyona demokratîk’ wê bê wateya girêdana pargalê. Ev ne entegrasyon e; ev asîmîlasyon e, helandin e.
Tişta ku em qest dikin; hemû beş û cudahiyên civakê (Tirk, Kurd, Ereb, Ecem) divê yekîtiya civakî ava bikin. Li Kurdistanê tişta ji bo Kurdan a baş, divê ji bo Tirkan û Ereban jî baş be. Yan jî Tirkiye bi qasî ya Tirkan e, divê ya Kurdan be jî. Ya esasî civak bi xwe ye. Ger civak pirsgirêkên xwe çareser bike wê bi van pêkhateyan re çareser bike.”

