Li Japonyayê ji ber Bagera Dujuanê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Japon û şîrkeya ceyranê ya bi navê Tepco roja Sêşemê diyar kirin ku li derdora Tokyoyê zêdetirî 45 hezar xanî bê ceyran mane.
Ajansa Rêveberiya Şewat û Afetan ragihand ku li Chibaya li rojhilatê Tokyoyê 3 kesan û li Kanagawayê jî kesekê jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku piştî hezazan 6 kes winda bûne û xebatên lêgerîn-rizgariyê berdewam dikin.
Saziya meteorolojiyê li gel dûrketina bagerê berbehs piraniya hişyariyên xwe yên têkildarî barînên zêde û hezazê rakirin yan jî asta wan daxist.
ZÊDETIRÎ 45 HEZAR XANÎ BÊ CEYRAN MAN
Li Chibayê ku yek ji wan herêman e ku gelekî ji bagerê bandor bûne, roja Sêşemê piştî nîvro zêdetirî 45 hezar xanî bê ceyran man. Her wiha rayedaran dan zanîn ku li herêma berbehs zêdetirî 460 xaniyan zirar dîtine.
Beriya bolelatê li Tokyo û derdora wê li zêdetirî 1,6 milyon kesan banga dûrketinê hatibû kirin û zêdetirî 275 seferên balafirgehê hatibûn betalkirin.
Li Girava Oshima a girêdayî Tokyoyê jî di nava 48 saetan de 832 milîmetre baran bariya. Li gorî saziya çapemeniyê NHK’ê, ev rêje du qatan ji nîvekiya meha Îlonê zêdetir e.
Li Japonyayê di dawiya havînan û destpêka payîzan de bagerên bi vî rengî gelek caran radibin. Pispor jî diyar dikin ku guherîna avûhewayê ya ji ber kiryarên însanan dibin sedem ku bûyerên hewayî yên bi vî rengî zêdetir pêk werin û zirarên mezintir bidin.

