Beşdarên çalakiyê yên ku ji şênî, xwendekar û çînên cuda yên civakî pêk dihat, li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12`yê Adarê ya li Qamişloyê kom bûn û çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji hêla Însiyatîfa Gel bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye” pêk hat.
Çalakvanan pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Zimanê me siberoja me ye”, “Xwîna şehîdan zimanê me parast”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” rakirin.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Însiyatîfa Gel Yûsif Kûtê axivî û got: “Her giyayek li ser bingeha xwe şîn dibe, mirov jî li ser zimanê xwe. Bêyî ziman mirov nikare xwe îfade bike, bêyî ziman kes nikare çanda xwe binivîse û kesek nikare bêje ez heme. Ji ber vê yekê ziman hebûn û nasnameya me ye, mafê hemû gelan e ku bi zimanê xwe bixwîne, binivîse û pê re bijî.”
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Mihemed Ebas, axivî û got: “Em bi navê şehîdên xwe yên ku ji bo ziman û dîroka Kurdan canê xwe feda kirin we silav dikin. Me di Şoreşa Rojava de karîbû gelek dezgehan vekin û sîstema xwe ava bikin, me gelek têkoşîn kir, banga me ji hikûmetê re ew e ku zimanê me qebûl bike û nas bike.”
Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo, jî axivî û ev tişt anî ziman: “Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava û Şoreşa Jin zimanê Kurdî ye, ev yek bi berxwedanan bi hezarAn şehîdan hatiye bidestxistin. Di şoreşê de gelê Kurd perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî didît û nifşeke ava kir, ji ber vê yekê em biryara hikûmeta veguhêz qebûl nakin, ev biryar bi hişmendiyeke desthilatdar a ku dixwaza gel bi rengekî tenê bi rê ve bibe, hatiye girtin.”
Her wiha wendekar Silava Elî axivî û got: “Me çavê xwe li ser perwerdeya bi zimanê xwe vekir, em bi zimanê xwe têkoşîn dikin û pê serkeftinan ava dikin, em vê biryarê red dikin. Ev biryar ne di cihê xwe de ye. Em ne tenê zimanê Kurdî dixwazin, em dixwazin perwerdeyê bi zimanê xwe yê Kurdî bibînin.”
Li ser navê mamosteyan mamoste Rojîn Mihemed Mûsa axivî û wiha anî ziman: “Biryara hikûmeta li Şamê ne biryareke adilane ye. Heke zimanê Kurdî çû, hebûn, dîrok û çanda gelê Kurd jî diçe. Ji bo ku şoreşa Rojava, şoreşa ziman bi ser bikeve ji 15 salan ve mamoste û xwendekar li ser pêyan e. Em ê xwediyê zimanê xwe bin, divê her Kurdek ji bo zimanê xwe yê Kurdî serî hilde.”
Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Umer axivî û got: “Tewrat, Încîl û Quran behsa parastina aştî û ewlehiyê ya li ser vê xaka mubarek kiriye. Her wiha behsa mafê mirovan ê zimanê dayikê jî kiriye û ew vê wek mafekî rewa yî ji bo hemû mirovan dibîne.”
Bi navê pêkhateya Ermenî Guhar Xecedûryan jî wiha axivî: “Divê em daxwaz bikin ku em li dibistanên xwe perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibînin, gelê Ermen jî nizane bi zimanê xwe binivîse û bixwîne, sedem jî ew e ku dersên zimanê dayikê tên kêm dîtin. Ji ber vê yekê îro ji me tê xwestin ku em li dijî aliyê ku mafê me dixwe serî hildin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

