Necîp Çapraz ê ku ji sala 1991’an ve li navçeya Gever a Colemêrgê rojnamevaniyê dike, li mala xwe ya li Taxa Esenyurtê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çapraz piştî kar û barên pêwîst wê li Goristana Bajêrge were veşartin.
Çapraz ê ku di sala 1967’an de li Geverê ji dayik bû, ji Dibîstana Bilind a Veterîner a Zanîngeha Yuzuncu Yilê mezûn bû. Çapraz ê sala 1991’an di Rojnameya Demokrat a Colemêrgê dest bi rojnamevaniyê kir û di sala 1993’an de, di damezrandina yekem a radyoya taybet û televîzyonê de cih girt.
Çapraz, di sala 2000’an de, di damezrandina rojnameya Yuksekova Haber (Colemêg Nûçe) de cih girt. Çapraz ku salên dirêj di vir de rojnamevanî û nivîskariyê kir, di sala 2005’an de ji aliyê Şaxa Bursayê ya Komaleya Rojnamevanên Hemdem ve hêjayî “Xaleta Piştevaniya Çapemeniyê” hat dîtin.
Çapraz ê ku di tevahiya jiyana xwe ya pişeyî de rastî zext û êrîşên cuda hat, di 22’ê Îlona 2005’an de li Geverê rastî êrîşa komekî bi maske hat û bi giranî birîndar bibû.

