– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Mîsogeriya Başûrê Kurdistanê ne sîwana ku wê Washington an jî Bexda veke. Mîsogerî xweparas-tina ku xwe dispêre gelê xwe û yekîtiya neteweyî ye. Vekişîna koalîsyonê ji bo dîtina vê heqîqetê dikare bibe derfetek.
– Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku nabe ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê li ser çekberdanê were destgirtin û anî ziman ku divê pêvajo bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk wer pêşve birin.
– Di çîroka hevpar a jinên ku li Amedê hatine qetilkirin de tundî, gef û neprastin derdikevin pêş û daxwaza malbatan jî bû edalet.
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên girtî û windayan wê bên şopandin.

