Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1123’yemîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê ku beriya 35 salan di 25’ê Îlona 1991’an de li Amedê ji aliyê leşkeran ve hatibû windakirin, hate pirsîn.
Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniyê xwendin.

