Aze Roncecan diyar kir ku ew cara ewil di kampekî ciwanan a li Ewropayê de Jineolojiyê nas kir û wiha got, “Heta wê demê min Jineolojiyê ji aliyên femînîst û transfemînîst ên li Ewropayê dibihîst, lê min bi kûrahî lêkolîna Jineolojiyê nekiribû. Ji bo na min zêdetir wekî tecrubeyeke ji bo jinên Kurd bû. Lê di dema vê perwerdehiyê de min fêm kir ku Jineolojî paradîgmayekî ku hitabî tevahî jinên li cîhanê dike.”
‘EZ DIXWAZIM JIYANA KOMÎNAL AVA BIKIM’
Aze Ronecan anî ser ziman ku ew li Milanoyê di nava têgihiştinekî liberal û pozîtîvîst de mezin bûye û got ku avakirina jiyanekî komunal bi jinên cuda re ji bo wê hîna qadekî têkoşînê ya girîng e.
Aze Ronecan got: “Fêmkirina bê ka em jinên din re çawa bi hev re têbikoşin û çawa komîn ava bikin, hîna ji bo min zehmet e. Min hîna vê yekê çareser nekiriye, lê ez dixwazim vê bi ser bixim. Sedema heyîna min a li vir jî ji bo vê ye.”
‘MIN BI JINEOLOJIYÊ RE DEST BI LÊPIRSÎNKIRINA KOKA PIRSGIRÊKAN KIR’
Aze Ronecan bilêv kir ku Jineolojî nêzîkatiya wê ya ji bo bûyeran guhertiye û wiha axivî: “Min bi Jineolojiyê re dest bi lêkolînkirina kokên pirsgirêkan kir. Ez zêdetir ji xwe dipirsim ‘Çima?”.
Aze Ronecan da zanîn ku ew beriya ku Jineolojiyê nas bike, di nava tevgerekî anarşîst de bû û wiha got: “Min berê timî ji xwe pirs dikir ku ez dixwazim çi hilweşînim, ji kijan aliyên pergala heyî rehetsiz im. Lê min tu car pirs nekiribû bê ka dixwazim çi ava bikim, civakekî çawa ava bikim. Tişta herî girîng a ku Jineolojî da min, ev bû.”

