Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw zarokê bi navê Saro Sadiqzade temen 17 salî yê ji Bane ya Rojhilatê Kurdistanê di encama avêtina ser malê ya hêzên rejîma Îranê de hate binçavkirin.
Hate ragihandin bê belgeyeke fermî ya dadgehê Saro hatiye binçavkirin. Hate diyarkirin ku Saro Sadiqzade ji bo navenda ewlehî ya Sine hatiye veguhestin.
Heta niha têkildarî binçavkirinê ti agahî nehatiye zanîn.

